Veşartina dane û dozên qetilkirina jinan hêz dide kiryaran
Li Başûrê Kurdistanê qetilkirin û tundiya li dijî jinan didome. Tenê ji destpêka vê salê ve 4 jin hatine qetilkirin û 6 jî bi awayek bi guman mirine. Li şûna pêşigirtina qetilkirin û tundiya li ser jinan, veşartina daneyan dibe sedema zêdebûna bûyeran.
Navenda Nûçeyan- Li Başûrê Kurdistanê diyardeya qetilkirina jinan, weke nîşaneyek ji hişmendiya mêrsalar, ji ber sedemên cûr bi cûr di civakê de berdewam dike. Hikûmet, dadgeh, rêxistin, sazî ji ber bêxemî û xemsariyê nekarîne pêşî li vê diyardeya metirsîdar bigirin. Pêşî negirtina vê diyardeyê û veşartina daneyên rast, dibe sedema zêdebûna qetilkirin û tundiya li dijî jinan.
Kevneşopî, çanda eşîrî û qetilkirina jinan!
Li Başûrê Kurdistanê, serdestiya hêza eşîrî û çanda baviksalar destwerdanê di biryardan û diyarkirina çarenûsa jinan de dike. Mêr wekî serwerê malê tê dîtin û tundiya li ser jin û zarokan wekî celebek perwerde û mafên milkê tê dîtin. Ji ber vê yekê, jin ji hêla mêrên nêzîkî wan ve bi hinceta parastina “namûsa” xwe têne qetilkirin. Heta jin jî ji ber biryarên pir taybet û kesane yên di jiyana xwe de têne kuştin. Di heman demê de, civak bêdengiya li dijî tundî û qetilkirina jinan bi “şerm û parastina rûmeta malbatê” rewa dike.
Li Başûrê Kurdistanê daneyên qetilkirina jinan
Li gorî daneyên mehane yên ajansa ROJNEWS’ê, ji destpêka îsal ve li Başûrê Kurdistanê çar jin hatine qetilkirin û şeş jin bi guman mirine. Par, li hemû bajarên başûrê Kurdistanê 51 jin hatin qetilkirin.
Sûcdar têne berdan an jî dozên wan têne girtin
Têgeha “namûsê” wekî amûrek ji bo kontrolkirina beden û reftarên jinê hatiye bikaranîn. Tevî hebûna qanûnê, lihevhatina eşîrî, destwerdana siyasî û civakî, rê li ber kujerên jinan digirin û nahêlin bên cezakirin.
Di vê çarçoveyê de, Serokê demborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hemû hewlên xwe daye da ku daneyên qetilkirina jinan û tundiya li dijî jinan qedexe bike û pêşî li belavbûna wan bigre. Di heman demê de destwerdana di karê dadgehan de, dozên bê çareserî yên jinan û qetilkirina jinan berdewam dikin û sûcdar pir caran ji ber piştgiriya partiyan têne berdan an jî dozên wan têne girtin.
Di heman demê de, di 21’ê Kanûna 2025’an de, pêşniyara guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya Îraqê hate pejirandin. Ev pejirandin di berdêla pejirandina sê pêşnûmeqanûnan de bû.
Dixwazin jinan ji qada civakî dûr bixin
Çanda mêrsalar û dadgeh bi hev re di bin fermanên xwe de bûne otorîter û dixwazin jinan ji qada civakî dûr bixin.
Di 24’ê Adara 2025’an de Wezareta Dadê ya başûrê Kurdistanê wek beşek ji veşartina dozên qetilkirina jinan, normalkirina qetilkirinan, bi taybetî qetilkirina jinan, qedexe kir.
Li Başur hebûna 400 rêxistinên jinan û parêzvanên mafên jinan
Li başûrê Kurdistanê zêdetirî 400 rêxistinên jinan û parêzvanên mafên jinan hene. Çalakvanên jin berê ji bo rêxistinkirina civak û malbatan têkoşînên bêhempa kirine û di saziyên hikûmetê û partiyên siyasî de bandor li wan bûye. Lê belê îro, ji ber dabeşbûna wan a di nav reng û partiyên siyasî de, nekarîne helwestek cidî li dijî tundiya li hember jinan bigirin. Li şûna ku wekî parêzvanên rastîn yên jinan xuya bikin, bûne amûrên siyasî.
Ji ber hewldanên hikûmetê yên veşartina dane û dozên qetilkirina jinan, bêxemiya dadgehan û xemsariya rêxistin û saziyan, ev diyardeya kirêt berdewam dike û heta niha pêşî lê ne hatiye girtin.