Tora Tevgera Jinên Efgan: 15’ê Tebaxê ji bo jinên Efgan rojeke reş e

Tora Tevgera Jinên Afgan 15’ê Tebaxê ku pêncemîn salvegera hilweşîna komarê û vegera Talîbanê ye, wekî “Roja reş a Efganistanê" bi nav kir û kiryarên li dijî jinan rexne kir

Navenda Nûçeyan – Di 15’ê Tebaxa sala 2021’ê de careke din Talîban hat ser destilatdariyê li Efganistanê. Di 5’emîn salvegera wê de Tora Tevgera Jinan ji bo şermezarkirina vê rojê daxuyaniyek weşand. Torê destnîşan kir ku Talîbanê di  nava van pênc salên borî de rê li ber keç û jinan ji bo çûyîna dibistan û zanîngehan girtiye. Her wiha hebûna wan di bazara kar û qadên civakî de sînordar kiriye, xwepêşandan û azadiya bingehîn a welatiyan tepeser kiriye.

Tora Tevgera Jinan rexne li aliyên pêwendîdar kir

Tora Tevgera Jinan her wiha rexne li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî yên der barê rewşa jinên Efgan de bê helwest in kir û diyar kir ku tevî ew ji rewşa jinan haydar in jî van rêxistinan bi piranî tenê fikarên xwe tînin ziman daxuyaniyan didin û civînan li dar dixin.

Her wiha hat destnîşankirin ku tevî qedexe û zextan jî di van pênc salên borî de jinên Efgan li kolan, girtîgeh, sirgûn û di qada sîberê de parastina mafên xwe û xwepêşandanên xwe berdewam kirine.

15’ê Tebaxê tê wateya pênc salên sûc li dijî jinên Efgan

Tora Tevgera Jinan tekez kir ku 15’ê Tebaxê ne tenê salvegera guhertina pergala siyasî ji bo endamên xwe ye, di heman demê de sembola “pênc salên sûc, neheqî û xiyanetên li dijî mafên jinên Efgan” e jî.

Di berdewamiya daxuyaniyê de Tora Tevgera Jinan bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî sînordarkirinên li ser jinên Efgan tedbîrên bi bandor bigre û ji polîtîkayên xwe yên der barê rewşa jinan de berpirsiyar be. Her wiha torê bang kir ku nêzikahiya saziyên navneteweyî biguhere û bi pirsa; jinên Efgan dê êdî çiqas bibin hedefa  "polîtîkayên peymançêkirinê û bêdengiyê" yên civaka navneteweyî? Kir.

Piştî ku hikûmeta Komara Efganistanê têk çû, Talîbanê di 15’ê Tebaxa 2021’ê de Efganistanê kontrol kir û ket Kabîlê. Ji wê demê ve, li ser jin û keçên Efganistanê sînordarkirinên berfireh li ser perwerde, kar û hebûna civakî hatin ferzkirin.