‘Werin em cîhana mêr ê serdest veguherînin cîhana jin a jê bêhna hezkirin û azadiyê tê’

Rêvebera Kongra Star Sena Tamir bûyerên qetilkirina jinan wekî sûcekî mezin pênase kir û bang li jinan kir ku bi hev re cîhana mêr ê serdest veguherînin cîhana jinan a ku bêhna hezkirin û azadiyê jê difûre.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Civaka ku her tim di nav şer, qeyran û nakokiyan de ye, bê guman gelek bûyerên biêş jî dihewîne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku parçeyek ji vê gerdûnê ye, her çiqas li vir şoreşek pêk hatibe jî û jin pêşengtiya wê dikin jî, hîn şopên hişmendiya mêrsalar û baviksalar tê dîtin. Tiştê ku dibe, hewldanên guhertinê ye ku cîhana mêr ê serdest biguherînin û bikaribin jinê vegerînin ser koka wê û civakeke wekhev bidin avakirin.

Li ser van xalan Rêvebera Kongra Star a bajarê Til Temirê a Kantona Cizîrê Sena Tamir têkildarî têkoşîna jinan a ji bo guhertina hişmendiya mêr ji ajansa me re axivî.

Têkoşîna li dijî zayendperestiya civakî

Sena Tamir di destpêka axaftina xwe de behsa girîngiya têkoşîna li dijî zayendperestiya civakî kir û wiha got: “Ji ber zayendperestiya ku mêjiyê civakê hest û giyanê wan dagir û jehrî kiriye, bûye sedem ku di navbera her du zayendan de cûdahî hebe û rê ji wekheviyê re neyê vekirin. Ya ku rola cûdakariyê dilîze û wê kûrtir dike jî mêr e. Hişmendiya baviksalarî ji zaroktiyê de tê çandin. Ji zaroktiyê de li ser gotina; tu zilam î wî hîn dikin ku gotin di ser gotina wî re nabe û ew xwedî biryar e. Her wiha jinan jî li ser peyva tu keçî tu yê hevjîneke di mala hevjînê xwe de bî û zarokan xwedî bikî û erkên xwe li hember hevjînê xwe pêk bînî, mezin dikin. Lewma, di warê perwerdekirin û hişyarkirinê de têkoşîna ji bo guhertina mêr jî pir girîng e, da ku em bikaribin cîhana ku mêr lê serwer e biguherînin.”

‘Divê kuştina jinan normalîze nebe û neyê asayîkirin’

Sena Tamir balkişand ser bûyerên qetilkirina jinan a bi qestî an ne qestî û nêrîna xwe wiha anî ziman: “Da ku kujer xwe ji sûcên qetilkirina jinê bişo, jinên ku tên qetilkirin bi karên bêexlaqî tên tewanbarkirin. Lê gava yê tê kuştin mêr be, aliyê sêyemîn û êl, destwerdana dozê dikin da ku malbata yê kuştî razî bikin. Divê ku em ji kuştina jinan hişyar bin, kuştina jinan a bi qestî û ne qestî jî sûcekî mezin e ku divê zagon jê re çav negire. Piştguhkirina van dozan rê li ber qetilkirinên nû vedike, ji lewra şopandina dozên qetilkirina jinan girîng e ku kujer cezayê xwe yê pêwîst bistîne. Di gelek dozên kuştinê yên vê dawiyê de ev derdikeve holê ku mêr ji ber bi çekê dilîze û jê ne haydar e, fîşek li jinê dikeve û jin tê kuştin.

Jin di her warî de bi hesasiyet tevdigere û bi zanebûn gava xwe davêje, lê mêr ji ber ku bi tinazkirin çekê vedike û li ser jinê qaşo bi henekî diceribîne, di vir de zindiyek jiyana xwe ji dest dide û dawî li jiyana jinekê ku jiyan û hêvî dida derdora xwe tîne. Êdî divê ku kuştina jinan normal neyê dîtin.”

Guhertina mêr girîng e

Sena Tamir got ku jin ji dema destpêka mirovahiyê û civaka xwezayî ve têgihiştî ye û wiha behsa girîngiya têgihîştina mêr jî di serdema 21’an de kir: “Bi qasî zanakirina jinê zanakirina mêr jî pêwîst e û di asta yekem de ye. Ya ku divê were kirin wekî Rêber Abdullah Ocalan gotî perwerdekirin e. Em li vir divê ku mêr ji nû ve perwerde û ava bikin. Gava em behsa perwerdeyê dikin, ne ku em semînerek bidin û bimeşin, lê belê ya ku em behsa wê dikin ronîkirin û dirustkirina xalên ku di hişê civakê de şaş hatine fêmkirin in. Divê ku keç ji xwendinê neyên qutkirin û nedin zewicandin. Zewaca di temenek biçûk de, rê li ber pirsgirêkên hevjîniyê û berdanê vedike ku ev jî ji ber ne têghiştina rast a zewacê û avakirina malbate demokratîk pêk tê. Ji ber wê jî divê ku semîner, perwerde, serdanên malbatan her du zayendan bînin cem hev û wiha bikaribin her du aliyan jî perwerde û zana bikin. Çareserkirina pirsgirêka malbatekê dikare bandorê li malbên din jî bike. Ji lewra divê ku jin destgirêdayî nemîne, bizanibe çawa zincîra destê xwe xelek bi xelek veke.”

‘Pêkanîna hevjiyana azad çareseriyeke stratejîk e’

Sena Tamir hevjiyana azad weke xaleke ku dikare li hember pirsgirêkên civakî bibe mertal û çareserî binav kir û wiha girîngî da pêkanîna wê: “Bi pêkanîna hevjiyana azad re wê civak bikaribe hemû krîz, nakokî û pirsgirêkan derbas bikin. Di gelek mijarên jiyanê de ku wê zarok pê re rû bi rû werin, divê ku dayîk û bav ji zarokên xwe re sedem, erênî û neyîniyên wê şîrove bikin. Ji ber ku dayîk dibistan e, dibistana zarok û hevjînê xwe ye. Divê ku jin di warê derûnî, manewî û madî de were piştgirîkirin, da ku bikaribe hîn bêtir hawirdora xwe fêm bike û bikaribe li hember her cûre şantajan jî têbikoşe. Ji ber civaka me civakeke mêrsalar e, divê bi her awayî jin xwe biçek bike, çeka zanistê ne çeka kuştinê.”

‘Fermandar û pêşengên pêvajoya guhertinê jin in’

Sena Tamir di dawiyê de got ku jin berpirs in ku pêşengtiya pêvajoya guhertinê bike û cîhaneke aştiyane û azad ava bikin û wiha got: “Gava jin biryar bide bê guman wê biryareke aqilane û erênî be. Ger cîhan bi aqilê jinê birêve biçe wê destpêkê qetilkirina jinan bisekine, zayendperestî û cûdakariya di navbera her du zayendan de wê rabe, her kes wê wekhev bijî. Şopa jinan dimîne taybet gava xebateke wiha bi bandor dikin. Ya ku pêvajoya guhertinê birêve bibe jin e, ji lewra em hewl bidin bi hev re têbikoşin, cîhana mêrê serdest veguherînin cîhana ku jin di nav de azad bêyî ku ji kuştinê bitirse bijî, bidin avakirin.”