Windakirina Guzlan û hawara bêdeng a jinan

Qêrînên ku îro di lehiyên Safiyê de tên bihîstin, divê veguhere hişmendiyek kolektîf û polîtîkayên ku mafê jiyan û rûmetê yê jinên Mexribê ewle dikin.

HENAN HERÊT

Roja yekşemê ya borî ango 14’ê Kanûnê, mîna rojên din ên hefteyê ne rojek asayî bû. Li bajarê Safiyê ya li perava Atlantîkê ya 300 kîlometre li başûrê Rabata paytexta Mexribê ye, lehiyên pir tund hatin jiyîn. Kolan û rêyên teng, veguherîn kanalên avê û qadên xeternak; lehiyê zirar da milkên gel û jin, zarok jî di nav de 37 kes mirin.

Qêrîna jiyanê

Di nav vê kaosê de, jinek extiyar xwe li jiyanê digirt; bi hemû hêza xwe, dîwarekî hêmbez dikir û hewl dida ku ji heqê lehiyên ji her alî ve tên derkeve. Qêrîna wê ya "Min xilas bikin" ji daxwazek demkî ya alîkariyê wêdetir bû; sembola berxwedana jinên Mexribê ku dema şert û mercên ewlehiyê hilweşin di qeraxa parastinê de dijîn û bi tena serê xwe bi xetereyan re rû bi rû dimînin bû.

Ev jin, ji mafê jiyanê bêtir tiştek nedixwest; daxwaza tiştek tenê ji bo xwe an jî dilovaniyê nedikir. Di cîhanek ku li hember qêrîna kesên bêparastin û qels de bêhelwest dimîne de, xwe bi kêliya xwe ya dawî ve digirt. Bedana wê yê nazik a di mekanek ku di qada giştî de ji bo parastina kesên qels ne amedeye de; digel rêzgirtina sembolîk ji bo jina extiyar tê girtin jî, nîşan da ku pozîsyona wê ya di civaka Mexribê de bi rastiya wê ya rojane ya di bin gefê de li hev nayê.

Çîroka Guzlana navdar

Çîrokeke din a ku trajediya Safî hildigre jî, herî kêm bi qasî vê hovanê bû; Guzlan a firoşkara seramîkê… Jina ku debara xwe bi hunerek kevneşopî ya kok a çanda Mexribê dikir. Dema ku lehiyan bazar dagir kir, kurê wê li gel wê bû û hewl dida wê rizgar bike; lê av bihêztir bûn. Pêlên avê li ber çavê wî bedana dayîka wî daqurtand û li pey xwe birînek mirovî ya wê tu car derbas nebe hişt. Piştî lêgerînên demdirêj, roja 15’ê Kanûnê êvara roja Duşemê pêlên deryayê bedana bêcan a Guzlan avêt peravê. Dîmen şokdar bû û di nava gelê Safiyê de xemgîniyek kûr çêkir. Guzlan, bi taybetî li bajarê kevin mîna sembola têkoşîna rojane ya ji bo nan dihat nasîn. Windakirina wê, ne tenê nûçeyek di lîsteya kesên mirine de bû; qêrînekî bêdeng a jinên bêparastin ên Mexribê bû jî.

Di dîmenek din de jî, jineke ciwan li ber xeniqînê bû hebû; bi hemû hêza xwe, xwe bi birayê xwe girtibû û di nava lehiyê de dengê qêrîna wê ya ku digot "Min nehêle, min xilas bike!" dihat bihîstin. Piştî hewildanên dijwar ên birayê wê, her du jî rizgar bûn û tevî karesata li ser wan jî, xwe li jiyanê girtin.

Çîrokên jina extiyar, Guzlan û jina ciwan; di kêliyên ku xweza vediguhere gefek rasterast de, di wateya qelsbûna jiyan û nebûna parastinê de li hev diciviya. Ez mîna jinek Mexribî û rojnamevanek, zehmet dikşînim ku tenê mîna bûyerek bextreş li rajediya Safiyê binhêrim. Pirsa rast ji ‘çima Guzlan li wir bû?’ wêdetir ev e; Gelo çima li Mexribê ji bo gelek jinan jiyanek bi rûmet, mîna serpêhatiyek rojane dimîne? Gelo çima tenê hewldana qezenckirina pariyek nan, vediguhere xeterekî ku dikare bibe sedema mirinê? Li Mexribê, em hez dikin "beriya nan bêjin rûmet’, lê belê rûmet ne bi gotinan, bi taybetî li bajarên ku qelsbûna bajarî zêde ye û bazarên giştî ji bo karesatên xwezayî yên dubare ne amade de, bi kapasîteya polîtîkayên giştî yên ji bo parastina bedana qels tê pîvandin.

 Daxwazek ji bo jiyanek bi rûmet

Lehiyên Safiyê, ne tenê bûyerek avhewayî ye; her wiha kêliyek ku eşkere dike edaleta avhewayê ne dirûşmeyek ji bo pêşerojê ye, ji bo îro pêdiviyek lezgîn e. Nîşan da ku mafê jiyanê divê jinên bi awayekî bêdeng dixebitin bêyî torek ewlehiyê ya rast, jinên extiyar jî di nava xwe de bigre ye. Îro tiştê ku em hewce ne, ne tenê şîna kesên ku mirine û bihîstina qêrîna "Min xilas bike" ye; cidî girtina vê yekê ye jî. Ne mîna daxwazek kesane ya di nav avê de winda bûye, mîna daxwazek ji bo jiyanek bi rûmet û ji bo bajarekî ku dema bahoz dijwar dibe jinên xwe terk nake û mîna bangek kolektîf ji bo mafan destgirtin e.

Nîşaneya bêparastiniya jinên ku di sektora nefermî de dixebitin

Li Safiyê, lehiyan ne tenê bedana Guzlan daqurtand; li gel wê 36 kesên din ên piraniya wan ji bo raya giştî bênav man jî daqurtand. Ji ber ku Guzlan li bazara Bab el-Şeba kesayetek dihat naskirin bû, bi navê xwe hat bibîranîn. Tiştê ku hat serê wê, nîşaneya bêparastiniya jinên ku di sektora nefermî de dixebitin e. Qîrînên ku îro di lehiyên Safiyê de tên bihîstin, divê veguhere hişmendiyek kolektîf û polîtîkayên ku mafê jiyan û rûmetê ya jinên Mexribê ewle dikin.

* Rojnamevan