Tundiya navxweyî, belavkirina bersiva yekgirtî ji Ewropayê bo pasdarên Îranê
Di roja 33’yemîn a serhildana giştî ya li Îranê de, Parlamentoya Ewropayê îlankirina Pasvanên Şoreşê wekî rêxistineke terorîst û zêdekirina cezayên siyasî û aborî li dijî çewsandina xwepêşanderan kiriye rojeva xwe.
Navenda Nûçeyan- Di roja 33’yemîn a serhildana giştî ya li Îranê de, serdegirtinên ewlehiyê, serdegirtinên malan, tundiya kolanan û binçavkirin zêde bûne. Têkçûnên ragihandinê û nezelaliya li dora kesên hatine girtin binpêkirinên sîstematîk ên mafên mirovan eşkere dikin. Li gel vê, Ewropa û Parlamentoya Ewropayê bi serokatiya Fransayê, îlankirina Pasvanên Şoreşê wekî rêxistineke terorîst û zêdekirina zexta siyasî û aborî li dijî xwepêşandanan, kiriye rojeva xwe.
Rojhilat: Tundiya aşkera û veşartina sîstematîk
Li gorî raporên hatine weşandin, di nav 6 rojan de15 welatiyên Kurd ji bajar û gundên cuda yên Îranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin. Girtin bêyî ti ravekirinek fermî berdewam dikin. Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku tevî sînordarkirinên ragihandinê û gefên ewlehiyê li Îranê, wan nasname û agahdariya mirina 130 welatiyên Kurd piştrast kiriye. Hejmara herî zêde ya mirinan li parêzgehên Kirmaşan, Îlam, Tehran, Alborz, Loristan, Xorasan Rezewî, Îsfehan, Markazî, Hormozgan û Xuzistanê çêbûye. Wekî din, agahdariya li ser qurbaniyên bêtir berdewam dike ku were piştrastkirin.
Çîrokek nû ya şîdeta rêxistinkirî: Li dijî xwepêşanderan û welatiyan
Li gorî daneyên berhevkirinê yên herî dawî yên ku ji hêla Herana ve hatine weşandin, di roja 32’yan a xwepêşandanan de, hejmara miriyan a piştrastkirî gihîştiye 6 hezar û 373’yan. Ev hejmar 5 hezar û 993 xwepêşander, 113 zarok, 214 karmendên hikûmetê û 53 sivîlan vedihewîne. Wekî din, mirina 17 hezar û 91 kesan hîn jî di bin lêpirsînê de ye.
Li gorî raporê, hejmara giştî ya girtinan 42 hezar û 486 e û hejmara birîndarên giran gihîştiye 11 hezar û 18’an. Her wiha, 270 vîdyoyên îtîrafên bi zorê hatin weşandin û 11 hezar û 27 kes ji hêzên ewlehiyê re hatin gazîkirin. Di heman heyamê de, li 202 bajaran li seranserê 31 eyaletan 658 xwepêşandan hatin tomarkirin.
Girtina înternetê: Mesrefa kêmkirina ragihandinê li jiyana rojane
Li gorî raporek NetBlocks, 20 roj piştî girtina tevahî ya înternetê li Îranê, piraniya bikarhêneran hîn jî bi fîltrekirinên giran û qutbûnên dubare re rû bi rû dimînin. Gihîştina sînorkirî tenê ji bo bikarhênerên ku bi hin saziyan û dewletê ve girêdayî ne tê peydakirin. Ev nîşan dide ku girtina înternetê ne wekî tedbîrek demkî, wekî amûrek ji bo kontrolkirina agahdariyê û çavdêriya civakê tê bikaranîn. Ev polîtîka barek giran dide ser welatiyên asayî, karsaziyên biçûk û jiyana rojane û newekheviya di gihîştina ragihandinê de roj bi roj zêde dibe.
Veguherîna dîplomatîk a Ewropî: Pasvanên Şoreşê rastî tedbîrên zordar tên
Di roja 32’yan a xwepêşandanan de, Ewropayê helwestek hişktir li hember Pasvanên Şoreşê girt. Ev wekî nîşanek guheztina ji hişyariyên siyasî ber bi tedbîrên zordar ve tê dîtin. Bala sereke li ser zêdebûna zextê, li ser Pasvanên Şoreşê û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan li Îranê di asta navneteweyî de bû.
Fransayê di nav welatên Ewropî de rolek çalaktir girt û piştgirî da ku Pasvanên Şoreşê di lîsteya terorîstan a YE’yê de cih bigrin. Ev yek cezayên zêde, qedexeyên rêwîtiyê û cemidandina mal û milkên hêzên zextkar vedihewîne. Daxwaz her wiha rawestandina darvekirinan, rakirina qedexeyên dîjîtal û mîsogerkirina karê dezgehên lêpirsîna mafên mirovan dihewîne.
Serokê Parlamentoya Ewropayê diyar kir ku îlankirina Pasdarên Şoreşê wekî rêxistineke terorîst, beşek ji berpirsyariya dîrokî û ehlaqî ya Ewropayê ye. Wî tekez kir ku bêdeng mayîn tê wateya dûrketina ji pabendbûnên mafên mirovan.
Her wiha hat ragihandin ku di navbera endamên YEyê de li ser vê mijarê lihevkirinek berfireh heye. Piştî zêdebûna tepeserkirina xwepêşandanên xwînî li Îranê, Şansolyeya Alman diyar kir ku rojên rejîma Îranê jimartî ne. Şansolyeyê di civîneke çapemeniyê ya bi Serokwezîra Romanyayê re de, bal kişand ser krîza rewatiya siyasî li Îranê û wiha got: “Mafê rejîmek wisa êdî tuneye ku welêt birêve bibe.”
Ev daxuyanî di nav xwepêşandanên berdewam û zêdebûna rexneyên navneteweyî yên li ser binpêkirinên mafên mirovan de hatin dayîn.
Ev pêşketin nîşan didin ku Ewropa çarçoveya siyaseta xwe xurt dike da ku berpirsyariya kesên ku tepeser dikin mîsoger bike. Ev pêvajo di hawîrdorekê ku girtin û polîtîkayên çewsandinê li Îranê berdewam dikin de, dijwartir dibe.