Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê dan Feleknas Ûca
Feleknas Ûca ya Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê girt xelata xwe diyarî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê li ber xwe didin, kir.

Navenda Nûçeyan – Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê dan parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy. Feleknas Ûca, xelata xwe diyarî siyasetmedarên girtî yên li Tirkiyeyê û di şexsê Jîna Emînî de jî diyarî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê li ber xwe didin, kir.