Vekirina rêya M4 gaveke girîng û stratejîk e

Cîgira Meclisa bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê Madlên El-Ibêd destnîşan kir ku rêya M4 mifteyek stratejîk, aborî, siyasî û mirovî ye ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Di çarçoveya lihevkirina hevpeymana ku 29’ê Çileyê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Şam ê de piştî 7 salan çend roj berê rêya navnetewyî ya M4, hat vekirin.

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Serêkaniyê û Girê Spî dest bi êrîşêke berfireh kirin, di encamê de rêya M4 hat girtin.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef li ser heman rêyê ji aliyê çeteyên girêdayî dagirkeriya dewleta Tirk ve, hat qetilkirin.

Îro piştî 7 salan, di lihevkirina 29’ê Çileyê de, rê careke din hat vekirin.

Li ser girîngiya girtin û vekirina rêya M4 a navdewletî û bandora wê li ser tevgera aborî, bazirganî û mirovî, Cîgira Hevserokên Meclisa bajarê Til Temirê ya kantona Cizîrê Madlên El-Ibêd axivî.

M4 rêya herî stratejîk ya li Sûriyeyê ye

Madlên El-Ibêd di destpêkê de girîngiya rêya M4 anî ziman û got: “Rêya M4 yek ji rêyên stratejîk ên herî girîng li Sûriyeyê û damarên jiyanê ya girîng tê hesibandin. Her wiha girîngiya wê ya leşkerî û siyasî jî heye. Ji ber vê yekê, ev rê bû xala nakokiyê ji bo dagirkeriya Tirk ên ku dixwestin kontrola xwe li ser herêmê ferz bikin. Bi vî awayî, rê xwedî girîngiyeke leşkerî, aborî û mirovî ya mezin e.”

7 sale gel zehmetiyan dikşîne

Madlên El-Ibêd zehmetiyên girtina rê û bandora wê li ser jiyana mirovan bibîr xist û got: “Heft sal in, sivîlên li ser rêya M4 dijîn ji ber astengiyên çûnûhatina di navbera bajar û herêmên din de dikşînin. Her wiha tevgera aborî di navbera bajarên herêma Cizîrê û parêzgehên din ê Sûriyê de jî, hatibû rawestandin.”

Sûdên wê yê bazirganiyê

Madlên bi berdewamî li ser tevgera bazirganî got: “Herêm ji zêdebûna qezencê û lîsansên hawirdekirinê ji welatên cîran jî sûd digire, ji ber ku ev rê çend welatên cîran û parêzgehên Sûriyeyê bi hev ve girêdide. Ev rê Laziqiyê û Helebê bi Qamişlo û Iraqê ve girêdide û ji bo herêma me pir girîng e.”

Xwendekar û nexweş û girtina rêyên xeternak

Madlên El-Iɓêd bal kişand ser astengiyên xwendekar û nexweş dikşandin û dibêje bi vekirina rê re wê ev astengiyên heyî ji holê rabe. Madlên dibêje: “Girtina rê tevgera xwendekaran di navbera herêmê û parêzgehên Sûriyeyê de ji bo gihiştina zanîngehan, asteng dikir. Nexweşên bi nexweşiyên kronîk jî di gihîştina nexweşxaneyan de, gelek zehmetî dikişandin. Ji ber ku ew neçar bûn rêyên pir xeternak ya jî carinan rêyên pir dirêj bikarbînin.

Di encamê de, hin nexweşan li ser van rêyan jiyana xwe ji dest didan, hemû jî ji ber nakokî û êrîşên dewleta Tirk li ser vê rêyê bû. Lê êdî ev zehmetî wê kêm bibin.”

Wê herêm carek din xwe vegere

Madlên destnîşanî vekirina rê kir û got ku bi vekirina rê re wê herêm carek din xwe vegere  û wiha dewam kir: “Ev rê ji bo tevgera jinan û gihiştina bajar û parêzgehên din, gavek gelek baş bû. Bi taybetî jî êdî wê tu kes tirsa teqîna mayînan û tirsa jiyana xwe ji dest dayînê nejî.”

Madlên El-Ibêd da xuya kirin ku ev rê bi lihevkirinên navdewletî û lihevkirina 29’ê Çileyê di navbera QSD’ê û Şamê de hat vekirin û bi van gotinan dawî li axivtinên xwe anî: “Rê, di çarçoveya lihevkirin û entegrasyonê de hat vekirin. Pêşbînî heye ku piştî heft salan, vekirina vê riyê ji bo herêmê jî gelek başbe.”