WFP: Şerê Rojhilata Navîn krîza birçîbûnê ya cîhanî û mirovî girantir dike

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî hişyarî da ku zêdebûna pevçûnan li Rojhilata Navîn krîza birçîbûnê ya cîhanî girantir dike, bi bilindbûna buhayên sotemenî, xwarinê û astengkirina rêyên şandinê. Somal û Efganistan rastî rîskên bêewlehiya xwarinê ya tund tên.

Navenda Nûçeyan – Di demekê de ku aloziyên herêmî zêde dibin û pevçûnên li Rojhilata Navîn berfireh dibin de, Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) îro daxuyaniyek da. WFP’ê piştrast kir ku aloziyên jeopolîtîk ên berdewam, cîhanê dike xetereya krîzeke xwarinê ya xirabtir û tê payîn ku di mehên pêş de berfirehtir bibe. WFP’ê hişyarî da ku berfirehbûna pevçûnên li Rojhilata Navîn, asta birçîbûnê li herêmê û cîhanê zêde kiriye. Her wiha bal kişand ser zêdebûna bêhempa ya lêçûnên sotemenî û veguhestinê û kêmbûna şiyana ajansên alîkariyê ya ji bo dabînkirina alîkariyê, ya ji ber kêmbûna fînansmanê.

Şerê DYE û Îsraîlê li dijî Îranê bû sedema şerekî herêmî

WFP’ê rave kir ku êrîşên DYE û Îsraîlê yên li dijî Îranê di dawiya Sibatê de destpê kirin, bûne sedem ku şerekî herêmî ji Kendavê heta Lubnanê were destpêkirin, rêyên veguhestinê yên girîng, di nav de Tengava Hurmuz jî têk birin û keştî neçar kirin ku rêya xwe biguherînin. Vê têkçûnê rasterast bandor li herikîna enerjiyê ya cîhanî û zincîrên dabînkirinê kir û lêçûnên veguhestinê bi tundî zêde kir.

Xetereya bêewlehiya xwarinê ya akût dê bighîje 45 milyonan

WFP’ê di Adarê de pêşbînî kiribû ku hejmara mirovên ku di xetereya bêewlehiya xwarinê ya akût de ne, dê bighîje 45 milyonan ger bihayên petrolê heta Hezîranê li ser 100 dolarî bimînin. Ji ber ku bihayên petrolê ji destpêka Adarê ve li jor vê astê mane, Bername piştrast dike ku ev senaryo niha diqewime.

Rêjeyek nêgeran ya akut û birçîbûnê

Welatên mîna Efganistan, Somal û Srî Lankayê ji ber bilindbûna buhayên sotemenî û xwarinê, windakirina dahatê û astengiyên bazirganiyê bi zextek zêde re rû bi rû ne.WFPB texmîn dike ku 6.5 milyon mirov li Somaliyê nêzîkî sêyeka nifûsê - dê di sala 2026’an de bi birçîbûnek giran re rû bi rû bimînin, di heman demê de 17.4 milyon kes dikarin ji krîza li Efganistanê bandor bibin. WFP’ê hişyarî da ku berdewamiya nearamiyê dikare 2.5 milyon Somaliyî û 2.3 milyon Efganî bixe ber bêewlehiya xwarinê ya tund, ji ber ku her du welat jî pir girêdayî enerjî û hawirdekirina xwarinê ne.

Krîzek kûr li ber derî ye

Ev pêşketin di demekê de tên ku ajansên alîkariyê bi kêmasiyeke giran a fînansekirinê re rû bi rû ne. Bernameya Xwarinê ya Cîhanê pêşbînî dike ku hejmara mirovên ku alîkariya wê distînin li seranserê cîhanê di sala 2026’an de bi qasî 1.5 milyon kêm bibe û ev kêmbûn dikare bighîje 9 milyon kesan ger krîz şeş mehên din berdewam bike.