Weqfa Rîta bi xebatên xwe hewl dide civakê veguherîne
Rîta Naguîb a seroka Weqfa Mafên Jin û Zarokan a Rîta ye, bal kişand ku li gund û bajarokên dûrî navendê bi kampanayaya “lêdana derî” têkildarî pirsgirêka ‘sinetkirina jinan’ hişyariyê ava dikin lê hêj zewaca bi temen biçûk pirsgirêka herî girîng e.
ASMAA FATIHÎ
Qahîre- Li Qahîreyê, gelek sazî der barê pêşîgirtina tundiya li dijî jinan û tiştên divê li dijî tundiya muhtemel bên kirin de xebatên hişyarkirinê dimeşînin. Di van xebatan de jin hem di mijara aborî û hem jî mafên xwe yên hiqûqî de tên agahdarkirin. Weqfa Mafên Jin û Zarokan a Rita jî yek ji saziyên ku xebatên bi vî rengî pêk tîne ye.
Seroka Lijneya Rêveber a Weqfê û di heman demê de Dîrektora Îcra ya Weqfa Jinên Ereb û Afrîqayê Rîta Naguîb, der barê xebatên hişyarkirinê yên li gund û bajarokan ji bo jin û zarokên keç dimeşînin de, pirsên ajansa me bersivand.
* Weqfa Jinên Ereb û Afrîqayê xebatên çawa dimeşîne? Hûn dikarin behsa xebatên xwe bikin?
Me li gund û bajarokan li ser tundiya li dijî jinan gelek çalakiyan li dar xist. Em bi kampanyaya “Lêdana derî” çûn malên kesên ku me diyar kirine û rasterast me agahiyan da. Me bi hevkariya endamên Weqfa Mafên Parêzvanên Jin a Misrê re ji bo dozên jinên ku alîkarî xwestine, piştgiriya hiqûqî pêşkêş kir. Me xebatên xwe li herêmên dûrî navenda bajêr zêdetir kir. Em armanc dikin ku di pêvajoya pêşiya xwe de di çarçoveya piştgiriya tenduristiyê de ji bo tesbîta zû ya penceşêra pêsîrê xebatan bimeşînin. Ji ber ku li herêmên gundewar û herêmên xizan ên hundir, di mijara penceşêra pêsîrê de pedivî bi hişyarkirinê heye.
* Hûn diyar dikin ku hûn xebatên xwe zêdetir li gund û bajarokên dûrî navenda bajêr pêk tînin. Tesbîtên we yên der barê pirsgirêkên jinên li herêmên gundewar dijîn çi ne?
Li herêmên dûrî paytextê gelek qeyran tên jiyîn. Bi taybetî zewaca bi temen biçûk yek ji pirsgirêkên derdikeve pêş e. Çareserkirina pirsgirêkê xebatek demdirêj dixwaze. Nêrînên mirovan der barê vê mijarê de pir tevlihev in. Ji bilî ku weke çand parastina zewaca di temenê biçûk de xizanî, di perwerdeyê de girîngîdayîna mêran û perwerdekirina zarokên keç heta refa 6’emîn a dibistana seretayî jî dikare di nava sedeman de were rêzkirin.
'Di mijara sinetkirina jinan de hişyariyek çêbû’
* Hewldanên we yên avakirina hişyariyê ya der barê pirsgirêkên ku jin û zarokên keç di nava civakê de dijîn hene. Bi taybetî hûn di xebatên xwe yên li gund û bajarokan de encamên çawa digrin?
Yek ji mijarên herî girîng ku di raya giştî deng veda jî ‘sinetkirina jinan’ e. Me çavderî kir ku der barê bandorên derûnî yên sinetkirina jinan de bi hemwelatiyan re asteke bilind de hişyarî çêbûye. Gelek dayikên ku di pêkneanîna ‘sinetkirina jinan' de bi biryar in hene. Êdî dayik naxwazin zarokên wan ên keç rastî sûcekî ku mafên wan ên mirovî binpê dike bên. Gelekî girîng e ku 'sinetkirina jinan' weke tundiyê tê dîtin û êdî gelek jin naxwazin vê yekê bijîn. Ev geşedanên pozîtîf, encamek xebatên hişyarkirina civakê ya saziyên sivîl e.
*Weke Weqfa Mafên Jin û Zarokan a Rîta îsal di plana we de xebatên çawa hene?
Em ê bi taybetî di çarçoveya xebatên hişyarkirina jinan a têkildarî mafên wan de, kampanyayên xwe yên lêdana derî û xebatên qadê berdewam bikin. Xebatên me yên pêşîgirtina li her cure tundiyê ku yek ji qeyranên herî mezin ên jin dijîn e jî dê bidomin. Em ê bi taybetî li gund û bajarokan ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku hemwelatî di warê mafê tenduristiyê û gihandina dermanan de dijîn, bi tîmên tenduristiyê re ji bo piştgiriya tibî planek çêbikin.
Her wiha weqfa me dê der barê jêhatibûnên wek derhênerî, lîstikvanî û wênesaziyê de bernameyan amade bike. Em ê hevkariya xwe ya bi Weqfa Mafên Parêzvanên Jin a Misrê re berdewam bikin.