Tulay Hatîmogullari: Divê niha jî dewlet soza xwe bigre
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku di koma partiya xwe de axivî, diyar kir ku peyama dayikên laçikspî ji Enqereyê, ji bo hemû Tirkiyeyê peyamek mezin e û got ku “Niha dora avêtina gavan, a dewletê ye.”
Navenda Nûçeyan – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê axivî. Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ku ji 24 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber ji bo pêvajoyê li Enqereyê ne, tevlî komcivîna DEM Partiyê bûn. Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de bixêrhatina wan kir, destnîşan kir ku aştî dê bi têkoşîna dayîkan were û çalakiya dayîkan silav kir.
‘Şûna siyasetmedaran ne girtîgeh in, Meclîs e’
Tulay Hatîmogullari bi boneya salvegera darbeya 4’ê Mijdara 2015’an a li dijî HDP’ê, anî ziman ku gelek hevalên wan ên girtiyên siyasî di doza kûmpasê ya Kobanê de girtî ne û wiha domand: “Em li vir silav û rêzên xwe ji hevalên xwe re dişînin. Bi awayekî derhiqûqî di girtîgehê de ne. Hevalên me çima di girtîgehê de ne? Di ser re 10 sal derbas bûn, lê ew darbeya siyasî berdewam dike. Tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî hevalên me nayên berdan. Tirkiye mecbur e wan biryaran pêk bîne. Lê tevî biryaran jî hevalên me weke dilgirtî ragirtî ne. Îro jî ew hişmendiya darbeyê belavî hemû Tirkiyeyê bûye. Birêz Ekrem Îmamoglu hê jî girtî ye. Ji bo piştgiriyê me doz şopand. Şûna siyasetmedaran ne girtîgeh in, Meclîs e. Hûn nikarin vîna gel desteser bikin. Bi vê yekê hûn demokrasiyê dikin gorê.”
‘Em ê li ber wan girtîgehan daxuyaniyan bidin’
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku bi boneya darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê ew dê li ber girtîgehên hevalên wan ragirtî ne daxuyaniyan bidin û got: “Ji vir 10 sal berê darbeya leşkerî pêk hat. Ez ê li Edîrnê serdana Selahattîn Demirtaş bikim. Hevserokê me Tuncer Bakirhan jî dê li Kandirayê serdana birêz Figen Yuksekdag bike û Berdevka Meclisa me ya Jinan Halîde Turkogulu jî dê li girtîgeha Sîncanê serdana girtiyên jin bike. Em ê li ber wan girtîgehan daxuyaniyan bidin û bêjin, Hevrêyên me hûn ne bi tenê ne. Em soz didin hûn ê azad bibin. Em ê hiqûq û edaletê bi we re bi dest bixin.”
‘Em ê li pey vê dozê bin’
Tulay Hatîmogullari bûyer û qezaya Susurlukê bi bîr xist û got: “Di ser re 30 sal derbas bû. Di wê erebeyê de midûrê emniyetê, fîrariyek û siyasetmedarek hebû. Tevî 30 sal derbas bû jî erebe guherî lê hişmendî neguheriye. Ew hişmendî îro bi krîza borsayê û fonan didome. Dîsa yên sûcdar û rayedarên dewletê yên îro di heman erebeyê de ne. Heta piştperdeya wê dernekeve holê, hemû kesên berpirsin neyên cezakirin û hesap nedin, em ê li pey vê dozê bin.”
‘Her roj karker û zarokên karker dimirin’
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser pirsgirêk û krîza aboriyê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Teqawid nikarin debara xwe bikin û tevî temenê xwe yê mezin jî neçarî xebatê tên kirin. Desthilat tenê di hilbijartinê de teqawidan tînê bîra xwe. Dibêje em ê pirsgirêkên we çareser bikin lê tiştekî nake. Her roj karker û zarokên karker dimirin. Kes hesabê vê yekê nade. Divê berpirs bên cezakirin. Divê MESEM bên girtin. Li Meclîsê hevdîtina budçeyê jî dest pê kir. Desthilat çi ji karker, jin, ciwan û civakê re wadê dike. Em weke DEM Partiyê dibêjin divê mehaneyê teqawidan bi 61 hezar lîreyî were sererastkirin û her tim bê nûjenkirin. Ji sermayedar û rantê re çavkanî heye lê dema dibe kedkar û teqawid dibêjin çavkanî tune ye.”
‘Em dikarin vê qederê biguherînin’
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser kampanyaya wan a “Ji bo nan, aştî û edaletê budçe” û wiha axivî: “Di van kampanyayên me de welatî derdê xwe tînin ziman. Welatî şert û mercên di nav de dijîn tînin ziman. Welatî dibêjin em dixwazin weke mirov bijîn. Em jî li vir dibêjin; ew ne qedera me ye. Em dikarin vê qederê biguherînin. Bes em bibin yek, xwe rêxistin bikin û têkoşîna kedê mezin bikin.”
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew ê ji pêşniyar yasaya hevpeymana Mekkeyê re bejin ‘na’ û wiha got: “Me di komisyona têkiliyên dervê de ji vê yasayê re got na û em ê di desteya giştî de jî bêjin na.” Tulay Hatîmogullari anî ziman ku li Enqereyê di Konferansa Jinan a “Em bi hev re pêşerojê diaxivin” de jin ji bo aştiyê hatine cem hev û wiha pê de çû: “Biryara şeran jin nadin. Hişmendiya serdest a zilam biryara şer dide û em jin jî têkoşîna aştiyê dikin. Em spasiya komîteya amadekar a vê konferansê dikin ku em anî ba hev. Em jin dê siberoja xwe bi hev re ava bikin.”
‘Dayîkên Aştiyê ji bo pêvajoyê li vir in’
Tulay Hatîmogullari Dayîka Aştiyê Elîf Aslan ku hefteya bihûrî koça dawî kir, bi bîr anî û derbarê çalakiya Dayîkên Aştiyê a li Enqereyê de wiha got: “Dayîkên Aştiyê ji bo pêvajoyê li vir in. Ji bo aştî pêk were hatin Enqereyê. Dixwazin gavên pêwîst bên avetin. Ne tenê ji DEM Partiyê re ji hemû partiyên siyasî re pêşniyarên xwe dikin. Aştî ne tenê berpirsyariya me ye. Ya hemû partiyan e. Dayîkên Aştiyê li Enqereyê bang li desthilatê dikin; Dibêjin ji bo aştiyê hûn li benda çi ne. Dayîkên Aştiyê ji bo êdî tu dayîk negirîn têkoşîna aştiyê dikin. Dayîkan ji bo aştiyê di vê serma Enqereyê de li Parka Kurtuluşê ji bo aştiyê di konê de nobet girtin. Dayîk dibêjin em ji sermayê natirsin. Bes bila aştî were, zarokên me neyên kuştin û ji girtîgehan bên berdan. Daxwaza dayîkan şênber e. Dayîk dibêjin; divê astengiyên li pêşiya pêvajoyê bên rakirin. Ji bo pêvajo bi rê ve biçe, divê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk bê. Girtiyên siyasî bên berdan. Peyama dayîkên me yên laçikspî ji Enqereyê, ji parlamento, ji parkan û ji navenda bajêr belavî hemû cîhanê bû. Ev peyamek mezin e ji bo hemû Tirkiyeyê. Dayîk niha jî li Meclîsê serdana komên partiyan dikin. Ez jî bang li hemû partiyên siyasî dikim; gotina dayükan nexşereya aştiyê ye. Guh bidin daxwazên dayîkan.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ger ku dayîk heta vir hatine û daxwaza aştiyê dikin. Bi banga birêz Ocalan pêvajoyek dest pê kir. Rêxistinê sozên xwe pêk anîn û gav avêtin. Niha dora avêtina gavan, a dewletê ye. Yasa derket lê gelo endamên tevgerê dê kengî vegerin? Ajandayek desthilatê ya pêvajoye heye an na? Ger hebe çima ji raya giştî re parve nake? Ji bo yasaya çarçoveyî bikeve meriyetê divê êdî wext nayê windakirin û bikeve meriyetê. Divê Desteya Ewlehiya Neteweyî tavilê rapora teyît û tespît amade bike û yasa bikeve meriyetê. Li Meclîsê divê êdî komîsyon bê ava kirin da ku Meclîs jî bi rola xwe rabe. Gava sereke ya pêvajoyê şert û mercên azad ên birêz Ocalan e. Birêz Ocalan derbasî xaniyekî bûye lê divê ne cih azadiya wî ya fizîkî pêk bê. Birêz Ocalan dixwaze bi rojnameger û hemû beşên civakê re hevdîtin bike. Ji bo cihê nû bi wate bibe divê derî bên vekirin û hemû beş bikarin hevdîtinê bikin. Em jî li vir silav û hezkirinên xwe ji birêz Ocalan re dişînin. Bila hemû kes jî bizanibe aştî pêşkeşî me nayê kirin. Em ê bi têkoşîna xwe berdewam bikin. Divê hemû kes xwe berpirs bibînin û çi ji destê wan tê, bike. Weke DEM Partiyê em ê ji bo aştiyê têkoşîna xwe bidomînin. Tu hêz nikare pêşî li me bigre. Çi dibe bila bibe em ê aştiyê bînin vî welatî.”