Tulay Hatîmogûllari: Ji bo aştiyê, dema avêtina gavan e

Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku ji bo aştiyê êdî ne dema gotinan e, dema avêtina gavan e û got: “Tam jî dema bilezkirina pêvajoyê ye. Divê komîsyon, raporeke ku bi rastî jî dikare aştiyê pêk bîne amade bike.”

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di civîna heftane ya koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand.

‘Kaxezên vala bi mexdûrên erdhejê didin îmzekirin’

Tulay Hatîmogûllari diyar kir di di erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan de dewlet 72 saetan li qadê nebû û welatiyên di bin kavilan de, terkî mirinê hatine kirin. Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku saziyên dewletê hem di dema erdhejê de hem jî piştre bêbandor bûn, desthilatiyê naveroka van saziyan vala kiriye, tevî 3 sal derbas bûne jî hêj pirsgirêka cihê mayînê tê jiyîn û wiha got: “We bi bacên erdhejê çi kir? Bi van bacan dikare milyonek avahî bê çêkirin. Niha avahiyên komî tên çêkirin û mifte tên teslîmkirin, lê senedên vala bi mexdûrên erdhejê didin îmzekirin. Ango dixwazin piştre li vir hejmarek binvîsin.” 

Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllari balkişand ser krîza aborî û got ku desthilatî hewl dide xizaniya li welêt veşêre lê nikare. 

Girtina ESP’iyan

Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî girtina Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî û 76 ESP’iyên din da û got: “Ev girtin, girtinên kêfî ne, girtinên derhiqûqî ne. Dema em li dosyayan dinhêrin, dibînin ka naveroka wan çiqas vala ye. Çalakiyên li dijî MESEM’ê ku keda zarokan lê tê xwarin hatine kirin, bîranînên komkujiya Pirsûsê, posterê Che Guevara û hwd. weke sûc hatine nîşandan. Di serdegirtinê de polîsan li ser dîwarên Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê nivîsên weke ‘em hatin lê hûn tunene’ û nivîsên zayendperest nivîsandine. Em vê zîhniyeta ku  jinan weke gef dibîne baş nas dikin. Em jin li vir in û dê her li vir ji bo we bibin derd. Divê hevalên me yên ESP’î demildest bên berdan. Di şexsê hevrêyên xwe de em silavên xwe ji hemû girtiyên siyasî re dişînin.” 

Rewşa Îranê 

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari îşaret bi rewşa li Îran û rojhilatê Kurdistanê kir û wiha got: “Îran, bi sala ye krîza siyasî, civakî û aborî tune hesiband. Desthilatiyek ku hebûna xwe li ser kuştina bi hezaran mirovan ddomîne, heye. Li hêla din jî hêzên emperyalîst ên hewl didin ji nakokiyên navxweyî sûd bigirin hene. Di navbera van herduyan de jî civakeke ku zext lê tê kirin û krîzeke giran a aborî dijî heye. Ev xak, nikare hilweşîneke din a mezin ragire. Ji hêla Îranê ve tofanek nêz dibe. Dê ev tofan bandorê li tevahiya Îranê û cîhanê bike. Bila rayedarên Îranî guh bidin van gotinan û her guleya ku bi ser gel de direşînin, gel dibe zemîna mudaxaleyên ji derve. 

Divê gavên şênber bên avêtin 

Di 29’ê Çileyê de li Sûriyeyê di navbera QSD û rêveberiya Şamê de peymanek hate mohrkirin. Niha jî ji bo ev peyman pratîk bibe xebat tên meşandin. Tiştê ku dikeve ser milê civaka navdewletî ew e ku ji bo vê bibin alîkar. Berpirsyarî dikeve ser milê Tirkiyeyê jî. Divê Peymana 30’ê Çileyê neyê sabotekirin. Ev hem ji bo pêşeroja Tirkiyeyê hem jî ya Sûriyeyê pir girîng e.” 

‘Dema lezdayîna pêvajoyê ye’

Tulay Hatîmogûllari got ku tam dema lezdayîna pêvajoya li Tirkiyeyê ye û wiha pê de çû: “Divê komîsyon raporeke ku xwedî çarçoveyeke siyasî û hiqûqî ya aştiya li Tirkiyeyê bi rastî jî pêk tîne amade bike. Ji bo DEM Partiyê sê perspektîfên sereke yên pêvajoyê hene. Ya yekemîn demokratîkbûn e. Aştî, ne hedefeke piştî demokratîkbûnê dikare bê bîra mirov e. Divê bi demokrasiyê re hemwext bê meşandin. Lewma yek ji şertên sereke yên demokratîkbûnê jî, rakirina sepana tayînkirina qeyûm e. Divê kesên hatine bijartin dîsa vegerin meqamên xwe û peywira qeyûman bê bidawîkirin. Divê rapora komîsyonê bikare pêvajoya aştiyê misoger bike, bi aşkerayî yasayên azadiyê û verastkirinên entegrasyona demokratîk pêşniyar bike. Aştî ew pêvajo ye ku yên li çiyê, yên li sirgûniyê, yên ji welatê xwe qut bûn, bi awayekî birûmet dîsa tevli jiyaneke demokratîk bibin. Azadiya girtiyên siyasî yek ji perçeyên girîng a vê pêvajoyê ye. Perwerdeya bi zimanê dayîkê ne lutif e, maf e. Heta ku înkara çandî bidome dê aştî şîn nebe. Mîsogeriya mayînde jî hemwelatiya destûra bingehîn û hemwelatiya wekhev e ku yekperestiyê red dike. 

‘Cihê hiqûq lê tunebe aştî mayînde nabe’ 

Li cihê hiqûq lê hatiye binpêkirin, aştî mayînde nabe. Li welatekî biryarên AYM û DMME’yê lê nayên bicihanîn, gotina aştiyê zêde baweriyê nade. Li cihekî girtiyên siyasî di hundir de, zemîneke saxlem ê aştiyê çênabe. Divê yên ji ber Lihevkirina Bajar hatine girtin û hemû hevşaredar, bên berdan. Divê rapora komîsyonê têkildarî TCK, TMK û Qanûna Înfazê pêşniyara guherînên berfireh bike. Divê TMK êdî amûra krîmînalîzekirina siyaseta demokratîk nebe. Rejîma înfazê divê aştiya civakî xurt bike. Heta ku ‘mafê hêviyê’ yê birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din neyê naskirin dê zemîneke hiqûqî kêm bimîne. Her wiha divê were zanîn ku aktorê herî girîng ê pêvajoyê, birêz Abdullah Ocalan e û divê her kes li gorî vê tevbigere. 

‘Ji bo aştiyê dema avêtina gavan e’ 

Aştî tê wê wateyê ku civak bêhnê bistîne. Bêyî azadiya fikr û xwedîfadekirinê, azadiya xwebirêxistinkirin û ya çapemeniyê aştî nabe...  Hewce ye teqez li ser mafên perwerde, tenduristî, ewlehiya civakî û hwd. xebat bên kirin. Hewceye mafên jin û zarokan bên parastin, li dijî tundî û îstîsmarê têkoşîneke bibandor bê meşandin. 

Yên dixwazin pêvajoyê pêş bixin, divê hiqûq û azadiyê taloq nekin. Aştî ne amûrek e ku desthilatî an jî derdorên cuda bikar bînin. Aştî, îradeyeke gel e ku bi demokrasiyê re dimeşe, bi hiqûqê hatiye mîsogerkirin û bi azadiyan bihêz dibe. Aştiyeke rast û birûmet, tê wateya ewlehiyê bi xwe. Heke bi rastî jî daxwaza wan lezkirina pêvajoyê be, divê guherînên berbiçav bên kirin. Navnîşan diyar e. Demokrasî, hiqûq û azadî ne. Tiştên ji bilî ve tenê navê taloqkirinê ye. Ji bo aştiyê ne dema gotinê, dema avêtina gavan e. Weke DEM Partî em bi aştî, demokrasî, serweriya hiqûqê re ne. Em li dijî tehekûm, înkar, zext û operasyonên darazê ne.”