UNICEF: Zarokên Xezayê di bin bandora trawmeyên derûnî de ne
Ji ber operasyonên leşkerî û şerê li Xezayê ku zarok pê re rastî trawmeyeke giran a derûnî û şert û mercên pir dijwar tên, UNICEF ji bo parastina wan, berfirehkirina xebatên alîkariyê û pêkanîna piştgiriya derûnî-civakî banga dawîanîna şer dike.
Navenda Nûçeyan – Rewşa mirovî ya li Xezayê, ji ber operasyonên leşkerî yên berdewam, xizmetên bingehîn ên nebaş, girtina berdewam a deriyên sînor ji aliyê hêzên Îsraîlê û bi binpêkirina agirbestê re xirabtir dibe. Ev pêşketinan, bangên ji bo vekirina korîdorên mirovî yên ewle ya ji bo parastina sivîlan û misogerkirina gihandina bêasteng a alîkariyan zêde dike.
Banga vekirina korîdorên mirovî yên bi ewle
Berdevkê Fona Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), îro hişyarî da ku şerê Îsraîlê û zêdebûna pevçûnê li Xezayê dikare bibe sedema hilweşîna xizmetên bingehîn. Berdevkê, diyar kir ku pevçûn bi giranî xebatên alîkariyê ya mirovî asteng dike û gihandina bi sed hezaran zarok û malbatên hewcedar dijwar dike. Berdevkê, ji bo parastina zarokan, domandina xizmetên bingehîn û misogerkirina gihandina alîkariyan, banga vekirina korîdorên mirovî yên ewle û bêşert û merc kir.
UNICEF’ê diyar kir ji bo ku zarok trawmaya ku tiştên jiyankirine derbas bikin û pêşeroja xwe ji nû ve ava bikin, bidawîanîna şer pir girîng e. Hate diyar kirin ku rêxistin ji bo ku xebatên xwe yên di warên xwarin, tenduristî av û paqijiyê, perwerde û parastina zarokan de berfireh bike, dixebite.
Her wiha Berdevkê UNICEF’ê, balkişand ku hemû zarokên li Xezayê trawmayek giran a derûnî û rewşên pir dijwar dijîn û da zanîn lewma ji bo bernameyên piştgiriya derûnî û civakî pir girîngî tê dayîn.