TJA’yê nameya piştevaniyê ji jinên li Hindistanê re şand
TJA’yê têkoşîna li Hindistanê ku bijîjka jin piştî tecawizê hat qetilkirin dest pê kirine silav kir û bal kişand ser pêşxistina piştevaniya jinan a gerdûnî.
Navenda Nûçeyan - Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî bijîjka jin a li Hindistanê rastî tecawizê hat û dûre hat qetilkirin, ji bo jinên Hindistanê nameya piştevaniyê şand.
Di nameya TJA’yê ya bi gotina; “Birêz xwişkên me yên Hindistanê, destpêkê têkoşîna we ya li dijî tecawizê didome, weke jinên TJA’yê ji Kurdistanê em silav dikin” dest pê kir de wiha hat gotin: “Xaka me ya ku di dîrokê de bûye şahidê şaristaniyên herî xweş, mixabin îro şahidiyê ji tecawizên bi zihniyeta patrîarkal û qetlîamên jinan re dike.”
TJA’yê di berdewamiya nameyê de ev tişt got:
“Em dizanin erdnîgariya Hindistanê jî bi dehhezaran salan, bi saya ked, zanyarî, xweza û ceribandina jinan, bi awayekî felsefîk li pey jiyana xweş meşiyane û em dibînin dijminên jinan jî dijminatiya xwe weke ku li Kurdistanê li ser zayendperestî, netewperestî û olperestiyê dikin li wê derê jî bi pêş dixin.
Em jin di demên herî xweş ên dîrokê de weke hêza sereke, jiyanê pîroz dikir, zîhneyat mêrsalar jî bi dijmanatiya xwe ya bi jinan re hewl dida desthilatdariyê di destên xwe de bigre. Bi tecawiza li ser jinan re dixwazin bibin xwediyên wan. Bi qetilkirinê hêza desthilatdariyê nîşan didin. Ev sîstema zalim ku ji derveyî hevjîn, dayik û destgirtiya mêr, naxwaze nasnameya jinan di jiyanê de bibîne, bi tecawiz û qetliaman şer li dijî nasnameya jinên azad vekiriye.
‘Jin Jiyan Azadî’ felsefeya jiyana azad e
Weke ku we jî di têkoşîna xwe de diyar kir, dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ felsefeya jiyana azad e. Jiyan jin bi xwe ye divê jiyan azad be, qetilkirina jinan qetilkirina jiyanê ye. Zihneyeta serdest a mêr ku tehemul nake em azad bibin, hewl dide bi tecawiza li ser beden, ked û zanista me jiyanê jî qetil bike. Cîhanek ku jinên azad lê nebin, ji xakek bê nefesmayî ne cuda ye. Ji ber vê em dibêjin azadiya jinên ku hêza sereke ne, azadiya civakê ye.
Her çend em di erdnîgariyên cuda û çandên cuda de dijîn jî heqîqeta jinbûnê sînoran nêzî me dike. Hêrs û têkoşîna we pêwîstiya ku divê piştevaniya jinan bibe gerdûnî careke din nîşan da. Tecawiza ku li jinek Hindistanî hat kirin, tê wateya ku li jinek Kurdistanî jî hatiye kirin. Têkoşîna jinên Hindistanê hêzê dide têkoşîna jinên Kurdistanê. Em dizanin felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ di pêşengiya me jinan de bangeke ji bo azadiya jiyanê ye û em vê têkoşînê careke din bi rêzdarî silav dikin.”