Xalîçeyên Babar ên bi destên jinan tên çêkirin rîtuela razeke pîroz in

Çêkirina xalîçeyên Babar ne tenê tevnkarî ye; li herêma Aures a Cezayîrê, mîraseke çandî ya xwedî kokên dîrokî ye. Bi motîfên geometrîk û xemlên wê, perçeyek ji nasnameya Amazîg (Berberî) ye û nifş bi nifş peyamên civakî û dîrokî radigihîne.

RABÎA XEBÎS

Cezayîr – Tevî guherînên ku di civakan de çêdibin û modernbûnê jî xalîçeyên Babar, weke kevneşopiyeke ku nasnameya civaka Amazîg  (Berberî) dide jiyîn hê jî tên çêkirin.

Li bajarokê Babar ê girêdayî bajarê Hanşala yê li bakur rojhilatê Cezayîrê, bi taybetî li herêma Aures a bi îhtîşam hema bibêje li her malê amûrên tevnkariya xalîçeyên kevneşopiyê hene. Di van xalîçeyan de razeke çandî ya mezin veşartî ye. A ku vê mîrasa ji aliyê jinên Babarî ve tê parastin û navê xwe ji herêmê digre, dide nasîn; Mesûde Bûmaraf a “Zerbiye” û Komeleya Parastina Mîrasa Şawî, seroka “Pirê” ye.

Di wan malan de tişta yekem a balê dikşîne, tevnkariya kevneşopî ya hatiye çêkirin e. Van amûran ji "El-Sedaya, El-Nagad, El-Xalala, El-Qardaş, Ben û Rîs pêk tên. Pêvajoya tevnkariyê, bi gelek rîtuelên kevneşopî tê meşandin. Mesûde Bûmaraf wiha behsa çêkirina xalîçeyan dike: “Di dema destpêka tevnê de ji bo bereketê, jin hineyê li dezgeha tevnkariyê didin. Ev nîşaneya xêr û bereketê ye. Bi destpêkirina rêsandina benan, şirînahiya Tûnisê ‘refîs’ a kevneşopî ku bi rûnê glîs, rûnê nivîşk û arê savarê tê çêkirin û xwarinên kuskus ku bi goştê mirîşka gundan tê çêkirin û yên din tên amadekirin.”

Yek ji rîtuelan jî hilbijartina rojên tevnkariyê ye. Li gorî Mesûde Bûmaraf, roja Çarşemê ji bo rêsandina xalîçeyan baş nîn e lewre li gorî rîwayetê ew roj roja ku jê re dibêjin “bardaa” roja çêkirina zina hespan e. Rojên guncaw, Duşem û Pêncşem tên dîtin. Ji ber ku roja Înê îbadet û serdan hene karê rêsandinê nayê kirin.

Kok û wateya xalîçeya Babar

Navê “Babar” ji gundê ku xalîçe lê tên çêkirin tê. Bi Amazîgî tê wateya “Bab Uar” ango “Deriyê Şêr.” Berê li vê herêmê şêr dihatin xwedîkirin. Carna ji xalîçeyan re dibêjin “El-Daraqa” jî. Ev yek sînorê ku di jiyana civakî û kevneşopî de di navbera jin û mêr de hatine çêkirin temsil dike lewre civaka Amazîgî heta tu bibêjî muhafezekar e.

Li gorî Mesûde Bumaaraf, gelek merheleyên çêkirina xalîçeya Babar hene. Destpêkê, di hema Gulanê de hirî ji berxikan tê jêkirin. Ev xebat bi komî û hevgirtin çêdibe û ji vê pêvajoyê re dibêjin “Tuwîza.” Dîre hirî, di çemen li herêmê de, bi axeke taybet (axa bi kalsiyum û xwê) û avê tê şûştin. Hirê paqij dibe, dûre tê zuhakirin, bi destan û bi şehê kevneşopî tê şehkirin. Dûre bi amûra bi navê “kardaş” veduherînin lîfan û dûre jî dibe ben.

Gava duyem jî boyaxkirina xwezayî ye. Bi giyanên herêmî yên li herêma Babar ve Hanşalayê tê boyaxkirin.

Hunera ku ji bîra jinan maye

Pêvajoya rêsandina Zerbiye hê jî çalakiyeke piştgiriya civakî ye. Jin tên ba hev, benan li ser tezgehê bi cih dikin û vî karî bi pîvandina bi milan eyar dikin û saz dikin. Dezgeh li malê yan jî koşeyê konê tê bicihkirin.

Yek ji tiştên herî balkêş, ew e ku jinên Babarê bêyî desenê bi nivîskî yan jî şemayek bi kar bînin, hemû motîfan jiberkirî û bi awayê simetrîk çêdikin. Ev yek jî nirxeke dîrokî û hunerî dide xalîçeyan.

Zêdetirî motîfan ji koka Amazîgî ne. Xalîçe zêdet çargoşe ne, bi şirîtên simetrîk û di ortê de bi motîfên geometrîk ên ku dişibin “mîhrabê” hatine xemilandin. Ev cihê navendî hinek caran tê wateya “dilê malê”, hinek caran jî tê wateya “qada şer.”

Wateyên motîfan ên sembolîk

Her motîfek xwedî wateyeke xweser e. Li ser vê yekê Mesûde Bumaaraf wiha dibêje: “Ev motif, afrînerî û rewşa ruhî ya tevnkar nîşan didin. Teşeyên geometrîk, amûrên vegotinê yên ku beriya pênûs û kaxiz hebûne ne. Xalîçeyên Amazîg, xwe dispêrin hesabên matematîk, ji nifşan, digihîjin nifşên din û bêyî ku nasnameya wê xirab bibe tên parastin.”

Di dinavbera desenên di xalîçeyê de, lîstikeke kevirê ya ku navê “El-Xarbaqa” lê hatiye kirin heye. Ev lîstik dişibe domînoyê. “Meşref” jî ji guharên jinan ên kevneşopî hatiye çêkirin. Navê wê yê bi Amazîgî “Îlaqîn” ango “Pencê gur” e, motîfa wê jî sembola şopên gur ên li ser berfê ye.

Rengê wan piranî, sor, reş û zer e. Ev reng, hem xwedî wateyên hunerî, hem jî sembolîk in. Hiriya wan bi boyaxên xwezayê tên boyaxkirin. Di navbera giyayên ku tên bikaranîn de hine, qaşikê hinarê, şaxa miswakê, belga okalîptus, belga zeytûnê, zerdeçal û koka zer hene. Ev giya mehên biharê tên komkirin, zuhakirin û bi kelandinê di boyaxkirina hiriyan de tên bikaranîn.