Tora Mafê Mirovan nasnameya 222 Kurdên hatin qetilkirin piştrast kir
HRANA, diyar kir ku heta niha nêzî 7 hezar kes di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatine kuştin. Her wiha Tora Mafên Mirov a Kurdistanê nasnameya 222 xwepêşanderên Kurd ku bi destê hêzên rejîma Îranê hatine qetilkirin, piştrast kir.
Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) di roja 42’emîn de rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan parve kir. Di raporê de hate diyarkirin ku di êrişên rejîma Îranê yên li dijî xwepêşandêran de herî kêm 6 hezar û 961 kes hatine kutin. Her wiha Tora Mafên Mirov a Kurdistanê di raporeke xwe de nasnameya 222 xwepêşanderên Kurd ku bi destê hêzên rejîma Îranê di dema xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hatine qetilkirin, piştrast kir.
Li gorî HRANA, 51 hezar û 465 xwepêşander heta niha hatine binçavkirin û zêdetirî 11 hezar û 21 xwepêşander jî birîndar bûne.
Li gorî rapora HRANA, ji kesên hatine kuştin, 6 hezar û 507 kes ji wan xwepêşander bûn. Di nava wan de 176 zarokên dibin temenê xwe yê 18 salî dene. Herwiha ji heman hejmarê 214 kes jî endamên hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê ne. Herwiha 62 welatiyên ku tevlî xwepêşanderan nebibûn, lê hatine kuştin û jibilî vê jî 112 xwendevanên zanîngehê hatine binçavkirin.
Hate gotin ku heya niha 11 hezar û 480 kes ji bo lêpirsînê ji bo dezgehên ewlehiyê yên Îranê hatine vexwendin û 311 xwepêşander jî bi darê zorê neçar mane ku îtîraf bikin.
222 Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin qetilkirin
Li gorî rapora Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve 222 xwepêşanderên Kurd bi destê hêzên rejîma Îranê li bajarên cûda hatine qetilkirin û nasnameyên wan eşkere bûne.
Her wiha hate diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji destdane li bajarên Kirmaşan, Îlam, Tehran, Elborz, Loristan, Xoresana Rezewî, Esfehan, Hormizgan û Xozistanê hatine tomarkirin.
Tora Mafên Mirov a Kurdistanê eşkere kir ku nasname û zanyariyên gelek welatiyên din yên Kurd ku di xwepêşandanan de hatine kuştin, gihiştine destê wan û ew ji bo piştrastkirinê lêkolînan dikin.
Her wiha di raporê de hate destnîşankirin ku hêzên rejîma Îranê di xwepêşandanan de çekên şer bikaranîne, rasterast gule berdane serê xwepêşanderan. Her wiha saziyên ewlehiyê jî ji bo radestkirina cenazeyan pereyek zêde ji malbatan wergirine. Zext li malbatan hatine kirin ku di wefatnameya zarokên xwe de bêjin ‘Ji ber ketina ji bilindahiyan’ jiyana xwe ji dest dane û berpirsyartiya kuştina wan bixin stûyê xwepêşanderan de.