UNICEF: Ji pênc ciwanan yek rastî tacîza dîjîtal tê

Li gorî lêkolîna UNICEF’ê, di qada dîjîtal de tacîza zayendî li dijî zarok û ciwanan her diçe belavtir dibe û gelek caran kiryar kesên herî nêz in.

Navenda Nûçeyan- Lêkolîn nîşan didin ku qada dîjîtal bandorên neyînî li zarok û ciwanan dike.

Lêkolînên cûrbecûr girêdanek di navbera gefxwarina berdewam a naveroka neyînî ku wek ‘doomscrolling’ tê zanîn û zêdebûna xetera pirsgirêkên psîkolojîk û heta fikrê xwekuştinê di ciwanan de derdixe holê.

Ciwan bi riya dîjîtal rastî tacîza zayendî tên

Lêkolîna nû ya Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), balê dikşîne ser xetereke din ku zarok û ciwan di cîhana dîjîtal de bi berdewamî pê re rû bi rû dimînin. Li gorî lêkolînê, tacîza zayendî ya dîjîtal êdî bûye diyardeyeke belav. Li gorî encamên sereke yên lêkolîna nûnerî ya ku li 21 welatan hatiye kirin, ji her pênc ciwanên di navbera 12-17 salî de yek di sala borî de rastî tacîza zayendî hatiye.

Rapora UNICEF’ê tabloyeke berfireh li ser awayê belavbûna tacîzê nîşan dide. Pisporên ku rapor amade kirine tesbîta, ‘Gelek caran bêyî hişyariyek dest pê dike. Axaftinek vediguhere zextê yan jî xefikê’ dikin.

Ji sedî 57’ê kiryaran nasên kesên bûne hedef in

Baweriya gelemperî ew e ku zarok û ciwanan li ser înternetê rastî tacîzê tên bi temamî xerîb in, tenê ji bo ji sedî 16 rewşan derbasdar e. Beşek mezin a kiryaran ji sedî 57, ji berê ve ji aliyê kesên ku dibin hedef ve tên naskirin. Ev dibe ku heval, endamên malbatê, yan jî ji ber têkiliyên hezkirinê be.

Ji sedî 27 bûyeran beşdar nikarin kesên li pişt profîlan nas bikin. Kiryar hem mezin in hem jî yên temenê wan biçûk hene.

Di jiyanê de jî tacîz didome

Di gelek rewşan de, tacîz ne tenê bi qada dîjîtal ve sînordar e, di jiyana rast de jî berdewam dike.

Platformên mezin qadên sereke ne ku ev cureyên êrîşan lê çêdibin. Li gorî rapora UNICEF’ê, ji sedî 60 bûyer li ser van platforman çêdibin. Di rêza destpêkê de Facebook, WhatsApp û Instagram ku xwediyê Meta ye, cih digrin û piştre Snapchat, TikTok, û YouTube tên. Ji sedî 14 beşdaran her wiha lîstikên onlîne ku kanalên xwe yên peyamşandina rasterast pêşkêş dikin, wekî cihên ku tacîz lê çêdibe destnîşan kirin.

Kiryar bi berdewamî zextê li kesên dibin hedef dikin. Di gelek rewşan de, ev yek bi hestiyariyê ve girêdayî ye û ev rewş parvekirina serpêhatiya kesên bûne hedef bi yên din re zortir dike.

Hevdîtin bi 21 hezar zarok û ciwanan re hat kirin

Raporê lêkolîna li ser nêzî 21 hezar zarok û ciwanên di navbera 12-17 salî de ku bi rêkûpêk înternetê bi kar tînin, nirxand. Li gorî UNICEF’ê, ev kom nûnertiya bikarhênerên înternetê yên di heman koma temenî de li welatên têkildar diteyîsîne.

Lêkolîn li 21 welatan hatiye kirin. Daneyên ji 12 welatan - Etiyopya, Endonezya, Kamboçya, Kenya, Malezya, Mozambîk, Namîbya, Fîlîpîn, Tanzanya, Tayland, Uganda û Vîetnam berê di salên 2020 û 2021’ê de hatibûn berhevkirin û di raporek berê de hatibûn nirxandin. Lêkolîna nû daneyên ji Ermenistan, Brezîlya, Kolombiya, Komara Domînîk, Meksîka, Montenegro, Makedonyaya Bakur, Pakistan û Sirbistanê zêde kir.

Lêkolîn her wiha hevpeyvînên dirêjtir bi 100 ciwanên ku di zarokatiya xwe de rastî destdirêjiyê hatine digre nava xwe.

UNICEF ji bo ewletirkirina înternetê çi pêşniyar dike?

Nivîskarên rapora UNICEF’ê bang li hikûmetan, şirketên teknolojiyê û aliyên pêwendîdar ên din dikin ku ji bo parastina zarok û ciwanan di cîhana dîjîtal de tedbîran bigrin. Pêşniyarên wan ev in:

*Divê platformên dîjîtal bi awayek ewletir bên sêwirandin û divê nepeniya zarokên temenbiçûk bi awayekî xurttir bê parastin.

*Divê sazûmanî û yasayên neteweyî yên têkildarî darizandina cezayî bên hişkkirin û kêmasiyên heyî bên girtin.

*Divê ji bo zarok û ciwanan pergalên ragihandin û piştgiriyê yên pêbawer bên avakirin.

Welat çawa tedbîran digrin?

Ev rapor, digel pabendbûna Meta li DYE’yê, dikare argumanek nû li nîqaşa berdewam a li ser qedexeyên medyaya dîjîtal li gelek welatên Rojavayî zêde bike. Awustralya di Kanûna 2025’an de bû welatê yekem li cîhanê ku bi hinceta parastina ciwanan, sînorkirinên temenî ji bo medyaya dîjîtal destnîşan kir. Li gorî vê, kesên di bin 16 salî de nikarin hesaban çêbikin û platform mecbûr in vê sazûmaniyê bi cih bînin.

Li Îngîltereyê jî sînorekî temenî yê bi heman rengî wê ji sala 2027’an pê ve bikeve meriyetê. Di vê navberê de, Fransa bû yekem welatê YE’yê ku sînorekî temenê 15 salî qebûl kir. Lê belê, qanûna ku berê hatibû derxistin çend hefte berê ji aliyê Konseya Destûrî ve hat rawestandin.

Li Elmanyayê, komîsyonek di Hezîranê de modelek qonax bi qonax pêşniyar kir ku dê sînorên temen, sererastkirina temen û berpirsiyariyên hişktir ji bo platforman bide destpêkirin.