Welatiyan li çawişên pispor ên zarokan taciz kiririne xistin

Li Colemêrgê welatiyan li çawişên pispor xistin. Hat zanîn ku çawiş di konsera walîtiyê de zarokan tacîz kirin e.

Navenda Nûçeyan – Walîtiya Colemêrgê li navçeya Çelê “Festîvala Foto Safarî û Sporên Xwezayê ya Çelê” li dar xist. Di konsera roja dawî ya festîvalê de, hat diyarkirin ku du zarok bi tacîza çawişên pispor re rû bi rû mane. Ciwanên beşdarî konserê bûn, li wan çawişên pispor ku tacîzî zarokan kirine, xistin. Çawişên pispor rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê. Wek her carê dîsa hat îdiakirin ku ev çawişên pispor serxweş bûn e.  

Di dîmenan de tê bihîstin û xuyakirin ku polîsek ji çawişek pispor re ku rakirine nexweşxaneyê dibêj, “Huseyîn tengasiyek tune ye.”