Windabûna jinan a li peravên Sûriyeyê fikaran zêde dike
Bûyerên windabûna jinan li herêma peravî ya Sûriyeyê zêde dibin. Parêzvanên mafên jinan daxwaza destwerdaneke lezgîn û bi bandor dikin û dibêjin “Em naxwazin windabûna jinekê bibe nûçeyeke asayî û rojane.”
MASSA SULTAN
El-Lazqiye – Zêdebûna hejmara bûyerên windabûna jinan ku ti agahî derbarê cihê wan de nînin, dibe sedema zêdebûna fikarên derbarê ewlehiya jinan a li herêma peravî ya Sûriyeyê de. Li herêmeke ku bi lawaziyên ewlehiyê û aloziyên mezhebî tê naskirin, rapor derketine holê ku jin û keç rastî revandin û windakirinên bi zorê tên.
Di van demên dawî de, Karîs Aliya 23 salî ji 14’ê Mijdarê ve winda ye. Li gorî malbata wê, ew cara dawî di 14’ê Mijdarê de, saet di 2:30’ê piştî nîvro de, li pêşiya termînala nû ya otobusan a li bajarê Tertûsê hatiye dîtin. Karîs Alî ya ku bi eslê xwe ji gundê Bişbata ye, piştî zewaca xwe li gundê Kela el-Suweyrî dijiya.
Piştî serdana bavê xwe winda bû
Karîs Alî ligel dayîka xwe çûbû Nexweşxaneya Neteweyî ya Tertûsê da ku serdana bavê xwe bikin. Bavê wê piştî qezayekê emeliyat bûbû û di qonaxa başbûnê de bû. Ji dema ku ji nexweşxaneyê derketiye ve, ti agahî jê nehatine wergirtin û derbarê cihê wê yê niha an jî ewlehiya wê de ti agahî peyda nebûne.
Her wiha, di 15’ê Mijdarê de li taxa Sekubîn a Lazqiyeyê bûyereke revandinê hat ragihandin. Hat diyarkirin ku jinek ji pêşiya cihê kar hatiye revandin. Ev bûyera ku ji aliyê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ve hatiye belgekirin, di nav niştecihên herêmê de bûye sedema tirs û fikarê.
‘Ewlehiya jinan êdî bûye pirseke mezin’
Parêzer û parêzvana mafên jinan Lara el-Ebd diyar kir ku divê bûyerên windabûna jinan wekî bûyerên cuda û serbixwe neyên dîtin. Wê bal kişand ser wê yekê ku her raporeke derbarê windabûnekê de, tirsê di nav jinan de zêdetir dike. Lara El-Ebd diyar kir ku jin di jiyana xwe ya rojane de jî xwe di ewlehiyê de hîs nakin û got: “Em hîs dikin ku heta mafên herî bingehîn yên wekî derketina ji malê, ger û geşt û bi awayekî bi ewle vegera malê jî êdî ne tiştên wisa ne ku em bikarin bêyî tirs pêk bînin.”
Lara El-Ebd bal kişand ser wê yekê ku windabûna jinekê ne tenê bandorê li malbata wê, li tevahiya civakê dike û tekez kir ku divê çarenûsa van jinên winda, bê eşkerekirin.
‘Em naxwazin windabûna jinekê bibe nûçeyeke asayî û rojane’
Parêzvanên mafên jinan daxwaz kirin ku derbarê van windabûnan de lêkolînên bi bandor bên kirin, bersiveke bilez ji bo gilî û serlêdanên malbatan bê dayîn û agahiyên pêbawer ji raya giştî re bên pêşkêşkirin. Jinan xwest ku çarenûsa Karîs Elî û jinên din ên winda, bê eşkerekirin û gotin: "Em naxwazin windabûna jinekê bibe nûçeyeke asayî û rojane. Em naxwazin malbatên me fêrî benda manê bibin, her wiha em naxwazin ji ber tirsê neçar bimînin ku ji bo her gaveke xwe ya li derve hesabekê bikin."
Di raporeke "Lobiya Jinên Sûriyeyê" (Syrian Women’s Lobby) ku dîroka wê Gulana 2026’an e de, tê diyarkirin ku ji sala 2025’an ve, li peravên Sûriyeyê û li deverên gundewarî yên Hema û Humsê, bi dehan bûyerên revandin û windakirina bi zorê ya jin û keçan hatine tomarkirin. Her wiha di raporê de tê gotin ku di gelek ji van bûyeran de, jin û keç hîn jî winda ne