‘Wargeha Mexmûr rojane bi êrişên dewleta Tirk re rû bi rû ye’

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûrê Qîmet Kilinç, diyar kir ku tevî wargeha Mexmûrê di bin berpirsyariya NY û hikûmeta Iraqê de ye jî rojanê rastî êrîşên dewleta Tirk tê û got: “Bêdengiya li dijî êrîşan, nîşaneya hevkariyê ye.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr- Gelê wargeha Mexmûrê yên di salên 90’î de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk koçî xaka Iraqê kirin û piştî rêwitiya penaberiyê ya dirêj li Wargeha Mexmûrê niştecihbûne, bi salane rastî hercurê êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê tên. Gelê Mexmûrê tenê di nava 6 rojan de 2 caran rastî êrişên hewayî yên dewleta Tirk hatin. Di êrîşa ku 10’ê Îlonê ya li dijî mala Dayikên Aştiyê de 3 dayik birîndar bûn û gelek ziyanên madî çêbûn. Herî dawî duh ango 16’ê Îlonê jî dewleta Tirk carek din êrîşekî hewayî pêkanî û vê carê baxçeyê malbatekê bombebaran kir û di encamê de tu ziyanên canî çênebûn.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Qîmet Kilinç, têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li dijî Wargeha Mexmûrê ji ajansa me re axivî.

‘Wargeha Mexmûr rojane bi êrişên dewleta Tirk re rû bi rû ye’

Qîmet Kilinç, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji sala 2017’an vir ve bênavber rastî êrîşên dewleta Tirk tên û wiha got: “Wargeha Mexmûr ji sala 2017’an vir ve êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam dike. Em wek gelê Mexmûrê rojane rastî êrişên dewleta Tirk tên. Her çiqas em wargehekî di bin siwana Neteweyên Yekbûyî û di bin parastina hikûmeta Iraqê de bin jî roj bi roj êrîşên dewleta Tirk tên. Dewleta Tirk dixwaze di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd û gelê ku xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe birêxistinkiriye tûne bike. Hemû kes dizanîn ku Wargeha Mexmûrê, wargeha penaberên siyasî ye û wargehek ya sivîlan e. Gelê Mexmûrê ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a li dijî xwe koçî xaka Iraqê bûn. Em wek gelê Mexmûrê ji ber nasnameya xwe ya siyasî koçberbûn û li ser vê esasî jiyana xwe didomînin. Em wek civaka Mexmûrê parastina xwe bi xwe dikin.”

‘Di encama her êrîşa tê kirin de zarok, jin û civak bandor dibe’

“Tevî ku şandeya Neteweyên Yekbûyî û Iraqê di nava wargehê de bûn û karê xwe yê serjimêriyê dewam dikin jî êrîşê wargehê dikin. Dewleta Tirk mala Dayikên Aştiyê yên daxwaza aştiyê dikin hedef kir. Di encama her êrîşa tê kirin de, zarok, jin û civak bandor dibe. Êrîşen li dijî me di encama lihevkirina qirêj a dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê û hikûmeta Iraqê de pêkte. Em wek gelê wargehê rojane bi şerê taybet re rû bi rû dimînin. Ev yek bi hevkariya PDK’ê û Iraqê pêkte. Saziyên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî yên dibêjin em mafên mirovan û penaberan diparêzin, bêdengiya xwe diparêzin. Ev bêdengî, nîşaneya hevkariya wan e.”

Bi hevkariya PDK'ê xaka başûrê Kurdistanê tê dagirkirin’

Qîmet Kilinç, diyar kir ku PDK’ê û hikûmeta Iraqê ji bo berjewendiyên xwe hevkarî bi dewleta Tirk re dikin û wiha got: “Îro tênê wargeha Mexmûrê, bi hevkariya PDK’ê tevahî xaka başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tê dagirkirin. PDK’ê û Hikûmeta Iraq ji bo berjewendiyên xwe hevkarî bi dewleta Tirk re dikin û gelê Kurd tûne bikin.  Em bang gelê başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî êrîşan xwedî helwest bin. Em bang li saziyên mafên mirovan û navnetewî dikin ku bila erk û berpirsyartiyên xwe bi cih bînin. Hikûmeta Iraqê ku dibêje em parastina gelê Mexmûrê dikin, qada xwe ya esmanî ji bo balafirên dewleta Tirk vedike. Em dewleta Tirk û hêzên dagirker şermezar dikin.”

‘Divê em bibin yek û têkoşîna xwe bilintir bikin’

Qîmet Kilinç, di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku li dijî êrîşan têbikoşîn û wiha got: “Divê wek gelê Kurd em bibin yek û li dijî êrîşa têkoşîna xwe bilintir bikin. Rûxmê hemû êrîşan bi awayî em dev ji doza xwe bernadin û lêgerîna xwe ya azadiyê bidomîne.”