Wezîr midurê ku nehişt xwendekar beşdarî merasîmê bibin parast

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn, der barê xwendekarên keç ên Kocaeliyê ku bi hinceta ‘Cil û bergên ne guncaw’ di merasîma mezûniyetê de nehatine qebûlkirin de midûr parast û got: “Midûrê dibistana me destpêkek pir mantiqî kir.”

Navenda Nûçeyan - Piştî bertekên dê û bav û Şaxa Egîtîm-Senê ya Kocaeliyê der barê xwendekarên keç ên li amadeyî Kocaeliyê bi hinceta ‘cil û bergên ne guncaw’ di merasîma mezûniyetê de nehatine qebûlkirin lêpirsîn hat destpêkirin. Li gel bertekên raya giştî ku berdewam dikin jî Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn parastina bûyerê kir û piştgirî da vê kiryara midûrê dibistanê.

Yusuf Tekîn ê ku di televîzyoneke taybet de pirsên der barê vê bûyerê de bersivand, îdia kir ku dê û bav mamosteyan sûcdar dikin û got: “Me rexne bikin lê gunehê hevalên me yên mamoste çi ye? Ji ber bûyereke biçûk... Ger me çareser nekir, bila me rexne bikin lê keda wan hevalên me pûç bû.” Yusuf Tekîn ê ku kiryarên midûrê dibistanê jî parast wiha got: “Niha midûrê dibistana me destpêkek pir mantiqî kir. Dîmenên neyînî li ser ekran û medyaya dîjîtal xuya dibin. Li ser navê hevalên me yên mamoste xemgîn bûm. Jixwe bûyer di demeke kin de hat çareserkirin.”

Di dawiyê de Yusuf Tekîn diyar kir ku der barê midûrê dibistanê de lêkolînên pêwîst hatine kirin û ger îhmal hebe wê kesên pêwîst bên cezakirin.