Wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir

Wesayîta karkerên çandiniyê yên demsalî yên ku ji Wêranşarê diçû Orduyê qeza kir. Di qezayê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Wesayîta karkerên çandiniyê yên demsalî yên ku ji navçeya Wêranşar a Rihayê ji bo komkirina finan diçû Orduyê qeza kir.

Di qezaya ku li navçeya Niksar a Tokatê pêk hat de zaroka 5 salî Eylem Debek jiyana xwe ji dest da û 25 karker jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê û hatin dermankirin.