Vegera Înanna: Bilindbûna ruhê xwedawendan li ser Îranê – 2
Felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya Abdullah Ocalan, bi destgirtina şêwaza pirsgêrêka jinan û paradîgmayê bi pêş xist, bi Şoreşa Rojava re şênber bûye û ji bo jinên Îranê bû model û hêza çavkaniyê.
HAVRÊ ZAGROS
‘Odeyek aydê jinan nîn e’
Virginia Woolf
Me di beşa yekem a vê nîvîsê de bingeha berxwedan û têkoşîna dîroka jinên Îranê girt dest. Em ê di vê beşê de jî dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ku hêzê dide vê tevgerê bigrin dest. Em ê di vê nîvîsê de bingehên teorîk, gavên ku îlhamê didin vê tevgerê binirxînin. Bi rastî jî di vê beşê de armanca me bersivdayîna vê pirsê ye: Dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ji kîjan nêzîkatî û teoriyên felsefî derketiye holê û çawa tevgera jinan li Îranê baweriya xwe bi vê felsefeyê anî û veguherî tevgereke wiha mezin? Beriya ku em bersiv bidin vê pirsê di destpêkê de em ê berê xwe bidin nêrînên Abdullah Ocalan û em ê teoriyên jin-jiyan-azadî bigrin dest. Piştre pratîkbûna van teoriyan li Rojava û çawa ji felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” îlham girtiye bigrin dest.
Ji bo ku jin odeyên xwe çêbikin wan teşwîq kirin
Karl Marx di berhema xwe ya bi navê “Rexneya Felsefeya Hiqûqa Hegel” de wiha dibêje: “Divê madeyê veguherînin heza madî lê dema ku teorî carek gel fem bike made dê veguhere hêzê’ ji bo bersiva vê pirsê Marxê ciwan wiha dibêje: “Dema ku teorî dilê gel qezenc bike dê veguhere hêza madî.”
Gelo teoriyên Abdullah Ocalan der barê jinan de çi ne ku ewqas belav bû, veguherî hêza madî? Abdullah Ocalan ji bo jinan çi got ku ewqas weke gotinên Marx di nava civakê de belav bûn û ewqas di qadeke berfireh de guhertin hat çêkirin û bû hêza çalakiyê? Çima li şûna fikrên femînîstek an bîrewerek fikrên Abdullah Ocalan ewqas jinan xist tevgerê? Ji bo ku em bersiva van pirsan bibînin divê em berê xwe bidin nêzikatiyên felsefî yên Abdullah Ocalan.
Abdullah Ocalan bala xwe daye kapasîteya azadiyê ya modernîteya demokratîk, bi taybetî rola ku jinan di dîrokê de lîstine. Li gorî wî, “dîrok di roja me de weşartiye û roja me ya niha jî di dîrokê de weşartiye” ji ber vê yekê ew, der barê dîrokê de xwendinek cuda dike û gotinên zanistî û dîrokî yên serdest û paradîgmayên heyî yên ku rola dîrokî ya jinan paşguh dikin û bi berdewamî ji nedîtî ve tên lêpirsîn dike. Bi taybetî balê dikşîne ser Hîlala bi bereket a Mezopotamyayê ku li herêma Zagros-Torosê jinan weke bingeha civakan û avakerên şaristaniya mirovahiyê roleke girîng lîstiye.
Li gorî Abdullah Ocalan, piştî ku otorîteya "Dayik-jin” winda bû, çand û axa gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê hat dagirkirin û ev xak bûne goristana gelan. Ocalan hişmendiya netewperest û polîtîkayên ku ji vê hişmendiyê derdikeve holê bi şeklek radîkal rexne dike û wan bi desthilatdariya mêr weke hev dibîne. Li gorî wî netewperestî û desthilatdariya mêr du bîrdoziyên ku hev xwedî dikin e. Vê hişmendiyê red dike û bawer dike ku polîtîkaya jiyana komînal a jinan wê aştiyê bîne. Abdullah Ocalan dibeje ku heya jin azad nebin, tu azadî bi pêş nakeve, ji ber ku koletiya jinan ji her koletiyê kûrtir û bi cih bûye.
Şoreşa Rojava û pratîzekirina fikrên Abdullah Ocalan
Ji sala 1994’an û vir ve bi taybetî li herêmên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hay ji teoriyên Ocalan heye. Gelek Îranî berhemên Abdullah Ocalan ên ku bi Farsî hatine wergerandin an jî bi riya xwendekarên Kurd ên zanîngehê nas kirine û hay ji van fikran çêbûne. Lê belê Şoreşa Rojava, Berxwedana Kobanê û bi taybetî jî têkoşîna bêhempa ya jinan a li dijî DAIŞ’ê girîngiyên teoriyên Ocalan ji bo jinên Îranê derxistiye holê. Michael Hart, taybetmediyek girîng a Tevgera Rojava weke têkbirina serwerî û hiyerarşiya zayendî pênase dike û diyar dike ev rewş xwedî taybetmediyek “cinawir”e. Jixwe jinên Rojava ne tenê li ser esasê azadiya jinan, şoreşê pêk tînin, di hemû qadên civakî de jin bi awayekî aktîf û diyarker rola xwe dilîzin. Bi taybetî ji bo jinên Îranê bûye çavkaniyek mezin a îlhamê.
Yek ji taybetmendiyên girîng ên tevgera jinan a li Rojava avakirina avahiyên weke akademiyên taybet ên jinan, komele, yekîneyên parastinê yên li dijî tundiya li ser jinan, gundên tenê ji aliyê jinan ve tên rêvebirin û YPJ (Yekîneyên parastina jin) e. Hemû pêkhateyên siyasî û civakî yên li Rojava li ser esasê hevserokatiyê hatine avakirin û ev yek ji pêkhateya wekhevîxwaz û tevgera jinan xurt kiriye.
Peymana civakî ya Rojava, li dijî avahiyên serdest a mêr Rojhilata Navîn weke metneke gelek pêşketî tên dîtin. Ev peyam prensîba wekheviya tam a di navbera jin û mêran de diparêze û wekheviyê di gelek mijarên weke mafên jinan ên kar, mîras, hevberdan û mafê xwedîkirina zarokê di gelek mijaran de wekheviyê pêk tînin.
Çavkaniya îlhamê
Me hewl da em nîşan bidin ku tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" çawa bi berxwedana jinên dîrokî ve hatiye mezinkirin û çawa hewl daye ku ji zehmetiyên ku jin ji berê ve heta niha bi wan re rû bi rû maye derbas bike. Me bal kişand ku teoriyên Abdullah Ocalan çawa di pratîkê de hatin jiyîn û çawa şoreşa Rojava ji bo azadî û wekheviya jinan modeleke girîng pêşkêş dike.
Felsefeya Abdullah Ocalan weke yek ji hîmên bingehîn ên tevgera "Jin, Jiyan Azadî" bûye çavkaniya îlhamê. Di têkoşîna jinan a ji bo parastina mafên xwe de, ezmûnên li Rojava ji bo jinên Îranê bûne mînak û çavkaniya hêzê.
Ev hemû pêvajo careke din radixe ber çavan ku jin di qadên civakî û siyasî de çi hêzeke girîng pêk tînin û azadiya wan ji bo mirovahiyê wê bibe xala veguherînê.