Turnuva Futbolê ya Gulistan Dokû destpê kir

Turnuva Futbolê ya Gulistan Dokû bi dirûşmeya ‘Lêxe! Ciwan li sahê ye’ hatî lidarxistin starta wê li Dersimê hate dayîn. Di turnuvayê de bal kişand ser şerê taybet, carek din hate pirskirin “Gulistan Dokû li kuye?

Navenda Nûçeyan- Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demoqrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya ‘Lêxe! ciwan li sahêne’ turnuvaya futbolê ya Gulistan Doku li Dersimê tê li darxistin destpê kir.

Maça ewil di navbera du tîmên futbolê yên jinan de li Sehaya Xaliyê ya Mûnzûrê hat kirin. Futbolîstên jin bi formayên xwe yên ku wêneyên Gulistan Doku li ser bûn derketin sehayê. Li sehayê pankarta “Xwe bi têkoşîna li dijî şerê taybet re bike yek, bi ruhê jiyana nû re azad bibe” hat daliqandin. Beriya maçê dirûşmeyên “Gulistan Dokû li ku ye?” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Tevgera Jinên azad( TJA), Parlamentera DEM Partyê ya Dêrsimê Ayten Kordû û Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û gelek nûnerên rêxistinên sivîl û siyasetmedar tev li temaşekirina maçê bûn.

‘Turnuva bersîva êrişane’

Hevşaredara Depê Songul Duzgun beriya maçê axivî û da zanîn ku Gulistan Doku hê jî nehatiye dîtin û li aqûbeta wê pirsî.

Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak jî anî ziman ku heta ku Gulistan Dokû were dîtin dê li aqûbeta wê bipirsin. Cevdet Konak destnîşan kir ku armanca vê tûrnûvaya ciwanên wan ew e ku li ber asîmîlasyon û êrişên pergalê û serdestan bibin bersîv.

  ‘Polîtakayên înkarê tê pêşxistin’

Parlamenter Ayten Kordû jî xwest hemû gelê kurd li ber polîtîkayên asîmîlasyonê rabe û destûr nede ku zarok û ciwanên wan bikevin nava torên asîmîlasyonê û tiryakê.

Li Dêrsimê 2 tîm jê yên jinan bi giştî wê 19 tîm beşdarî turnuvayê bibin û listina maçê beraber bi dawî bû, wê turnuva di 28’ê gulanê de bi dawî bibe.

Gulıstan Doku kiye?

Ji 5’ê Çileya 2020’an vir ve ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku ya 21 salî , tu agahî nayê wergirtin. Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Dersîmê ve hatî destpêkirin tu pêşketinek nehat qeydkirin.

Di dosyayê de yekem gumanbarê Gulistan Doku kesê herî dawî hevdîtin pêre kirî  Zaynal Abarakov divê demê de tenê serî li îfadeya wî hate dayîn. Li ser dibe ku ‘întihar be’ tê rawestandin, di xebatên lêgerîna di Gola Baraj ya mêrga Uçun ku ev 3 care hatî destpêkirin de, derbarê Gulistan Doku de tu şop nehat dîtin. Di dîroka 23’ mijdara 2020’an de xebatên lêgerîn û rizgariyê bi temamî bi dawî kir. Ji bo aqubeta Gulistan Doku lêgerîna malbatê ya edaletê jî berdewam dike.