Tora Bîjîşkên Sûdanê: Koçber bi birçîbûn û tîbûnê re têdikoşin

Tora Bîjîşkên Sûdanê, ji bo rizgarkirina zêdetirî 3 hezar kesên ku piştî êrîşên tund ên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên li ser herêmê bêyî stargeh, xurek û av li Mustarihayê dijîn, bang li rêxistinên navneteweyî kir ku mudaxeleyek lezgîn bikin.

Navenda Nûçeyan – Rewşa mirovî ya li Bakurê Darfûrê, bi zêdebûna hejmara kesên bêstargeh ên piştî êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn a li dijî bajarokê Mustarîhayê re, xirabtir dibe. Rêxistinên herêmî, derbarê karesateka mirovî ya bi hezaran sivîlên ku piraniya wan jin, zarok û kal û pîr in rû bi rû ne de, hişyariyan didin.

Tora Bîjîşkên Sûdanê, radigihand ku piştî êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi hezaran sivîl neçar mane ku ji Mustarîhayê birevin û piraniya wan dev ji mal û milkên xwe berdane. Torê, da zanîn ku niha zêdetirê 3 hezar kes bêyî stargeh, xurek û av dijîn. Torê, diyar kir rewşa mirovên koçber ên piraniya wan jin, zarok, kal û pîr û jinên ducanî ne "pir krîtîk" e û pêdivî bi mudaxeleya lezgîn heye.
Li gorî raporên medyayê, piştî dagirkirina Mustarîhayê, bi dehan koçber bi peyatî gihîştin Kabkabiya û li dibistan û avahiyên giştî bicîh bûn. Hate diyarkirin ku di encama êrîşa bi roketan de 28 kes mirin, 39 kes birîndar bûn û yekane navenda tenduristiyê ya herêmê zirar dît. Ev yek jî bû sedema koçberiyeke berfireh.

Di demekî ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn piraniya parêzgeha Darfûrê, hinek herêmên Kordofanê û deverên nêzîkî sînorê Çadê kontrol dikin de, artêşa Sûdanê herêmên bakur, rojhilat û navendî û hin xalên Darfûrê di bin kontorola xwe de digre. Pevçûnên ku ji nîvê sala 2023’yan vir ve  didomînin, bi milyonan Sûdanî koçber kiriye. Her wiha li gorî NY’ê, ev yek bû sedema yek ji mezintirîn qeyranên mirovî yên cîhanê.