Wê ji bo Nagîhan Akarsel çalakiya roja îmzeyê bê lidarxistin

Di 2’yemîn salvegera qetilkirina akademîsyen û rojnameger Nagîhan Akarsel de wê bi pêşengiya jinan çalakiya îmzeyê bê lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Ji bo endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya akademîsyen û rojnamevan Nagihan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin, li Stenbolê çalakiya îmzekirina pirtûkê tê lidarxistin. 

Di çalakiya ku bi pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG),  Atolyeya Jineolojiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) wê bê lidarxistin de, pirtûka Nagihan a bi navê "Bêhna Axê" wê ji aliyê siyasetmedar Sebahat Tuncel ve bê îmzekirin.

Çalakiya ku wê di 4'ê Cotmehê roja qetilkirina Nagîhan de bê lidarxistin, wê saet di 19.00'an de li Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê bê lidarxistin.