‘Trena Aştiyê’ li Amedê ye

Heyeta ku bi Trena Aştiyê hat Amedê bi coş hate pêşwazîkirin, nivîskar Ayşegul Devecîoglû ya di nava heyetê de cih girt jî got, "Em ji bo dengê aştiyê zêde bikin û têkoşîna hevpar berfireh bikin li vir in."

Amed – Heyetek ji Înîsiyatîfa Civakî ya ji bo Aştiyê û komek Akademîsyenên Aştiyê ji bo beşdarî Newroza Azadiyê bibin, duh bi Ekspresa  Başûrê Kurtalanê ji Enqereyê ber bi Amedê ve bi rê ketin. Rêwîtiya bi navê “Trena Aştiyê” piştî 24 saetan gihîşt Amedê. Li Gara Trenê ya Amedê nûnerên STK, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Rêxistina DBP'ê ya Amedê, hevşaredarên DEM Partiyê û siyasetmedaran bi gulan pêşwazî li heyetê kirin. Piştî pêşwazîkirinê heyet derbasî qada Newrozê bû.

'Em ji bo aştiyê li vir in'

Ayşegul Devecîoglû ku li ser navê heyetê axivî, got, "Em bi pêşiya xwe hatin ku dengê xwe yê aştiyê tevli Newrozê bikin."  

Piştre jî heyeta siya dirûşma “Newroz pîroz be” berz kirin.