Tulay Hatîmogullari: Em ê bajaran ji nû ve ava bikin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li Kercewsê di hevdîtina bi gel re de axivî, bal kişand li ser hilweşandinên ku qeyûm li bajaran dane avakirin û anî ziman ku ew ê bajaran ji nû ve ava bikin.
Êlih – Hevseroka Giştî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Êlihê bi gel re hate bahev. Girseya ku li gundê Xincika yê di ketina bajêr de Hatîmogûllari û şandeya pê re pêşwazîkirin her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Girseya li vir pişt re bi konvoyê derbasî navçeya Heskîfê bû. Welatiyan bi tilîlî, îşareta serkeftinê û kornayan piştgiriya konvoyê kirin.
Tulay Hatîmogûllari ya li navçeya Heskîfê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin, serdana dikandaran kir û pirsgirêkên wan guhdar kir.
‘Qeyûm diz e’
Dû re li navçeya Kercewsê derbasî hevdîtina bi gel re bûn. Tulay Hatîmogullari ya li vir axivî, girîngiya hilbijartinê destnîşan kir û wiha got: “Gelên me yên hêja ji hilbijartinê re kêm roj man. Me xebatên xwe yên hilbijartinê lezandin. Em weke Hevserokên Giştî ji çar aliyan ve tev li bernameyan dibin. Em bi pêşwazîkirineke germ a gelê xwe yê hêja re rûbirû dimînin. Ev hêviyeke mezin dide me. Em li her derê ku digerin feraseta qeyûm teşhîr dikin. Feraseta qeyûmê beriya niha tayînî vir hatiye kirin zirareke mezin da vir. Dizî û nelirêtî hatin kirin. Em li her derê diçinê dibin şahid ku qeyûman talaneke çawa pêk anîne. Ava vexwarinê jî nayê dîtin. Dema em çûn Şirnexê em bi rêyên biherî yên qeyûm re rûbirû man. Qeyûm diz e. Hewl dan vîna hilbijêran ji destê wan bigirin. Em ê li dijî vê ferasetê wisa xurt werin ku dê nizanibin bi ku ve birevin.”
‘Gel mehkûmî bêkariyê kirin’
Tulay, anî ziman ku Kercews ji bo dîroka kurdî cihekî girîng e û wiha berdewam kir: “Kercews cihekî ku debara xwe bi çandiniyê dike ye. Lê piştgirî nedan çandiniyê. Nirxa pêwîst nedan tiriyê vê derê. Dema em hatin şaredariyê em ê bi kooperatîfên ku ava bikin em ê ji bo berhemên çandiniyê yên vî gelî bigihin nirxa xwe bixebitin. Em hatin Heskîfê. Kesên Heskîf ji holê rakirin, sozên ku da vê derê veguherînin bihişta tûrîzmê dabûn. Lê niha mirov neçarî koçê kirin. Dîsa li navçeya hate avakirin dikanên esnafan vala ne. Kesên tevna dîrokî ya vê derê xera kirin jî gel mehkûmî bêkariyê kirin. Tevahî ji holê hate rakirin.”
‘Em ê ji bo jinan qadên îstîhdamê ava bikin’
Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku dê şaredarvaniyeke pir zimanî esas bigirin û axaftina xwe wiha domand: “Em ê bîrdariya Cîgerxwîn jinûve li Kercewsê deynin. Bîrdariya wan hilweşand em ê jinûve deynin. Feraseta qeyûm, feraseteke dijminê jinan e. Li dijî têkoşîna me ya nûnertiya wekhev êrişek heye. Em ê li her derê pergala hevserokatiyê xurttir bikin. Em ê ji bo jinan qadên îstîhdamê ava bikin. Em ê bi navendên piştevaniyê yên jinan pirsgirêkên jinan guhdar bikin û jê re bibin çareserî. Em bi hev re dibêjin ‘Jin jiyan azadî’ Civakeke çanda xwe winda dike, xwe winda dike. Em ê ji qada çandê xebatan bimeşînin. Ji bo ku ciwanên me nekevin nava tiryak û fihûşê em ê bergiriyên pêwîst bigirin. Ev hemû di bin berpirsyartiya rêveberên herêmî ye. Em ê bi hev re têkoşînekê bi rê ve bibin. Em ê bi têkoşîneke birêxistinkirî şardariyan paş ve bigirin. Li derveyî bajêr heval hogir xizm kî hebin ji bo ku bînin vir em ê organîze bibin. Dengek gelekî girîng e. Em ê ruhê berxwedanê yê gelê Kercewsê şaredariyên xwe bigirin. Em ê xwe jî bajarên xwe jî bi rê ve bibin. Em ê êvara 31’ê Adarê govenda serkeftinê bigerînin.”
Piştî axaftinê, Tulay HAtîmogullari bi gel re govend gerand. Tulay Hatîmogullari û heyeta pê re derbasî Qûbînê bûn.