Welîda Botî: Nasnekirina YPJ’ê înkarkirina têkoşîna dîrokî ya jinan e

Endama Meclîsa Ol û Baweriyan Welîda Botî diyar kir ku naskirina YPJ’ê û garantîkirina rola jinan di destûrê de, dê Sûriyeyê ji tarîtiya hişmendiyê rizgar bike.

RONÎDA HACÎ

Heseke – Li seranserê cîhanê û bi taybetî li Sûriyeyê, bangên ji bo naskirina fermî ya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) a di nava Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de, zêde dibin. Endama Meclîsa Ol û Baweriyan Welîda Botî, ji ajansa me re li ser girîngiya naskirina fermî a YPJ’ê axivî.

‘Hewl tê dayîn ku li Sûriyeyê hişmendiyeke tarî bê afirandin’

Welîda destnîşan kir ku naskirina siyasî ya fermî ya YPJ’ê tê wateya qebûlkirina ku jin ne tenê hevkarên ku rola wan bi xizmetê an rolên duyemîn ve sînordar e ne, di biryardayîna serwer de, bi taybetî di mijarên ewlehî û parastinê de, hevkarên bingehîn in. Welîda diyar kir ku nebûna naskirina fermî ya YPJ’ê, tê wateya afirandina jiyana tarî ya ku DAIŞ dixwest biafirîne û axaftina xwe wiha domand: “Ger parastina jinan wekî ‘Yekîneyên Parastina Jinan ên ku cîhanê ji tariya terorîzmê diparêzin’ neyê qebûlkirin, wê demê hewldanên ji bo afirandina hişmendiya tarî ya ku DAIŞ’ê dixwest li herêmê ferz bike, dê ji nû ve bên destpêkirin.”

‘YPJ’ê bandorek dîrokî li ser cîhanê kiriye

Welîda bal kişand ser têkoşîna YPJ’ê ya ji bo rizgariya jinan û ragihand ku ew hêz, xwe ji bo parastina her jinekê berpirsyar dibînin. Welîda Botî wiha got: “Jin YPJ’ê mîna parêzvanên xwe dibînin. Ji ber ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de, wan gazî YPJ’ê kir ku wan ji tarîtiya DAIŞ’ê rizgar bikin. YPJ xwe ji bo parastina her jinekê berpirsyar dibîne. Nimûneyek ji vê yekê, têkoşîna wan a ji bo parastina jinên Êzîdî ya li Şingalê ye, ku berpirsiyariya wan a ehlaqî û wicdanî li seranserê cîhanê deng veda.”

‘YPJ’ê li hember ferasetek 5 hezar salî bawerî û hêz di nav jinan de çand’

Welîda destnîşan kir ku ev feraseta 5 hezar salî bi her awayî hewl daye ku bawerî, îrade û hêza jinan bişkîne û wan di nav sînorên malê de dorpêç bike. Welîda da zanîn ku YPJ’e van hewldanan têk biriye û wiha pê de çû: “Ev 5 hezar sal in jin di bin ferasetek baviksalar de rastî tundî û îstîsmarê tên. Vê ferasetê ji bo jinan ti bawerî an sînor neafirand. Bi damezrandina YPJ’ê re, baweriya her jinê bi hêz û îradeya xwe hat çandin. Jinan hemû sînorên ku ji bo bindestkirina wan di vê rolê de hatine xêzkirin, şikandin û YPJ’ê wek mînakeke hêzê dibînin.”

‘Jin di hemû ol û baweriyan de pêşeng in

Welîda bal kişand ser rola pêşeng a jinan a di hemû ol û baweriyan de û vê bandorê bi van gotinan anî ziman: “Jin her tim di hemû ol û baweriyan de pêşeng bûne û di rêvebirina civakên xwe de roleke girîng lîstine. Jin beşdarî qada leşkerî bûne û rola pêşengtiyê lîstine. Mixabin, dîroka rolên jinan di wan serdeman de nehatiye nivîsandin. YPJ di 15 salan de xwe birêxistin kiriye û şerekî ji bo guhertina hişmediyê meşandiye. Naskirina Yekîneyên Parastina Jinan, dê têkoşîn û pêşeroja jinan ji windabûnê biparêze.”

‘Nêzîkatiyên neheq li hemberî têkoşîna jinan derdikevin holê’

Welîda diyar kir ku naskirina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û garantîkirina rola jinan di destûrê de, dê Sûriyeyê ji tarîtiya hişmendiyê rizgar bike û nirxandinên xwe wiha bi dawî kir : “Dema ku em îro ber bi Sûriyeyeke nû ya ku ji dîktatoriyê rizgar bûye ve diçin û bi hatina hikûmeta Şamê re, rol û hêza jinan dê carek din neyê naskirin, wê demê hemû jinên Sûriyeyê dê neyên naskirin. Dema ku em dibînin ku jin di entegrasyonê de nayên qebûlkirin û di nava gelek wezaretan de tenê jinek hebe, ev niheqî û înkarkirina têkoşîna dîrokî ya jinan e. Redkirina siyaseta înkarkirinê  û bilindkirina asta têkoşînê, bersiva herî xurt e.”