"Xelata Rêbertiya Jinan a Cîhanî" îsal li Stenbolê hate pêşkêş kirin

Xelata Rêbertiya Jinan a Cîhanî, ku di çarçoveya Civîna Jinan a Cîhanî de ji bo rêzgirtina li hewildanên piştgiriya beşdariya xurttir a jin û keçan di jiyana aborî û civakî de tê dayîn, îsal li Stenbolê hate pêşkêş kirin.

Navenda Nûçeyan – Xelata ji Canan Gullu re, ji bo têkoşîna wê ya demdirêj di warê mafên jinan de û ji Canan Dagdevîren re, ku bi destkeftiyên xwe yên navneteweyî di cîhana zanistî de navekî çêkiriye, hate dayîn.

Xelata ku ji Canan Güllü û Canan Dağdeviren re hatiye dayîn careke din nîşan dide ku hewildanên ji bo hêzdarkirina jinan di hemî warên jiyana civakî de û bandora zanistê li ser veguherîna civakî li ser platformek navneteweyî têne nas kirin.

Derbarê Canan Gullu de

Canan Gullu, ku bi salan e di warê mafên jinan de dixebite, wek Seroka Federasyona Komeleyên Jinên Tirkiyê kar dike. Canan Gullu, ku bi xebata xwe ya di warê têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan, pêşvebirina wekheviya zayendî û hêzdarkirina jinan di jiyana civakî de tê nasîn, di warê civaka sivîl de projeyên girîng rêve dibe.

Der barê Canan Dagdeviren de

Endezyareke fîzîkê, zanyar û akademîsyen e. Canan Dagdeviren, ku li Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts (MIT) li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixebite, ji ber lêkolîna xwe ya li ser teknolojiyên tenduristiyê yên lixwekirî û amûrên biyomedikal di asta navneteweyî de tê nas kirin. Canan Dagdeviren, ku ji bo teknolojiyên xwe yên nûjen gelek xelatên zanistî wergirtiye, wekî yek ji zanyarên ciwan ên pêşeng ên cîhanê tê hesibandin.