Welatiya Baheyî Mînû Andekhas hate binçavkirin
Hêzên ewlehiya Îranê bêyî biryarek dadweriyê hebe, welatiya Baheyî Mînû Andekhas binçav kirin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên medyaya mafên mirovan, welatiya Baheyî Mînû Andekhas, di 31’ê Adarê de ji aliyê hezên ewlehiyê ve bêyî biryarek dadweriyê, hate binçavkirin.
Li gorî raporê, di dema binçavkirinê de dest danîne ser telefona Mînû Andekhas û ew birine cihek ne diyar.
Hate diyarkirin ku di 28’ê Çileya 2026’an de jî, welatiya Baheyî Mînû Andekhas dema ne li malê bû, hêzên ewlehiyê avêtine ser mala wê û dest danîne ser pirtûkên olî û tiştên wê yên ferdî.
Balkêş e ku di vê dema krîza şer tê jiyîn de, bi taybetî di serî de welatiyên Baheyî, binçavkirinên sivîlan zêde bûne.