Wêneya keça Efgan mîna ‘Sembola Hêviyê’ hat hilbijartin
Xelatgirên Pêşbirka Wêneyan a UNICEF’ê ya 2025’an hatine ragihandin. Elise Blanchard xelata yekem, Natalia Sapronova duyem û Surao Das jî xelata sêyemîn wergirt.
Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeya Guardianê, xelatgirên Pêşbirka Wêneyan a UNICEF’ê ya 2025’an hatine ragihandin. Wêneya serketî, ji aliyê rojnamevana fransî Elise Blanchard ve hate kişandin, Hajîra ya 10 salî ya ji parêzgeha Nangarhar a Efganistanê, mîna ku ders dixebite nîşan dide. UNICEF’ê ev wêne mîna sembola "berxwedana bêdeng" a zarokên keç ên ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar mane bi nav kir.
Xelata duyemîn ji Natalia Sapronova re û xelata sêyemîn jî ji Surao Das re hate dayîn. Ji Îranê du serî yên "Vegera Jiyanê" ya Hossein Bris û "Rûyên Zarokan Çi Dibêjin?" ya Ariz Qaderî jî, ji aliyê juriyê ve teqdîra taybet wergirt.
UNICEF’ê diyar kir ku wêneya qezenç kir balêdikişîne ser bêparkirina mafê perwerdehiyê yê zarokên keç ên Efganî û wêneya Hajîra sembola hêvî û berxwedanê ye. Berhemên hatine hilbijartîn dê li Berlînê werin pêşandan û pêşangeh armanc dike ku bandora perwerdehiya zarokan, xizanî, bandorên jîngehê û qeyranên herêmî li ser asta navneteweyî nîşan bide.
Juriyê, destnîşan kir ku seriyên ku teqdîra taybet wergirtiye, mijarên cûda yên ji Efganistan, Îran, Mongolya, Hindistan, Xeza, Efrîkaya Başûr, Ukrayna û Îngîlterêyê vedihewîne. Xelata Wêneya Salê ya UNICEF’ê, berhemên ku şert û mercên jiyana zarokan baştir nîşan didin bi rêya ofîsa xwe ya li Elmanya hildibijêre û berhemên serketî li Berlînê pêşkêşî gel tên kirin.