UNICEF: Li Sûdanê zarok bi xetereyên mezin re rûbirû mane
Rapora UNICEF’ê piştrast kir ku krîza mirovî li Sûdanê di asteke xeternak de ye, kêmbûna fînansmanê hewldanên alîkariyê asteng dike û gefê li jiyana zarokan dixwe.
Navenda Nûçeyan – Ji ber kêmbûna xurekê û belavbûna nexweşiyan, hilweşîna pergala xizmetên tenduristî û perwerdeyê her wiha zêdebûna valahiya fînansekirinê ya ji bo operasyonên alîkariyê, li Sûdanê bi milyonan zarok bi xetereyên mezin re rûbirû ne.
Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) raporek weşand. Destnîşan kir ku krîza mirovî li Sûdanê di astên pir krîtîk de ye, operasyonên alîkariyê ji ber kêmbûna fînansekirinê bi zorê tên meşandin.
Her wiha di berfirehiya raporê de ev hat diyarkirin: “Valahiya fînansekirinê gefê li kêmkirina xizmetên girîng ên wekî xwarin, dermankirin kêmbûna xurekê, xizmetên tenduristiyê, av, perwerde û parastinê dixwe. Ji ber berfirehbûna herêma pevçûnê û zehmetiya gihandina karker û pêdiviyên mirovî her diçe bandora li deverên bi pevçûn girantir dibe.”
Der barê metirsiya ku zarok pê re rûbirû ne de, rêxistinê diyar kir ku nêzî 5.3 milyon zarok ji ber kêmbûna xwarinê ya akût hatine kontrolkirin, 174 hezar û 700 zarok ji ber kêmbûna xwarinê ya akût a giran ku yek ji cureyên kêmbûna xwarinê yên herî xeternak û jiyanê tehdît dike, hewceyê dermankirinê ne.
Gelek nexweşxane hatin girtin nexweşiyên vegirtî belav dibin
Rêxistinê destnîşan kir ku qada tenduristiyê ji ber girtina gelek nexweşxane û navendên tendirustiyê, kêmbûna derman û personelan û dubarebûna nexweşiyên vegirtî di bin zexteke zêde de ye û xeterên redkirina derziyên zarokan li dijî nexweşiyên wekî sorik, rubella û poliyoyê hatin destnîşankirin. Her wiha hat gotin ku hilweşîna bernameyên vakslêdanê yên rûtîn û koçberiya berfireh dikare bibe sedema vegera nexweşiyên ku bi vakslêdanê pêşî li wan tê girtin, zêde bûne.
UNICEF’ê her wiha hişyarî li ser belavbûna nexweşiya kolerayê ji Kordofanê kir û hat destnîşankirin ku bi milyonan şêniyên Sûdanê, bi taybetî li kampên kesên bi cihûwar û deverên dorpêçkirî yên ji ber pevçûnan bi bandor bûne, hê jî girêdayî çavkaniyên avê yên bê ewle ne.
Belavbûna nexweşiya kolerayê li hinek deverên Kordofanê û zirara li torên av û paqijiyê, xeterên tenduristiyê zêde kirine, bi demsala baranê û zehmetiya gihîştina derman û tîmên bersivdayînê bo herêmê û deverên berfirehtir ên Darfûrê re hevdem bûye.
Bi milyonan zarok bê perwerde mane
Rêxistinê destnîşan kir ku qada perwerdeyê li Sûdanê bi hilweşînek berfireh re rûbirû ye, bi milyonan zarok ji ber koçberî û hilweşandin, an veguherandina saziyên perwerdeyê ji bo stargehên ji kesên bêwar re ji dibistanê derketine.
Di rapora UNICEF’ê de bandora psîkolojîk a ji ber pevçûnan hat destnîşankirin û hat diyarkirin ku bi qasî 940 hezar û 700 zarok û malbatên wan ji bo ku bi travmaya ji tundî, koçberî û windakirina xizm, mal û debara jiyanê çêdibe re mijûl bibin, hewceyê xizmetên tenduristiya derûnî û piştgiriya civakî
ne.
Ev hejmar valahiyeke zêde di navbera pîvana pêdiviyên mirovî û kapasîteya pêkanîna wan de destnîşan dikin. Zêdetirî nîvê nifûsa Sûdanê hewceyê alîkariyê ye. Nebûna fînansmanê, pevçûnên berdewam û astengkirina gihîştina alîkariya mirovî gefê li milyonan sivîlan dixwe.
Pevçûna di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ji 15’ê Nîsana 2023’an vir ve berdewam dikin, di encamê de bi deh hezaran kes mirin û bi milyonan kes koçber bûn. Ev yek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî krîza mirovî ya herî xirab a cîhanê tê binavkirin.