‘Tofana Rûmetê’ li peravên Sûriyeyê
Piştî êrîşa li ser mizgefta li Humsê, bi hezaran kes li perava Sûriyeyê daketin kolanan da ku zilm û zordariya li ser Elewiyan protesto bikin. Rojnamevan Hêvîdar Xalid li ser xwepêşandanên ‘Tofana Rûmetê’ ku ji hêla jinan ve têne rêvebirin, nivîsand.
HÊVÎDAR XALİD
Di 27’ê vê mehê de, Serokê Encumena Bilind a Îslamî ya Elewiyan li Sûriyeyê û derveyî welêt Şêx Xezal Xezal, ji bo şermezarkirina êrîşa terorîstî ya li bajarê Humsê, li Mizgefta Îmam Elî bin Ebî Talib, ku di encamê de heşt kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 birîndar bûn, banga xwepêşandanên girseyî û aştiyane kir. Her wiha banga şermezarkirina rewşa niha ya Elewiyan a li Sûriyeyê kir. Şêx Xezal Xezal destnîşan kir ku ew şerê navxweyî naxwazin, lê belê dixwazin di Sûriyeyeke nû de federasyoneke siyasî pêk bînin; Sûriyeyeke bi edalet û rûmetê ku mafên hemû kêmneteweyên etnîkî û olî diparêze, hebûna wan bi pêkanîna daxwazên wan ên rewa diparêze. Ev ji bo hemû Sûriyeyiyan e ku bi salan di bin tirs û zilma rejîma Baasê de jiyane.
‘Tofana rûmetê’
Sibeha 28’ê Kanûnê, bi hezaran Sûriyeyan li peravên Sûriyeyê bersîva banga Şêx Xezal Xezal dan û herikîn meydanan û qadên giştî. Li dehan bajar û bajarokan û herêmên gundewar çalakiyên rûniştinê yên mezin li dar xistin. Gelek beşên civakê beşdar bûn û jinan pêşengtiya van xwepêşandanên aştiyane kirin. Ev bû pêlek mirovî ku bala her kesî kişand û ji hêla Sûriyeyiyan ve wek ‘Tofana Rûmetê’ hate binavkirin. Xwepêşanderan dirûşmeyên ku daxwazên wan ji bo azadî, jiyaneke bi rûmet û jiyaneke li gorî dîroka wan nîşan didan, berz kirin. Bi rastî, Sûriyeyiyan sînorê tirsê şikandin û bi eşkereyî nerazîbûna xwe li dijî polîtîkayên rejîma heyî ya li Şamê nîşan dan. Bi helwesta xwe ya wêrek û daxwazên berdewamiya têkoşîna xwe ya aştiyane û daxwazên xwe yên dadperwer û rewa, tevî hemû şert û mercên dijwar, anîn ziman.
Daxwaza azadiya hemû civakên Sûriyeyê dikin
Xwepêşanderan pankart bilind kirin, daxwazên xwe yên bingehîn anîn ziman û kiryarên sûc ên lê rast tên, wekî sûcên şer têne hesibandin. Her wiha diruşmeyên, ‘Em federalîzmê dixwazin ewlehî mafek e’, ‘Federalîzm... Federalîzm’, ‘Guhdar bike dinya, gelê Elewî dê çok nede erdê’, ‘Em aştiyê dixwazin’, ‘Çalakiya rûniştinê ji bo rûmetê... Elewî bi bêdengî tên qirkirin’, ‘Revandina jinên Elewî rawestînin,’ ‘Girtiyan berdin’, ‘Federalîzm jiyana hevbeş ava dike’, ‘Ez bavê xwe dixwazim’ û ‘Elewî, Sunnî, Xiristiyan, Durzî, Kurd... Em hemû bira ne’ hatin berzkirin. Her wiha wan sloganên neteweyî bilind kirin ku yekîtiya Sûriyeyê diparêze, daxwaza berdana girtiyên ku ji hêla rayedarên Şamê ve têne girtin kirin. Daxwaz kirin ku hikûmeta demkî hesab ji kesên ku li dijî xelkê bajêr û bajarokên xwe sûc kirine bixwazin û daxwaza azadiya hemû civakên Sûriyeyê dikin.
Êrîşan biryardariya xwepêşanderan neşikand
Xwepêşandanên ku li bajarên peravê yên Sûriyeyê Qardeha, Ceble, Tartûs, Hums, Daliya, Banyas, Mesyaf, Deşta Xab û Lazkiyê hatin lidarxistin, ji bo niştecihên vê herêmê û bi giştî ji bo gelê Sûriyeyê bûyera herî mezin û girîng bû. Girseya hemû Sûriyeyê matmayî kir, tevî hewldanên tepisandina ji hêla hêzên çekdar ên hikûmeta demkî ve jî di dilê wan de hestek ji nû ve geş kir ku gel dikare li hemberî polîtîkayên ku hewl didin biryardarî, rûmet û mafên wan ên rewa têk bibin, serî hildin. Lê belê, ev xwepêşandanên aştiyane rastî tundiyê hatin, hêzên bi navê ‘Ewlehiya Giştî’ yên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî êrîşî girseyê kir û gule berdan. Di heman demê de, hêzên leşkerî anîn bajarên peravê, digel gefên qirkirinê li dijî Elewiyan bi dirûşmeyên ‘Allahu Ekber’ dixwestin gel bitirsînin û bikujin, dîmenek trajîk ku pratîkên Partiya Baas li dijî gelê Sûriyeyê tîne bîra mirov. Lê belê, van êrîşan biryardariya xwepêşanderan neşikand, têkoşîna xwe domandin, radestbûnê qebûl nekirin.
Kî berpirsiyarê van hemû sûcan e?
Du sivîlên bêçek hatin kuştin û 50 kesên din jî birîndar bûn. Bi dehan kes hatin girtin û bi sedan kes rastî êrîşa çekdarên girêdayî desthilata demkî hatin. Her wiha şêxên aştîxwaz ên ku beşdarî xwepêşandanan nebûn û Serokê Encumena Îslamî ya Elewiyan li Tartûsê Şêx Elî Helhal, ji zextê xilas nebûn. Ji ber ku daxwaza bersivdayînê ji bo banga Şêx Xezal kir, hate girtin. Pirs ev e: Kî berpirsiyarê van hemû sûcan e û kî dê hesab bide? Zilamên çekdar ketin bajar û gundên Elewiyan û gef li wan xwarin ku dê zêdetir bikujin, niştecihan xistin rewşek alozî, fikar û bêaramiyê.
Medyaya Erebî çavên xwe ji sûcên li dijî Sûriyan hatine kirin re girt
Piştî êrîşa terorîstî ya li ser Mizgefta Îmam Elî bin Ebî Talib li Humsê, rojek tijî tepeserkirina xwînî ya çalakiyên rûniştinê yên aştiyane. Wêne û dîmenên zindî li ser medyaya dijîtal belav bûn, êdî ne tenê kêliyên tundiyê belge dikirin, bûn neynikên şikestî yên ku hilweşînek ehlaqî ya tirsnak nîşan didan. Medyaya Erebî çavên xwe ji sûcên li dijî Sûriyan hatine kirin re girt, endamên hêzên Ewlekariya Giştî tê de diyar bûn, çekan dihejandin û li ber çavên her kesî û kamerayan, êrîşî xwepêşanderên aştiyane dikirin, heta pesnê kuştina sivîlên bêçek jî didan. Hikûmetê careke din rûyê xwe yê xwînî û xwezaya xwe ya rast a tepeserkirinê eşkere kir. Ji ber tomarên wê yên tarî li başûrê Sûriyeyê li dijî Durzîyan û komkujiyên ku di Adara borî de li peravê hatine kirin, bêyî ku sûcdaran hesab bidin dîsa dest bi êrîşan kirin.
Bi hesreta ewlehî û aramiyê
Rewşa Sûriyeyê ku ji ber dehsalên tepesandina hatiye hilweşandin û piştre ji ber şer hatiye perçekirin, dê piştî vê xwepêşandana aştiyane ya ku ji hêla xelkê peravê ve tê rêvebirin biguhere. Pabendbûna xwe bi mafên xwe yên rewa re ji nû ve diyar kirin. Wan nîşanî her kesî da ku Sûriye hewceyî diyaloga navxweyî ya di navbera civakên xwe yên cûrbecûr de û pergalek siyasî ya nenavendî ye ku nûnertiya hemû gelan dike. Bi rastî, ji komkujiyên li peravê bigre heta êrîşa ser Dêra St. Elias, ji xwînrijandina li Ceramana û Sahnaya bigre heya Suweydayê û tiştê ku roja Yekşemê li peravê qewimî, rastiyek dijwar derdixe holê. Ev hemû hovîtî dê rê li ber yekbûna Sûrîyan a li dijî polîtîkayên rejîmek yek-partî negire, nikare birînên wan ên kûr derman bike. Her Sûriyek îro hesreta dîtina ewlehî û aramiyê dikşîne, dixwaze di dewletek serwer de bijî, bi rêveberiyek demokratîk û destûrek ku dê salên tundî û zilmê bi dawî bike.
Rêveberiya Xweser êrîş şermezar kir
Encumena Bilind a Îslamî ya Elewî li Sûriye û derveyî welêt, bûyerên roja Yekşemê li herêma peravê wek ‘binpêkirinek eşkere ya qanûnên mirovî û peymanên navneteweyî’ bi nav kir. Encumenê di daxuyaniyek de bêdengiya navneteweyî şermezar kir. Encumena Demokratîk a Sûriyeyê hikûmeta demkî wek berpirsyarê encamên tepeserkirina xwepêşandanan dît û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev êrîş şermezar kir û banga avakirina Sûriyeyek demokratîk û federal kir.
Heta niha, dewletên Ereb li hember wehşetên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li dijî gelê Sûriyeyê têne kirin bêdeng dimînin. Mîna ku mirî û birîndar ji cîhaneke din bin û ne xema wan be tevdigerin. Zêdekirina têkoşîna siyasî ya aştiyane ji bo gelê Sûriyeyê ku bûye qurbanê polîtîkayên hegemonîk ên cîhanî, planên berfirehbûnê û berjewendiyên aborî, wek vebijarteka herî baş dimîne. Yekîtiya Sûriyeyê û gelê wê bi têkoşîneke hevpar û îradeyeke yekgirtî ve girêdayî ye. Jinên Sûriyeyê dikarin vê qonaxê bi rê ve bibin. Têkoşîna kolektîf a jinan rêya jiyaneke bi rûmet û gihîştina daxwazên wan ên ji bo federalîzma siyasî ye.