Vegera Înanna: Bilindbûna ruhê xwedawendan li ser Îranê-1
Li Îranê ji dîrokê ve, her dem li hemberî otorîteya navendî berxwedan bi pêş ketine. Civakan li dijî desthilatdariyê berxwedanek çandî û siyasî bi pêş xistine. Her wiha jinan di berxwedanê de roleke çalak listîne û gelek caran pêşengî kirine.
HAVRÊ ZAGROS
“Fikir, ji ber ku êşa qurbaniyan, rastiya herî bingehîn a dîroka mirovahiyê nîşan dide pêwîst e”
Theodor W. Adorno
Di hikumetên desthilatdar ên muhafezekar û teokratîk de, di civaka 50 salên dawî de ku jin di bin zextê de dijîn, ji nişkave bûyerek ku hemû cîhanê matmayî hişt qewimî. Gelek analîst û civaknasan di analîzkirina rast a vê bûyerê de zehmetî kişandin. Li civaka ku bi salan jin xuya nedikir, çawa bû ku bi şeklekî xurt hebûna xwe diyar kirin û tevgera berxwedanê ya çil salên dawî ya herî mezin dan destpêkirin? Piştî ku Jîna Emînî ji aliyê hikumetê ve hat qetilkirin, jinan hicabê ji serê xwe avêt û bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hemû welat hejandin. Vê yekê li cîhanê çawa deng veda? Ev nîvîs ji bo ku bersiva pirsan bide dê bi du beşan were destgirtin.
Di beşa yekem de, em ê hîmên dîrokî yên berxwedana jinan bi dîtina kokên dîrokî binirxînin. Di beşa duyem de jî em ê balê bikşînin ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser demokrasî û azadiya jinan, bi taybetî jî giraniya xwe ya li ser "modernîteya demokratîk" û "jineolojiyê" binirxînin. Di eynê wextê de em ê nîqaşan li ser şênberbûna vê felsefeyê li Rojava bi tevgera jinan re bikin.
Xeyaletên ku paşve vegeriyan...
Jacques Derrida, di pirtûka Xeyalet a Marxê navdar de behsa têgeha zanista xeyalet (hauntology) dike. Ev têgeh behsa vegera xeyaletên ku ji ziman, jiyan, polîtîka, civak û ji dîrokê hatine dûrxistin dike. Ontolojiya xeyalet a Jacques Derrida dişibe derketina mîna ruhekî li Îranê tevgera 'Jin, jiyan, Azadî' di nava civakê de.
Di gotinên dîroka patriyarkal de, hebûna jinan ewqas ji nedîtî ve hatiye dîtin ku tu dibêjî qey jin di dîrokê de qet nebûne. Bi îhtîmala herî baş, jin di qozikek dîrokê de hatiye dehfdan, weke fîgurek xemilandî hatiye qebûlkirin. Lê dema ku em dîroka hişmendiya mêrê serdest qebûl nekin, dema em bizivirin destpêka dîrokê meyzekirinek cuda derdikeve holê. Ev mêzekirin, rastiyek dîrokî bi şeklekî pir cuda nîşanî me dide. Di vê perspektîfê de tê fêmkirin ku di dîroka mirovahiyê de ji sedî 99 cudakariya zayendî, çînî, etnîkî û neteweyî ne rewşeke xwezayî û ne guherbar e û ev cudakarî hemû çîrokên derew in ku ji aliyê hêzên serdest ve hatine çêkirin. Di civaka komînal ya beriya dewletê, hemû mirovahî demek pir dirêj di jiyana wekhev, ne navendî, parvekirin de jiyan e. Ji Serdema Kevir heya Serdema Neolîtîkê, heya Serdema Hesin, mirovan civakên ku ne li ser zayend, çîn, etnîsîte yan jî hiyerarşiyek ava kirine. Gel li ser bingeha hevgirtina kolektîf û hevkariya dildar, bi feraseta xwedîderketina hevpar dijî. 5 hezar sal berê bi derketina civakên dewletparêz, çînayetî re pêvajoya heqaret û biçûkxistina jinan dest pê kir. Bi vê pêvajoyê re mafên jinan ên civakî hema bibêje hat tunekirin.
Newekheviya zayendî, ku karakterê herî diyar ê serdema ku em tê de dijîn e, di rastiyê de bi serdestiya mêr a civakên dewletparêz re yek e. bi avakirina dewletên olî, hebûna jinan a cîvakî û sînordarkirina rola civakî bi lez pêş dikeve.
Tiştê tê xuyakirin ev e ku sexwebûna jinan, zanistî û rola wan a di civakê de weke gef hat dîtin û weke fîgurek bi ‘sêhr’ demxe xwar û bi demê re hat tunekirin. Weke ku Foucault û piştre jî Silvia Federicî di berhema xwe ya bi navê The Mold and The Witch de jî diyar kirin, serxwebûn û azadiya jinan ya civakî, bi taybetî jî çalakiya wan a serbixwe ya di warê zanîn û tenduristiya jinan de, ji aliyê hêzên serdest ên civakê ve weke xetere tê dîtin.
Bi sedan salan e bi nêçîra pîrebokan û rêbazên çewisandinên olî ji bo şikandina hebûna civakî û hêza jinan, tên bikaranîn. Bingeha nêzikatiya dûrxistin û tunekirinê ya civaka modern a li hemberî jinan ev e.
Nêrînek li ser koka tevgera “Jin, Jiyan, Azadî”
Eric Hobsbawm, di berhemên xwe yên navdar de dibêje: “Gotinên neteweyî yên mezin derew in, kes nikare van derewan lêpirsîn bike.” Pêvajoyên modern û dewletbûnê yên li Rojava bandorek mezin li nivîsandina dîrokê kiriye û li hemû cîhanê serdest bûye. Di vê çarçoveyê de bi taybetî dîroka Rojhilat û Rojhilata Navîn bi pêşdaraziyên rojava şekil girtiye. Vê dîrokê bi taybetî kesên ku di bin bandora gotina weke “xwîn û nijad” ku ev yek hema bibêje veguherî teoriyeke zanistî, nijadperestî û neteweperestiyê nivîsîbûn jî hebûn. Lê dîroka Îranê ne dîrokeke navendî ye û bi yek dewleteke serdest meşiyaye, dîrokeke pir tebeqe, belavbûyî û bingeheke civakbûnê ya dîrokî heye.
Di dîroka Îranê de berxwedanek li dijî desthilatdariya navendî her dem hebûye. Civakên weke Manî, Mazde, Hurremîzm û civakên weke Elewiyan, li dijî serweriya dewletê, hem berxwedaniya çandî û hem jî siyasî nîşan dane. Her wiha, jinan bi awayekî aktîf di van berxwedanan de cih girtine û carna pêşengiya berxwedanê kirine.
Walter Benjamin, di têgihîştina xwe ya dîrokî de wiha dibêje; “Ger tiştên paşerojê bi dema niha re neyê girêdan mehkûmê windabûnê ye.” Ger tiştên berê diqewimin îro tu wateya xwe tunebe û çareser nebûbe, weke bîranîn vedigerin û ji bo veguherîna civakî dikevin tevgerê. Şoreşa jinan a sala 1979’an çalakiya întiharî ya Dr.Homa Darabî, bîranên tekoşîn û daxwaza azadiya jinan afirand û ev tevger bû îlhama tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” Di sala 1990’î de jinên ciwan ên ku bi navê Keçên Şoreşê dihatin naskirin, çarşefên xwe rakirin û daketin qadan û li dijî hikûmetê têkoşiyan. Ev hemû berxwedan di rastiyê de nîşaneya kûrkirina têkoşîna azadiya jinan a di civakê de ye.
Divê ev hemû berxwedan wek berdewamiyeke dîrokî bên dîtin. Ji jinên ku di sala 1979’an de derketine kolanan û heta qetilkirina Jîna Emînî ya di sala 2022’an de diyar dibe ku jinan di her serdemê bi her awayê hebûna xwe ya civakî nîşan dane. Pir zelal e ku ji bo azadî û berxwedana xwe şer dikin. Ev berxwedan ji berê heta niha weke “xeyalet” berdewam kiriye û ev yek bû sedema vejîna tevgera jinên Îranê.