Tulay Hatîmogûllari: Nahêlin em cenazeyên xwe li xaka xwe defin bikin
Tulay Hatîmogûllari, balkişand ser êrîşên li dijî cenaze û şînên Kurdan û got: “Di van rojên em li ser pêvajoya aştiyê diaxivin de em careke din banga terikandina mudaxeleyên li dijî şînan dikin.”
Amed- Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê, bi dirûşmeya “Ji Îslama demokratîk ber bi aştî û civaka demokratîk ve” 1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de wêneyên lîder û kadroyên pêşeng ên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hatin daliqandin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di kongreyê de anî ziman ku herêm, bi rewşên neyînî yên Îslama siyasî bi xwe re anîne rû bi rû ye û wiha got: “Rêxistinên weke DAIŞ, El Nusra û El Qaîdeyê, di bin navê Îslama siyasî de li herêmê kiryarên nebaş kirin. Li dijî van rêxistinan, divê xeta Îslama demokratîk were birêxistinkirin. Hz. Mihemed di Hedîs-î Şerîf de dibêje ‘Min zilm li nefsa xwe heram kiriye. Min ew li we jî heram kir. Wê demê zilmê li hevdu nekin.’ Banga birêz Abdullah Ocalan kiribû jî di çarçoveya vê hedîsê de ye. Armanca esasî ya misilmanan ew e ku edaletê di xwe de bidin destpêkirin û vê jî veguherînin edaleta civakî û bibin avakerên wê.
‘Berpirsyariyek me ya wekî avakirina modernîteya demokratîk heye’
Wek ku di banga birêz Ocalan de jî tê fêmkirin, berpirsyariyeke me ya wekî avakirina modernîteya demokratîk heye. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke qedîm a vî welatî ye. Meseleyeke heqîqî ye. Divê her kes bi vê pirsgirêkê re hevrû bibe. Ne tenê hevrûbûn, divê were çareserkirin. Ji bo vê jî divê di vê pêvajoyê de gavên hiqûqî bên avêtin û verastkirinên qanûnî bibin. Di vê mijarê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Aştiya Tirkiyeyê dê ji bo xwişk-birayên me yên Sûriyeyê jî baş be. Xwişk-birayên me yên Elewî, Dûrzî tên qetilkirin. Xwişk-birayên me yên Kurd, bi modela pergala nenavendî re ji bo Rojhilata Navîn şansekî mezin in. Divê her kes vî şansî baş bikar bîne.”
‘Em careke din banga terikandina mudaxeleyên li dijî şînan dikin’
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser komkujiyên li dijî jinan, komkujî û destdirêjiyên li dijî zarokan, xizanî û birçîtiyê û wiha axivî: “Hz. Mihemed dibêje ‘Kesên dema cîranên wan birçî ew bi xwe têr radizên, ji me nînin.’ Ev gotin, behsa vê pergalê dike. Divê ev pergal teqez biguhere û misilman teqez li dijî zilmê serî rake. Divê her kes bikare bi zimanê xwe teatê xwe bike, divê Kurd bikarin bi Kurdî weazên xwe bidin. Divê li dijî miriyan rêzdar bin. Nahêlin em cenazeyên xwe li xaka xwe defin bikin. Dibêjin ‘terorîst e’ û nahêlin mela nimêja cenazeyê bikin û wesayîta cenazeyê nadin. Ev nayê qebûlkirin. Beriya her tiştekî divê rêzê ji bo miriyan bigirin. Di van rojên em li ser pêvajoya aştiyê diaxivin de em careke din banga terikandina mudaxaleyên li dijî şînan dikin.”
‘Têkoşîna aştiyê, ya demokrasiyê heq e’
Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllari hedîsa Hz. Mihemed a “Yên li dijî zilmê serî ranekin, ji ummeta min nînin” bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berxwedana li dijî zilmê, daxwazkirina edalet, aştî, xwişk-biratî û jiyana azad, parastina xwezayê têkoşîneke heqiyê ye. Têkoşîna Kurdan a ji bo zimanê dayîka xwe, rewa ye. Têkoşîna aştiyê, ya demokrasiyê heq e.”
Kongre, bi axaftinan domiya.