WHO: Li seranserî cîhanê 840 milyon jin rastî tundiyê hatine

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di rapora têkildarî tundiya li ser jinan parve kir de diyar kir ku tundiya li dijî jinan li seranserê cîhanê gihîştiye asta xeternak.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) têkildarî daneyên tundiya li dijî jinan di 19’ê Mijdarê de raporek belav kir. Di raporê de hat diyarkirin ku tevî hewldanên siyasî û civakî yên di 20 salên borî de, pêşveçûn çênebûye.

840 milyon jin rastî tundiyê hatin

Li gorî raporê li seranserê cîhanê 840 milyon jin, di jiyana xwe de rastî tundiya fîzîkî û zayendî hatine. WHO’yê destnîşan kir ku ev rêje bêyî herêm û dahat bê cudakirin, dişibe hev.

Li gorî daneyên berfireh ên ku îsal cara yekem hatine weşandin, 263 milyon jin ji 15 saliya xwe ve ji hela mêran ve rastî tundiya zayendî hatine. Di 12 mehên borî de 316 milyon jin jî rastî tundiya hevjînên xwe hatine.

Di 20 salan de tenê ji sedî 0.2 kêm bûye

WHO’yê ragihand ku di nava 20 salan de tundiya li dijî jinan tenê ji sedî 0.2 kêm bûye. Dîrektorê Giştî yê WHO’yê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus tundiya li dijî jinan weke ‘yek ji neheqiyên herî kevin ên mirovahiyê’ û ‘krîzeke kûr a civakî’ bi nav kir.

Herî zêde jinên ciwan di xeterê de ne

Rapor, diyar dike ku bi taybetî jinên ciwan ên di navbera 15-24 salî de herî zêde di xeterê de ne. WHO’yê diyar kir ku tundî bandorek giran li ser pêvajoya mezinbûna jinên ciwan û avakirina jiyana wan çêdike.