Tûra duyem a hilbijartinan li Misirê valahiya nûnertiya jinan derxist holê

Tevî pêşketinên qanûnî û zêdebûna kursiyên kotayê, di tûra duyam a hilbijartinên Meclîsa Misrê de tenê sê jinên namzed derketin. Ev rewş li Misirê lawazbûna nûnertiya jinan derdixe holê.

ÎMAN ALÎ SAMÎR

Misir- Lijneya Hilbijartina Neteweyî ya Misirê, encamên tûra duyem a hilbijartinên meclîsê ku di 15-16’ê Kanûnê de ji bo Misiriyên li derveyî welat û di 17-18’ê Kanûnê de ji bo navxweyî hat kirin eşekere bû.

Dengdana tûra duyem, li naçeyên Qahîre, Kalubya, Dakahliye, Minufiye, Garbiye, Kefr eş-Şeyh, Şarkiye, Dimyat, Port Saîd, Îsmaîliye, Suveyş, Sinaya Bakur, Başûrê Sîna hate kirin.

Li gorî encamên dawî, 101 namzed hatin hibijartin, ji vana 98 mêr û tenê 3 namzedên jin hatin hilbijartin. Di tûra duyem a hilbijartinê de sê kursiyên ku namzedên jin bi dest xistine ji bajarê Şarkiye derketin. Ev ji herêma yekem a bajar namzeda Partiya Edaletê Sahar Osman, ji herêma yekem namzeda Partiya Parastina Welat Îman Xidir û ji herêma yekem a Şarkiye namzeda serbixwe Merva Haşim bûn.

Rayedarên siyasî û partî, di salên dawî de tevî pêşketinên destûra bingehîn û zagonî, diyar kirin ku nûnertiya jinan di meclîsê de hê ne di asta teyîsîna rola rast a di civakê de ye. Hat diyarkirin ku jinan di kursiyên şexsî de di hejmara sînor qezenc kirine, bi metnên zagonî, di nava pêkanînên li qadê de cudahiyek mezin çêbûye. Her wiha hat îfadekirin ku di tûra duyem a qonaxa duyem de, encamên dawî bi awayekî eşkere hatine dîtin.

‘Nûnertiya jinan di navbera lawazî û başiyê de diçe û tê’

Sekretera Şopandina Herêma Duyem a Partiya Pêşeroja Welat Gade Ebu Salîm, da zanîn ku dîroka nûnertiya jinan di parlamentoya Misrê de digihîje sala 1956’an, jinan îsal mafên bijartin û hilbijartinê bi dest xistine û di parlamentoya 1957’an de bi du kursiyan nûnertî kirine û wiha got: “Pergala kotayê piştre derketiye holê, di dema serokkomarê berê Muhammed Enver Sedat de 30 kursî ji bo jinan hat veqetandin, ev pêkanîn rakirin û dîsa anî, piştî kotaya 64 kursî, careke din hat betalkirin û herî dawî jin bi awayê destûra bingehîn gihîştin parekê. Rêjeya nûnertiya jinan a di parlamentoyê de, gihîşt ji sedî 25’an, her çendî di dîroka parlamentoyê de rêjeya herî bilind be jî hê tê nîqaşkirina û hema bibêje jinên ku ji nîvê civakê pêk tên, giraniya siyasî ya rast neteyîsandine. Di pêvajoya beşdariya nêzî 70 salan de, nûnertiya jinan di navbera lawazî û başkirinê de diçe û tê lê belê tu deman negihîştiye asteke adilane û hevseng.”

‘Divê mafên jinan bê parastin’

Gade Ebu Salîm bal kişand ser Stratejiya Neteweyî ya bihêzkirina jinan a sala 2030’yan ku parçeyek ji Vîzyona Misir 2030’an e di sala 2017’an de ji aliyê Serokkomarê Misrê ve hatiye qebûlkirin û wiha got: “Ev stratejî bihêzkirina siyasî, aborî, civakî û çandî di nava de xeta bingehîn de digre nava xwe û bi firsendên wekhev ên jinan hedef dikin ku mafên wan tam bên parastin. Têgîna wekheviya firsendên siyasî, di nava jin û mêran de di nûnertiyê de tê wateya pêkanîna hevsengî û edaletê. Divê tu alî neyên dûrxistin û rastiya ku jin nîvê civakê ne biteyîsîne.”

‘Divê jin bi hêz bin’

Gade Ebu Salîm destnîşan kir ku di nava 101 namzetên derketine de tenê sê jin hene, wekî nûnertiya adil nayê dîtin û wiha got: “Ev ne der barê têrkeriya jinan de ye, berovajî ev çavkaniya xwe ji darazên qalib û belav ku lêpirîsîna kapasîteya girtina rolên siyasî û lîdertî ku wan sînordarî rolên kevneşop, digre. Ji bo bihêzbûna jinan, vegerek civakî û çandî lazim e, bi avakirina ji nû ve pargala civakî û siyasî, başdariya jinan a jiyana siyasî û pêvajoyên biryargirtinê divê bi awayek civakî were pêkanîn.”

Li aliyê din, di çarçoveya 19’emîn hilbijartina hat betalkirin de, encamên dengdana qonaxa yekem a hilbijartinên meclîsê, li bende ye îro 4’ê Çileyê were eşkerekirin. Di vê tûra duyem de, di pergala kesî de ji bo 35 kursiyan 70 namzed pêşbaziyê dikin. Li herêmên mijara gotinê bi giştî 1694 lijneya xwarê ya sindoq erk dikin.