Tulay Hatîmogûllari: Em di hefteyeke herî krîtîk de ne

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya got “Em di hefteyeke herî krîtîk de ne”, diyar kir ku beriya Meclis were girtin divê “Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk” tavilê were avakirin

Enqere – Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokarsiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, li Meclisê di civîna koma partiya xwe ya heftane de geşedanên di rojevê de nirxand. Dayikên Aştiyê û endamên Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ku ji bajarên cuda hatibûn, Ahmet Turk û gelek kes tev li bûn.

‘Têkoşîna azadiyê ya jinan di heman demê de têkoşîna aştiyê ye’

Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk, tevî her cureyên zext û tundiyê jî jin yek kêliyê nesekinîne û têkoşîna xwe ya aştiyê domandine. Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku di şer de herî zêde jin bibandor dibin û got ku têkoşîna azadiyê ya jinan di heman demê de têkoşîna aştiyê ye. Tulay Hatîmogûllari, behsa jinên îro li pêşiya Meclisê meş li dar xistin kir û got: “Belê jinên hêja, we bi daxwaza ku pirsgirêka Kurd li ser zemîna hiqûq û qanûnî were çareserkirin bang li Meclisê kir. Niha peywira siyasetê ew e ku guh bide van daxwazên jinan û bicih bîne.”

Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku li dijî jinên Kurd polîtîkayên şerê taybet di meriyetê de ne û li rexekî qala aştiyê li rexa din jî êriş li ser destkeftiyên jinan tên kirin. Tulay Hatîmogûllari, got: “Aştî, bi tundiyê nayê avakirin. Divê jin di komîsyona li Meclisê de cih bigirin û tecrûbe û perspektîfên xwe yên çareseriyê bikarin pêşkeşi bikin. Weke DEM Partiyê em li her çar aliyên Tirkiyeyê xebatên xwe didomînin. Komîsyonên me yên navendî bajar bi bajar, navçe bi navçe digerin û pêvajoyê vedibêjin.”

‘Divê komîsyon bi şev û roj bixebite’

Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku beriya Meclis were girtin divê “Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk” tavilê were avakirin û got: “Divê ev komîsyon di tevahiya havînê de bi şev û roj bixebite.”

‘Berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan’ 

Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku Şandeya Îmraliyê di hevdîtina duh a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re de li ser geşedanên têkildarî berdana çekan û yên li herêmê axivîne û wiha domand: “Em silavên ku birêz Abdullah Ocalan bi wesîleya şandeya me ji jin, ciwan û gelan re şandî bi we re parve dikin. Bi avêtina gavên pêwîst re, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiyê berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Birêz Ocalan di hevdîtinê de bi taybet jî li ser vê meseleyê sekinî. Em jî dibêjin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê deriyên veguherîna demokratîk, hiqûq û azadiyê heta dawiyê bê vekirin.”

‘Em di berbanga rojên dîrokî de ne’

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari beha hevdîtina şandeyê ya bi Erdogan re kir û got: “Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em derbasî hefteyeke dîrokî bûn. Şandeya me têkildarî pêvajoya heta niha û tiştên divê bên kirin bi birêz serokkomar re guftûgo kir. Ji bo ev hefte serkeftî derbas bibe, divê astengiyên siyasî û hiqûqî bên rakirin û deriyên demokratîkbûn û aştiyê bên vekirin. Hêviya gelên Tirkiyeyê ji her demê bêhtir zêde ye. Em di hefteyeke herî krîtîk de ne. Kêliyeke ku dê 100 salên pêşiya me diyar bikin nêz bû. Ev kêlî, dê bibe merasîma aştiyê ku em tevek bi hesreta wê dijîn. Ev kêlî, temînata aştiya Tirkiyeyê ye. Em di qonaxa aştiyê de ne.

‘Ger em têbikoşin, rêya aştî û demokrasiyê vekiriye’

Divê aştî li ser zemîneke demokratîk were avakirin û mayindekirin. Di vê mijarê de hewceye her kes erk û berpirsyartiyê li xwe bigire. Ger em têbikoşin, rêya aştî û demokrasiyê vekiriye. Pêdivî bi avêtina gavên şênber heye. Ev gav li rexekî lingê pêvajoyê yê civakê û lingê din jî biryarên Meclisê ne. Biryarên ji bo demokratîkbûnê ne.”