TJK-E’yê Cejna Çarşema Sor pîroz kir

TJK-E’yê Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî pîroz kir û têkoşîna parastin û xweseriyê ya Kurdên Êzidî silav kir.

Navenda Nûçeyan- TJK-E’yê bi wesîleya Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî peyamek weşand.

TJK-E’yê di peyama xwe ya Çarşema Sor de wiha got: “Gelê Êzidî yê 78 ferman li serê wî hatin rakirin, di tevahiya dîrokê de desthilatdaran xwestin asîmîle bikin, ji baweriyê qut bikin û ji cihên ku lê dijî sirgûn bike. Di sala 2014’an de bi êrîşên DAIŞ’ê re komkujiyeke mezin pêk hat û gelek jin hatin revandin û windakirin. Gel xaka xwe neterikand, bi piştgiriya Tevgera Azadiyê jî parastina xwe ya xweser pêk anîn û çeteyan têk birin.”

“Dewleta Tirk a faşîst bi konsepta îmha û înkarê nêzî gelê Kurd dibe û her carê PDK’ê jî dide gel xwe dixwaze planên xwe yên qirkirinê pêk bîne. Ev komkujiyên li dijî gelê Êzidî jî encameke van polîtîkayan in. Gelê Êzidî rê neda van zextan, paratina xwe ya xweser bi pêş xist, hebûn û baweriya xwe parast û rêxistinbûna xwe ya xweser afirand.”