Tora Ewlehiya Dîjîtal a Jinan: Li Urdunê hevpeymaniyeke herêmî ya li dijî tundiyê

Tora Ewlehiya Dîjîtal a Jinan, înîsiyatîfeke hevbeş a herêmî ye ku hewl dide ewlehiya dîjîtal a jinan ji mijareke tabû veguherîne mijareke pêşanî ya li ser bingeha mafan û pêşveçûnê.

BARA’A MAYEH

Urdun-
Di ronahiya veguherînên bilez ên di qada dîjîtal a li herêma Ereban de, hebûna jinan li ser platformên dîjîtal bûye beşek yekgirtî ya beşdariya wan a di jiyana giştî de. Çi di xebata medyayê de, çalakvaniya mafên mirovan, derbirîna ramanan, çi jî ragihandina rojane de. Lê belê ev hebûna zêde, bi zêdebûnek xemgîn a şêwazên şîdeta dîjîtal a li ser bingeha zayendî re tê. Şîdeta dîjîtal a li dijî jinan êdî ne diyardeyek marjînal an bûyerek îzole ye, şêwazek dubare ya binpêkirinên wekî heqaret, gef, şantajên sîber, binpêkirinên nepenîtiyê û axaftina nefretê ye. Ev rewş rasterast bandorê li jiyana pîşeyî, civakî û derûnî ya jinan dike û gelek ji wan neçar dike ku ji qada giştî vekişin an jî dengê xwe sansûr bikin.

Dixwaze ewlehiya dîjîtal a jinan ji mijarek tabû veguherîne pêşîniyek maf û pêşkeftinê

Ji ber nebûna polîtîkayên parastinê yên bi bandor, çarçoveyên qanûnî yên qels û bersivên saziyî yên cuda, jin bi awayekî ferdî bi van binpêkirinan re rû bi rû dimînin. Bêyî piştgiriya têrker an torên hevgirtinê yên sînor, tevî xwezaya herêmî û gerdûnî ya qada dîjîtal û binpêkirinên ku di nav wê de diqewimin. Di vê çarçoveyê de, Tora Ewlehiya Dîjîtal a Jinan, înîsiyatîfek hevbeş a herêmî ye ku li ser bingeha hevkariya herêmî, çalakiya kolektîf û bicîhkirina jinan a di navenda polîtîkayên dîjîtal û bersivên saziyî de ye. Armanc dike ku ewlehiya dîjîtal a jinan ji mijarek tabû veguherîne pêşîniyek maf û pêşkeftinê. Tor di 31’ê Çileyê de hate destpêkirin.

Di dilê cîhana dîjîtal de jin

Destpêkirina Tora Ewlehiya Jinan di Qada Dîjîtal de bi serdemekê re hevdem e ku platformên dîjîtal bûne qadeke navendî ji bo hebûna jinan di qada giştî de. Çi rojnamevan, çalakvan, xebatkarên mafên mirovan, afirînerên naverokê, çi jî tenê jinên ku nerîn û ezmûnên xwe yên kesane diyar dikin. Ev hebûna zêde bi awayekî xemgîn dibe sedema zêdebûna hedefgirtina li ser bingeha zayendî. Ji bo gelek jinan, ev qada dîjîtal ji qadeke îfade û hêzdarkirinê vediguherîne qadeke gef û dûrxistinê. Ezmûnên saziyên damezrîner ên torê nîşan didin ku tundiya dîjîtal ji şêwazên heyî yên tundî û cudakariyê ya di jiyana rastîn de ne cuda ye, lê belê wan bi amûrên nû ji nû ve hilberîne, bandorên rasterast li ser kar, tenduristiya derûnî, hilbijartinên kariyerê û mafên dîtin û beşdarbûna jinan a di qada giştî de dihêle.

‘Ev binpêkirin êdî ne pirsgirêkên takekesî an herêmî ne’

Seroka Lijneya Bawermendan a Weqfa Mounir Salem ji bo Hêzdarkirina Jinan Esma Fethî piştrast kir ku fikra ji bo torê ji dilê hewcedariyê, wekî encamek salan xebata bi jinan re, têgihîştina hewcedariyên wan û piştrastkirina ku çareserkirina vê diyardeya şîdeta dîjîtal hevkariya navneteweyî û entegrasyona jinan hewce dike, çêbûye. Esma da zanîn ku damezrandina torê encama hişmendiya zêde ya li ser giraniya binpêkirinên dîjîtal bû. Esma destnîşan kir ku ev binpêkirin êdî ne pirsgirêkên takekesî an herêmî ne, ewlehiya jinan di qada dîjîtal de bûye pirsgirêkek mafên mirovan û pêşkeftinê ku sînoran derbas dike. Ji ber vê yekê, çalakiya herêmî ya rêxistinkirî, bersivên kolektîf, û amûrên parastinê yên zelal ku jinan di navenda polîtîkayên dîjîtal de datînin hewce ne.

Ji bêdengiyê ber bi rêxistinkirinê ve

Rêxistinvanên torê tekez dikin ku gelek jin ji ber tirsa ji stîgmayê, nebûna mekanîzmayên ragihandin û piştgiriyê yên bi bandor, an jî bêbaweriya bi bersivên qanûnî û sazûmanî, bi bêdengî bi tacîza dîjîtal re mijûl dibin. Ji ber vê yekê, Tora Ewlehiya Dîjîtal a Jinan armanc dike ku vê bêdengiyê bi veguheztina ezmûnên takekesî bo pirsgirêkek giştî ku bersivek kolektîf û rêxistinkirî hewce dike, bişkîne. Di vê çarçoveyê de, tor jinan wekî aktor bi cih dike, ne wekî qurbanî. Tor armanc dike ku ne tenê bi amûrên parastinê, di heman demê de bi bilindkirina hişmendiya mafên dîjîtal, pêşxistina kapasîteya jinan ji bo berxwedan, parastin û daxwaza polîtîkayên dadmendtir piştgiriya wan bike.



‘Ne tenê ji bo parastinê amûrên teknîkî ye’

Mekram Odeh ku Seroka Foruma Civakî û Aborî ya ji bo Hêzdarkirina Jinan û Koordînatora Herêmî ya Torê ye, diyar kir ku damezrandina Tora Ewlehiya Jinan di Qada Dîjîtal de gaveke kalîteyî ye ji destnîşankirina binpêkirinên dîjîtal heta rêxistinkirina çalakiya li dijî wan. Ekram wiha got: “Jinên li herêma me, ne tenê ji bo parastinê amûrên teknîkî, di heman demê de çarçoveyên qanûnî yên zelal û hevkariya herêmî ya cidî hewce dikin ku ewlehiya dîjîtal, rûmeta mirovan û mafê beşdariya bi ewle û dadperwer di qada giştî ya dîjîtal de bi hev ve girê didin."

Ewlehiya jinan ji bo beşdariya dadperwer şertek pêşîn e

Li gorî wê, nebûna ewlehiya dîjîtal rasterast bandorê li temsîla jinan a di medyayê, siyasetê, civaka sivîl û aboriya dîjîtal de dike; binpêkirinên dîjîtal gelek jinan neçar dikin ku ji nîqaşên giştî vekişin, ramanên xwe sansûr bikin, an jî dev ji rolên serokatiyê berdin. Ev nivîs tekez dike ku mîsogerkirina ewlehiya jinan di qada dîjîtal de şertek pêşîn e ji bo beşdariya wan a tevahî û wekhev a di jiyana giştî de. Nîqaşkirina veguherîna dîjîtal an pêşketina domdar bêyî çareserkirina tundiya dîjîtal a li ser bingeha zayendî ne temam e.

Torek ku ji hêla jinan ve ji bo jinan hatiye afirandin

Tora Ewlekariya Dîjîtal a Jinan toreke ku ji aliyê femînîstan ve tê birêvebirin û bi hevkariya rêxistinên femînîst û mafên mirovan ên ji sê welatên Ereban tê pêkanîn e. Ew baweriya girîngiya hevgirtina herêmî, parvekirina ezmûnên femînîst û pêşxistina çareseriyan li ser bingeha rastiyên jinan nîşan dide, ne çareseriyên ku ji jor ve têne ferzkirin. Lijneya damezrîner piştrast kir ku tor dê ji bo belgekirina ezmûnên jinan, zêdekirina dengê wan û girêdana têkoşîna ewlehiya dîjîtal bi têkoşîna ji bo edaleta zayendî û mafên jinan li herêma Ereb bixebite. Bi qebûlkirina ku ewlehiya dîjîtal ne luksek teknolojîk e mafek bingehîn ê ji bo jinan e, Tora Ewlekariya Dîjîtal a Jinan gavek pratîkî ber bi avakirina qadeke dîjîtal a dadmendtir û berfirehtir ve temsîl dike. Qadeke ku jin dikarin beşdar bibin, xwe îfade bikin û bixebitin bêyî ku ji hedefgirtin an dûrxistinê bitirsin û bêyî ku tenê ji bo hebûnê bedêlek zêde bidin. Tor bawer dike ku parastina jinan di qada dîjîtal de xalek destpêkê ya sereke ye ji bo mîsogerkirina beşdariya wan a wekhev a di medyayê, siyasetê, civaka sivîl û aboriya dîjîtal de. Tor tekez dike ku her projeyek pêşketin an veguherînê ku ewlehiya jinan negire navendê, dê netemam be. Tora Ewlehiya Jinan di Qada Dîjîtal bi armanca zêdekirina endametiya xwe û avakirina hevpeymaniyên herêmî yên berfirehtir, pabendbûna xwe ya ji bo xebata ber bi qadeke dîjîtal ve ku rêzê li rûmeta jinan digire, mafên wan diparêze û têkoşîna wan a berdewam ji bo wekheviya zayendî hem di cîhanên rastîn û hem jî di cîhana virtual de nîşan dide, ji nû ve piştrast dike.