Werîşe Muradî: Sêdar nikare me bişkêne, kokên me digihîne kûrahiya axê
Werîşe Muradî di nameya weşandî de Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Hayderiyan di 15’yemîn salvegera darvekirina wan de bibîr anî.

Navenda Nûçeyan – Werîşe Muradî ku li girtîgeha Evîn a li Tahranê tê ragirtin û cezayê darvekirinê lê hatî birîn, di nameya ku nivîsî de Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Hayderiyan ku di 9’ê gulana 2010’an de hatin darvekirin, bibîr anî.
Nameya ku Werîşe Muradî ji bi Ferzad Kemanger nivîsî wiha ye:
“Silav Ferzad...
Êdî tu ne tenê navek î; tu rêyek î, findek li dijî mijê, dengek bêdengiya dîrokê. Min te ne bi çavê xwe, bi ruhê xwe dît; di nava rûpelên deftera bi toz ya dibîstana gund, di rondikên çavên bavên ku kurên wan ji çiya nevegeriyayî... min te di qêrînên bêdeng yên dayîkekê ku zimanê wê wek sûc hatî dîtin nas kir. Min te nas nedikir, lê belê wek ku bi sedsalen e bi min re yî, wek heqîqetek, êşek, welatekê. Ên te birine ber sêdarê... min fam kir ku sêdar, bejna yek li bilindahiyê temaşe dike naxe. Fikirîn ku wê dawî li te bînin, lê belê nedizanîn, wê kêliyê tu li berbangeke din hatî dinê, tu di nava bêdengiyê de vegeriyay qêrînek, ji mirinê cardin ji dayîk bûy. Ferzad tu tenê ne mamostayek bûy, di çerxa mirinê de felsefeya jiyanê bûy. Tu rûbarek di çemê Samed Behrengî de bûy, tu herikî xaka bê av ya zarokan, bê tirsa ji çalan. Tu di çaxa sextekariyê de, rewşa rastî, di diyarek ku peyv hatine gulebarankirin de hêviya beden girtî bû. Te dixwest xeyalên xwe di textê polê de rastiyê li diwarên xwe dalqînî; ew xeyalên ku ji xizaniyê dihat, lê belê ji hemû sarayan bêhempatir bû.
Lêpirsînerê te ji min re jî şandin.
Got ku; Ew jî li vê derê rûnişt. Xwe negirt û...
Min jî got: Wî ji mirinê bêdawî ava kir. Qêrînek ji bêdengiyê, di polê de berxwedanek welidand.
Ez berdewamiya te me, Ferzad.
Berdewamiya Şîrîn Elemhulî: Ji ber hezkirina jiyanê, hezkirina zimanê dayîkê û eşqa azadiyê dihat sûcdarkirin... Şandin ber sêdarê, lê belê navê xwe li çiya, ba û peyvan kola.
Ez dewama Ferhad im, mirin hembêz kir, ji ber heqîqet hembêz kiribû.
Ez berdewamiya Alî Hederiya me; Dilê wî li Zagrosan lê dida.
Ez berdewamiya Mehdî Îslamiyanim, bêdeng nebû, heta kêliya dawiyê behsa heqîqetê kir.
Ez berdewamiya wan hemû mirovan im; Mirin hembêz kirin ku da em jî li ser lingan bimînin û em hê li ser linga ne.
Dibe ku destê me girêdayî be, lê belê dengê me ji her demê zêdetir bilinde. Her roj heqîqet bi qamîşa înkarê dihat lêdan, her roj peyvên me di dadgehên ne adilene de tê darizandin.
Lê belê em bi her birînê wateyê ava dikin... li dijî her biçûkxistinê em serbilind disekinîn...Bi her zextê ji bo azadiyê em nefesek nû distînin.
Ferzad, êdî ne navek e. Tu darekî, ji her çiqê wê mamostayek, helbestvanek, serhildêrek heye.
Ez im?
Îro ez li xala tu lê sekinî me.
Ji bo min jî sêdarê ava kirine.
Lê belê di hundirê min de tirs tune.
Ji ber yekê heqîqet girtî ser milê xwe, tenê di meydana şer de dikare serbilind bisekine.
Ger mirin, bedelê heqîqetê be, ez amade me wî bedelî bidim.
Em ne ji bo revê, ji bo li ser lingan rawestin hatine dinê.
Û ev rê, ne ji bo çûyînê ye... Ji bo rabûna ser lingan e.
Heta peyva dawî, heta zaroka dawî, heta çiyayê wek Zagros li ser lingan disekine...
Rêya te didome, mamosteyê min...
Ji dengê me, gavên bi biryar ya me daniye ser axê, di dilên ku ji bo azadiyê lê dide...
Rêya te didome, heta serkeftinê.
Sêdar nikare me bişkêne; tenê kokên me di gihijîne kûrahiya axê.”