Werin em cîhana xwe ji tundiya li dijî jinan rizgar bikin – GOTAR
Bi bilindkirina hişmendiya civakî ya bi rêbazên îdeolojîk û entelektuel, jin li dijî tundiya derûnî û fîzîkî têdikoşin û li dijî feraseta serdest a mêran radibin. Tecrûbeya jina Kurd, li dijî feraseta serdest ê mêr mînakek zindî ye.
HÊVÎDAR XALID
Di cîhaneke ku kaos û tevlihevî lê serdest e de, hemû kes bi hesreta xwegihandina pêşerojek baştir, li pey tiştên herî baş dibezin. Di cîhaneke xeyalan de rêwîtî dikin û ji guhertinên rêgez, nirx û exlaqî yên li dora wan diqewimin, bê agahî ne. Her tişt di bin zexta standardên jiyanê yên mukemel ên platformên înternetê de belav dikin de şewq û balkêşiya xwe winda dike. Ev jiyana mukemel, êdî tenê bi fikirandina xwe re jî dibe sedema şikestina xeyal, bi rîtma bi êş a rastiyê re hem keskahî û hem jî tiştên ku mane û çilmisîne dişewitîne, ji bo gelek kesan veguherî xeyalek.
Kesên bêguneh tên qetilkirin û tundiya li dijî jin û zarokan zêde dibe. Jin di sedsala 21’ê de di şert û mercên jiyanê yên herî dijwar de dijîn. Gelo dê ev sedsal mîna ku gelek kesan gotin bibe sedsala rizgariya jinan û rizgariya ji qalibên paşverû, koletiyê û hişmendiya zayendperest û serdestî mêr? Ev sedsala ku veguherî qadeke bi xwîn a jiyana jinan bi her awayî bû hedef, tundî tê rewakirin û bedana wan ji aliyê pergala kapîtalîst a cîhanî ve di gelek warên cuda yên jiyanê de û bi taybetî jî di şerên bêdad de, tê kedxwarîkirin. Jin û zarok, di navenda van şer û pevçûnên bi xwîn de cih digrin.
Em bi riya kamerayan û ekranên televîzyonê şahidî ji dîmenên trajîk re dikin
Jin her roj rastî binpêkirin û cureyên cuda yên tundiyê tên. Li Sûriyeya, westiyayî û ji kedxwariyê re vekirî, em bi riya kamerayan û ekranên televîzyonê şahidî ji dîmenên trajîk re dikin. Piştî Heyet Tehrîr el-Şam hat ser desthilatdariyê, li dijî Elewiyan binpêkirinên cidî hatin kirin û jinên Elewî para xwe ji sûc û komkujiyên herî mezin girtin. Ya herî girîng jî dayika Elewî ya Sûriyeyî "Zerqa Sebahî ye" ku zarokên wê ji ber nasnameya xwe hatin qetilkirin û dayikê cenazeyên zarokên xwe parast. Dayik rastî heqaretên mezhebî yên biçûkxistinê hat û ev dîmenê vekirî li ber cîhanê trajediya jinên Elewî dijîn radixe ber çavan.
Sûcê ku hat kirin medyaya dîjîtal hejand û wijdanê hemû kesên îdia dikin mirov in êşand; gotina wê ya navdar a "feşarat" ji bo hemû Sûriyeyiyên baş serînetewandina ji ber êrîş û fikrên leşkerên bi pere, bi bîr xist.
Tevî sozên rayedarên rêveberiya demkî ya cezakirina kesên ku zarokên Zerqa qetil kirine jî kujer hê serbest in û hesab nedane. Hemû sozên rêveberiya demkî vala dimînin. Elewî û bi taybetî jî jin, piştî êşa şer û binpêkirinên ku digihîjin sûcên şer, hê di nava fikar, tirs û rageşiyê de dijîn. Jin ji revandin û provokasyonan bigre heta înfazên li qadê, ji talankirina mal û kargehan û belavbûna terorê ya bi dirûşmên mezhebî/nijadperestî bigre heta dûrxistina jinan ji jiyana giştî ya bi riya qanûn û rêziknameyan, di şert û mercên pir xirab de dijîn.
Hovîtiya li peravên Sûriyeyê
Li peravên Sûriyeyê hemû malbat hatin qetilkirin, înfazên tolhildanê hatin kirin û mal û cihên kar hatin talankirin. Ev hemû bingeha bîrdoziya cîhadîst a ji hêla van leşkerên bi pere ve tê pejirandin nîşan dide. Mîna ku tê zanîn ev bîrdozî li dijî azadî û têkoşîna jinan e û cihgirtina jinan a di eniyên paş de diparêze. Hişmendiya wan a hişk, rê li ber vekirina qadeke ji bo têkoşîna jinan digre.
Ruxmê ku li ser komkojiyan li dijî gelê Elewî ya li peravên Sûriyeyê çend meh derbas nebû, di nîvê meha Tîrmehê de êrîşên li dijî gelê Durzî yên başûrê Sûriyeyê dest pê kir; bi taybetî li Suweydayê hemû endamên civakê li dijî van êrîşan zanebûn û wêrekî nîşan dan.
Endamên komên ku di bin navê Wezareta Parastinê de xebat dimeşînin, binpêkirinên giran pêkanîn: darvekirinên li qadê yên girtî û esîran, komkujiyên sivîlan, serjêkirin, komkujiyên girseyî, windakirinên bi darê zorê, revandin, talankirin û wêrankirina milkê; tundiya zayendî û civakî ya li dijî jin û zarokên keç, êrîşên li dijî sembolên pîroz û bi zorê jêkirina rihên mêrên oldar, li ser medyaya dîjîtal bikaranîna gotinên xayîn û kafîr ên li dijî gelê Durzî û bangên revandin û qetilkirina jinan…
Sûcên li dijî jinan bi sedemên ‘meşrû’ tên kirin û kes hesab nade
Hemû sûcên hovane, armanc dike ku hêmanên xweser ên Sûriyeyê ji holê rakin; ji ber ku ev kom cihêrengiya dewlemend û pergalên civakî yên cihêreng ên Sûriyeyê li dijî hebûna xwe û îdeolojiya wan a komunal a îslamî mîna gefek dibînin. Sûcên li dijî jinan bi sedemên "meşrû" tên kirin û kes hesab nade. Berevajî vê yekê, li ser medyaya dîjîtal dirûşmên ku qanûnên rêveberiya demkî rewa dikin, tên weşandin û gelek caran piştgiriya hinek aliyan digrin.
Hemû dîmenên li welat, nîşan didin ku ber bi modela îmaretê ya Talîbanê li Efganistanê ava kiriye re diçe. Jin ji hemû derfetên jiyanê bêpar hatin hiştin û bi tevahî ji jiyana giştî hatin vederkirin. Xuya ye ku jiyan dikeve nava qonaxeke aloztir û bêrehm.
Li Xezayê, weke Sûriyeyê, jin jiyana pir dijwar dijîn, di dabînkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn de zehmetiyan dikşînin û nikarin ji zarokên xwe derman bikin. Pergala tenduristiyê hilweşiyaye, Îsraîlê ketina pêdiviyên tibî sînordar kiriye, nexweşxane û personelên tenduristiyê hatine hedefgirtin û hê jî komkujî didomin.
Li Sûdanê jî bi heman rengî êrîş li ser jinan didomin
Ger em derbasî parzemîna Efrîkayê û bi taybetî jî bakur rojhilate Sûdanê bibin, em ê bibînin ku rewş heman e. 3 sal in di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de şerekî tund didome. Ev pevçûn êşa gelê sivîl û bi taybetî ya jinan zêdetir diki. Li gorî raporên NY’ê, li Sûdanê tecawiz bi awayekî pergalî û bi zanebûn weke rêbaz tê bikaranîn. Jinên ku ji El Faşêrê tên revandin, behsa qetilkirin û destdirejiya li dijî zarokên xwe kirin. Jin di nava zext, tundî û mirinê de dijîn.
Di şerê tund ê li Sûdanê de, ji ber kêmbûna qadên bi ewle û nebûna derfetên alîkariya parastin û derûnî ya jinan, rewş her diçe girantir dibe û jin bi her awayî dibin hedef.
Gelo li Sûdanê çi di be? Rêxistinên mafên mirovan û jinan li ku ne?
Li gorî daneyên fermî, li Darfûrê 11 milyon jin bi birçîbûn û tundiya zayendî re rû bi rû ne. Ev hemû hêmanên rasteqîn ên hikûmeta serdest a mêr, ji bo bi qetilkirin û rijandina xwîna jinan bidestxistina daxwaza desthilatdariyê ye. Pirsên lezgîn ev in: Gelo li Sûdanê çi di be? Rêxistinên mafên mirovan û jinan li ku ne? NY û rêxistinên mafên mirovan li ku ne? Cîhan hê jî Sûdanê û gelê wê tenê dihêle; gel ji pêdiviyên bingehîn bêpar e û di nava wêraniyên şer de têkoşîna jiyanê dimeşîne.
Li Sûdan û Efganistanê, binpêkirin û êrîşên zayendî yên li dijî jinan didomin; gelo cîhan dê tenê temaşe bike? Gelo dê kî dengê van jinan bibihîze? Gelo kî dê birînên şer derman bike û zirara ku ji ber polîtîkayên hikûmetê çêbûye telafî bike? Jin ji her alî ve bi gefên mirinê re rû bi rû ne.
Li Efganistan û Libyayê jî rewş heman e
Li Efganistanê jî rewş ne cuda ye; NY’ê ragihand ku qedexeyên Talîbanê karkirina jinan anî rewşek ne pêkan. Xwegihandina ofîsan kêm dibe, xebatên li qadan zehmet dibe û qutbûnên înternetê tecrîdek zêde diafirîne. Her wiha ketina nexweşxaneyan a bêyî burka qedexe ye û lênêrîna tenduristiyê tê astengkirin. Ev hemû ji bo kontrolkirin û tepeserkirina jinan tên kirin.
Ne li Lîbyayê, li seranserê herêmê jin rastî zordestiya sîber û gefan tên; hinek zarokên keç ji ber zexta malbatî û civakî dawî li jiyana xwe tînin. Zordestiya sîber, veguherî şêweyê herî hovane yê tundiya derûnî ya li dijî jinan. Jin li dijî her cureyê tundiyê bêparastin in, qanûnên parastinê nîn in û tedbîrên cidî nayên girtin.
Li hemû welatan tundî li dijî jinan heye
Li Tûnisê, di nava du mehan de 22 jin ji aliyê hevjîn an jî ferdên malbata xwe ve hatin qetilkirin; qanûnên parastina jinan nikarin pêşiya van sûcan bigrin. Zextên aborî û civakî yên di nava malbatan de didomin û kevneşopî û adet bi awayekî zêde tên sepandin.
Welatê tundiyê nîn e; li seranserê cîhanê bi rêjeyên bilind li dijî jinan tê pêkanîn. Li gorî lêkolînek ku meha borî li Fransayê hat weşandin, di sala 2024’an de 107 jin ji aliyê hevjîn an jî hevjinên xwe yên berê ve hatin qetilkirin. Jin rojane di bin navê "cînayetên namûsê” tên qetilkirin; ev di bingehê de cînayetên bi xwînsarî ye.
Tundiya pergalî ya li herêmê û cîhanê, nîşan dide ku riya têkoşîna li dijî vî belayê dirêj e. Abdullah Ocalan di "Manîfestoya Civaka Demokratîk" de dibêje: "Jinan civakê ava kir, mal ava kir û zarokên xwe xwedî kir... Qlana jinan û civaka wan hebû, jinan 30 hezar salan mirovahiyê birêve kir… Zewac tê wateya hepsa malê. Bûk tê xemilandin û di malê de tê hespkirin; dema jin di malê de tê sînordarkirin, dikeve nava atmosferek koletiyê ya mezin. Dema êdî nikare tehemul bike, diteqe; mêr tundiyê dike... Rojname bi van nûçeyan dagirtî ne… Yek ji hezaran li mêr dide lê ji sedî 99 mêr li dijî jinên tundiyê dikin.” Ev analîz rastiya me ya rojane nîşan dide.
Têkoşîna jinên Kurd û Ereb di vî mijarê de gelek destkeftî bi dest xistine
Bêguman, bi hezaran jin û bi sedan rêxistinên jinan li dijî hemû binpêkirinên li ser jinan têkoşîneke bi biryardarî dimeşînin. Bi bilindkirina hişmendiya civakî ya bi rêbazên îdeolojîk û entelektuel, hewl didin jin li dijî tundiya derûnî û fîzîkî derbikevin û li dijî feraseta serdest a mêran bisekinin. Têkoşîna jinên Kurd û Ereb di vî mijarê de gelek destkeftî bi dest xistine û hêj didome; jin hewl didin ku tecrûbeyên xwe bi hemû jinan re parve bikin û di têkoşîna li dijî şeran de hevgirtinê ava bikin. Tecrûbeya jina Kurd, li dijî feraseta serdest ê mêr mînakek zindî ye.
*Rojnamevan