WHO: Pergalên tenduristiyê li Rojhilata Navîn li ber hilweşînê ne

Ji ber zêdebûna ragêşiyên leşkerî li Rojhilata Navîn, Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) hişyariyek li ser xirabûna mezin a pergalên tenduristiyê yên li herêmê, da.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) tekez kir ku ji ber zêdebûna hejmara qurbanan û kesên ku ji cihê xwe hatine koçkirin, nexweşxane û navendên xizmetên tenduristiyê rastî zextên bê hempa tên û got: “Ji ber hêzên herêmê saziyên tenduristiyê dikin hedefa êrîşên xwe. Ev yek ji bû sedem ku xizmetên bingehîn ên tenduristiyê bighîjin sînorê hilweşînê.”

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di heman demê de hişyarî da ku bi zêdebûna ragêşiyên leşkerî ya rojên dawî re, pergalên tenduristiyê li Rojhilata Navîn di nav xetereya xerabûnek mezin de ne. Her wiha WHO’yê destnîşan kir ku li gelek welatên herêmê xizmetên tenduristiyê ji ber zêdebûna hejmara miriyan û birîndaran,bi ser de zexta ku ji aliyê kesên koçberkirî ve tê, her wiha ji ber êrîşên dubare yên li ser saziyên tenduristiyê, ev der hatine ber hilweşînê.

Di daxuyaniya ku rêxistinê duh belav kir de hat gotin ku zêdetirî deh roj di ser destpêka pêla dawî ya ragêşiyê re derbas bûne û wiha hat domandin: “Ev rewş bû sedema zêdebûna hejmara miriyan û birîndaran li Îran û Lubnanê, bi taybetî jî di şertên mirovahî û tenduristiyê yên herî xirab de.”

Civakan ji xizmetên bingehîn ên tenduristiyê bêpar dikin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê her wiha ragihand ku saziyên tenduristiyê jî ji bandora pevçûnan bêpar nebûne û ev agahî dan: “Ji 28’ê Sibata borî ve, li Îranê 18 êrîş li ser saziyên tenduristiyê hatine piştrastkirin. Di encamê de 8 karmendên tenduristiyê mirine. Li Lubnanê jî di encama 25 êrîşan de 16 kes mirin û 29 kes birîndar bûn. Ev êrîş ne tenê bûn sedema windabûna jiyanê, di demên girîng de jî civakan ji xizmetên bingehîn ên tenduristiyê bêpar dikin. Qanûna mirovî ya navneteweyî parastina karmendên tenduristiyê, nexweşan û saziyên tenduristiyê mîsoger dike.”

Di daxuyaniya WHO’yê de hat ragihandin ku bandorên pevçûnan tenê bi windabûna rasterast ne sînorkirî ne, di heman demê de xetereyên mezin ji bo tenduristiya gel ava dikin û wiha hat domandin: “Bi taybetî li Îran û Lubnanê, sed hezar kes neçar man ku li cihên komî yên parastinê bi şertên qels ên avê, selebê û paqijiyê werin şandin. Ev rewş dikare xetereya belavbûna nexweşiyên ku zû belav dibin zêde bike, bi taybetî jî ji bo jin û zarokan xetereyek mezin çêdike.”

WHO’yê diyar kir ku li Îranê jî agirên petrolê û dûmana ku ji binyadên zirar dîtî radibe, bûne sedema xemgîniyên hawirdorî û tenduristiyê. Daxuyanî wiha dom kir: “Têkiliya bi madeyên jehrî dikare bibe sedema pirsgirêkên nefesê, alerjiya çavan û çermê, her wiha dikare xetereya qirêjiya çavkaniyên avê û xwarinê zêde bike.”

WHO’yê da zanîn ku li Lubnanê jî, ji ber fermanên valakirinê ku ji aliyê Îsraîlê ve hatine dayîn, 49 navendên tenduristiyê yên bingehîn û 5 nexweşxane hatine girtin. Di daxuyaniya WHO’yê de ev agahî hatin dayîn: “Ev yek di demekê ku pêdiviyên tenduristiyê zêde dibin bûye de, sedema kêmkirina xizmetên bingehîn.

Li herêmên Filistînê yên di bin kontrola hêzên Îsraîlê de jî, ji ber sînorkirinên tevgera mirovan û girtina deriyên sînor, ambûlans û klînîkên gerok, nikarin bighîjin gelek herêmên Rojavayê Şerîayê. Li Xazayê jî, ji 28’ê Sibatê ve operasyonên derxistina nexweşan ji bo dermankirinê rawestiyane û kêmbûnek giran di derman, amûrên tibî û mazotê de heye.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bang li hemû aliyên pevçûnê kir ku sivîlan, saziyên tenduristiyê û karûbarên wan biparêzin. Her wiha bang kir ku alîkariya mirovahî bê astengî bighîje û ku ragêşiyên leşkerî werin rawestandin da ku prosesên başbûnê û vegerandina aramiyê li civakên bandor girtî, dest pê bike.