TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê eşkere kir
TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê eşkere kir. Di deklarasyonê de hat diyarkirin ku dê bi hêrsa jinên hatine qetilkirin li qadan bin û wiha hat gotin: “Bi mîrateya ji Mîrabalan heta roja me, em ê jiyaneke bêtundî û azad bi civaka demokratîk ava bikin.”
					Amed- Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de dê bi dirûşma “Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bêtundî ve” çalakî û xwepêşandanan li dar bixe. TJA’yê, deklarasyona çalakî û xwepêşandanan aşkera kir. Deklarasyon, li pêşiya DÎKASUM’ê hat aşkerakirin. Metna Tirkî ya daxuyaniyê Hatîce Oncu û ya bi Kurdî jî ji rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê Hazal Kaydu xwend.
‘Em jiyaneke bê tundî û azad bi civaka demokratîk re dirêsin’
Deklarasyona TJA’yê wiha ye:
“Em 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, ya ku bi bîranîn û têkoşîna Xwişkên Mirabel ên di sala 1960’an de li Domînîkê dema li dijî dîktatoriyê li ber xwe didan hatin qetilkirin bûye sembol, bi hêrs û berxwedana jinên ku îro tên qetilkirin pêşwazî dikin. Em têkoşîna xwe ya li dijî qirkirina jinê mezin dikin; bi mîrateya ji Mirabelan heta îro, em jiyaneke bê tundî û azad bi civaka demokratîk re dirêsin!
Nasnameya jinê bi hezaran salan e bi tundiyê di malan de hat girtin, hat mêtinger kirin û qetilkirin. Ji bo ku nirxên civakî yên wê afirandine tune bibin û bên jibîrkirin, rastî her cure tundiyê hat hiştin. Dîroka jinan hat tune hat hesibandin. Hebûna wan hat tune hat hesibandin. Çand û baweriyên wan  tune hat hesibandin. Li şûna vê, têkiliyên hegemonîk ên ku serweriya mêr organîze dike û pêkhateyên nû yên ku ev têkilî tê de hatune saziyekirin, hatin avakirin. Û ji bo ku ev pêkhate li ser piyan bimînin, tundî her roj ji nû ve hat hilberandin û jin hatin girtin. Qirkirina jinê û civakê ya ku îro li seranserê cîhanê li ber çavên me pêk tê, berdewamiya tekela tundiyê ya hezaran salan e. Sîstema modernîteya kapîtalîst, ji bo ku palpişta xwe ya sereke, serweriya mêr li cografyayên cuda yên cîhanê bi polîtîkayên cuda li ser piyan bigire, ji her demê zêdetir êrîş dike. Her sal li seranserê cîhanê herî kêm 80 hezar jin bi tundiya mêran tên qetilkirin, li dijî jinan şerekî vekirî tê meşandin. Ev şerê bê statu, lê belê yê ku hemû pêkhate bi hevkarî dimeşînin, her roj bi sedan jinan dikuje, ji jiyanê qut dike, dibe sedema birînên psîkolojîk-fîzyolojîk ên bêveger.
Têkoşîna rêxistinkirî ya berxwedana jinê ya 100 salên dawî ev rewş îfşa kiriye, li seranserê cîhanê têkoşîneke mezin rêxistin kiriye û li dijî serweriya mêr berxwedana xwe ya domdar nîşan daye. Di asta ku em gihîştinê de, li seranserê cîhanê erdnîgariyek nemaye ku têkoşîna jinê tê negihîştibe. Lê belê sîstema cîhanî ya global ya ku vê yekê wekî xetere dibîne, di deh salên dawî de li her deverê êrişî destkeftiyên jinan kiriye, ev destkeftî hem bi awayekî yasayî hem jî pratîkî hatune desteserkirin.
‘Em dizanin li pişt mirinên jinan kiryarên mêr hene’
Mixabin rewş ji bo erdnîgariya Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn jî heman rewş e. Li van axên ku warê xwedawendan e, her roj jin bi awayekî sîstematîk tên qetilkirin, rastî tundiyê tên, ber bi xwekuştinê ve tên ajotin û bi ewqas zext û tundiyan tên dorpêçkirin ku em nikarin navê wan li vir bihejmêrin; tê xwestin ku hebûna wan were parçekirin. Hest û ramanên wan tên biçûkxistin, jinbûn ji bo dîtina tundiyê wekî hincetek têr tê dîtin. Eşkere ye ku daneyên ji aliyê saziyên fermî ve tên eşkerekirin rastiyan nîşan nadin. Em dizanin ku li pişt "mirinên jinan ên bi guman" ên di salên dawî de wekî întîhar zêde bûne, kiryarên mêr hene.
Di pêvajoya 20 salên dawî de polîtîkayên hikûmetê yên dijminê jinê ev sîstem xurt kiriye, zêdetir jin ji jiyanê qut kiriye. Her çend hemû daneyên zanistî û sosyolojîk nîşan bidin ku jin herî zêde li malan, di nav malbatê de rastî tundiyê tên jî, me qebûl nekir û em ê qebûl nekin ku tundiya li ser jinê wekî lawazbûna malbatê bê nirxandin. Bi îlanakririna Sala Malbatê û polîtîkayên di vê çarçoveyê de tên meşandin, jin zêdetir di malan de tên girtin û tundiya mêran nedîtbar tê kirin. Tundiya li ser jinê ne meseleyeke malbatê ye, pirsgirêka sîstema serweriya mêr e. Desthilatdariya heyî pirsgirêkên di nav malbatê de bi gotara "Malbata Pîroz" nedîtbar dike, nahêle ku îradeya jinê ya di qada taybet de asêmayî azad bibe. Her roj jin, li malên xwe ji aliyê kesên herî nêzîk ve rastî tundiya zayendî, aborî, psîkolojîk û fîzîkî tên. Perdeyek nedîtbar li ser vê tundiyê tê kişandin; tundiya nav malê hîn jî pir caran ji tundiyê jî nayê hesibandin.
‘Zagon tenê li ser kaxez dimînin’
Her çend zagonên heyî îdîa bikin ku jinê diparêzin jî, di pratîkê de ev parastin tenê li ser kaxezê dimîne. Saziyên ku bi parastina jinan berpirsiyar in, pir caran di bin navê "parastina yekîtiya malbatê" de jinê dîsa dişînin nav rewşa tundiyê. Qadên ewle kêm in, biryarên parastinê bê bandor in; piraniya jinan, tevî ku di bin tehdîtê de ne, neçar dimînin ku li heman taxê, heta li heman malê bi kiryar re bijîn. Tundiya mêran bi awayekî sîstematîk bi hincetên wekî "hêrsa takekesî", "hesûdî", "tehrîk" tê sivikkirin; kiryarên mêr bi kêmkirinên ji ber "rewşa baş" tên berdan.
Dîsa, pêşnûmaya pakêta 11'emîn a Darazê ya ji bo pêşkêşkirina meclîsê tê amadekirin, pêşniyarên rêziknameyên giran ên cudaker dihewîne. Ev pêşniyar mafê jiyana azad a takekesî tehdît dikin û berpirsiyariyên Tirkiyeyê yên navneteweyî yên mafên mirovan paşguh dikin. Digel ku divê hiqûq mafê jiyanê û wekheviyê yê civakê misoger bike, bi zagonên bi vî rengî pêkanînên cudaker û antîdemokratîk tên rewakirin. Bi vî awayî, prensîbên "wekhevî" û "parastin" ên di metnê zagonan de cih digirin, li dîwarên zîhniyeta serweriya mêr dixin û bêkar dimînin. Lêgerîna edaletê ji bo jinan vediguhere pêvajoyekê; di vê pêvajoyê de ew di nav saziyên dewletê de ji nû ve tên trawmatîzekirin. Mînaka herî berbiçav a vê yekê ev e: Hejmara jinên ku tevî biryara parastinê tên qetilkirin her ku diçe zêde dibe. Dema ku jin ji bo parastina mafên xwe yên jiyanê mafê xwe yê xweparastina rewa bikar tînin, ew bi cezayên herî giran re rû bi rû dimînin. Ev tablo, bi eşkereyî nîşan dide ku polîtîkayên heyî li aliyê kê ne.
 Di koka tundiya li ser jinê de îdeolojiyên serweriya mêr ên ku bi hezaran salan e dewam dikin hene. Ev sîstem bi awayekî binyadî her cure êrişên li dijî xwezayê, civakê, jinê û zarokan mayînde dike. Bi polîtîkayên eko-qirkirinê, takekesên ku ji xwe, axa xwe, bîra xwe biyanî bûne tên afirandin û ji wateya jiyanê tên dûrxistin. Jin ji qadên xwe yên jiyanê tên qutkirin û mehkûmî xizaniyê tên kirin. Bi vî awayî, bi muhtackirin, girêdayîkirin û bêçarehiştinê, gelek jiyan ji polîtîkayên karê yên azamî re tên qurbankirin. Lê belê em dizanin ku berxwedana jinê li dijî van îdeolojiyan kêlîkekê jî paşde gav neavêtiye û dê neavêje. Heta ku cîhaneke bê tundî, bê mêtingerî û wekhev were avakirin, têkoşîna jinê dê mezin bibe.
Banga 27’ê Sibatê
Em Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, a ku di 27'ê Sibatê de bi banga Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan destpê kir, ji têkoşîna azadiya jinê ya ku em li dijî sîstema serweriya mêr didin, cuda nabînin. Ji ber ku em dizanin şer, li vê erdnîgariyê herî zêde jiyana jinan û zarokan hilweşand. Bi hezaran jinên Kurd hatin qetilkirin, îşkence dîtin, bi zorê ji cih û warên xwe hatin kirin; mîlîtarîzma ku hat gurkirin, bedena jinê, ked û nasnameya wê kir hedef.
Bi polîtîkayên şerê taybet hat xwestin ku jin ji nasname, bawerî û jiyana xwe bên qutkirin. Sûcên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kirin bêceza hatin hiştin; kuştinên kiryar nediyar ên serdemên tarî jî îro li ser nasnameya jinê tên nûjenkirin. Em hîn jî aqûbeta Gulistan Dokuyê dipirsin, em diqîrin ka çi bi Rojin Kabaişê bû, em qebûl nakin kuştina Narin Guran di tariyê de bê hiştin. Narin bûye sembola vê sîstemê. Di vê sîstemê de mafê jiyanê yê zarokan bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin, xizanî, tundî û bêcezahiştin bûne yek. Her pirsa "çima" ya li dû wê tê pirsîn, bedela zarokbûn, jinbûn û xizanbûnê li vê erdnîgariyê de tîne bîra mirov. Zarokên di nav tora têkiliyên paşverû û tarî de tên qetilkirin, ji cîhanên xwe yên azad tên qutkirin û mehkûmî xebatê tên kirin, bi bêperwerdehiştinê ber bi pêşerojeke ne diyar ve tên ajotin, bûne mexdûrên herî mezin ên vî şerî.
‘Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e’
Me bi jiyînê dît ku şer jiyanê tune dike, di rewşa şer de mêranî çawa tê pîrozkirin, mîlîtarîzm tundiyê çawa rewa dike. Ji ber vê yekê em wekî Tevgera Jinên Azad (TJA), aştiyê ne tenê wekî bêdengbûna çekan, lê belê wekî dawîhatina hemû şêweyên tundiyê dibînin. Aştî tê wateya jiyaneke wisa ku tê de jin nayên kuştin, nasnameyên wan nayên înkarkirin, bedenên wan nabin qada şer. 
Aştî di heman demê de tê wateya jiyaneke wisa ku tê de zarok ji birçîbûnê namirin, bi zikê birçî naçin dibistanê, hewaya ku hildidin û ava ku vedixwin nayê qirêjkirin. Ji ber ku şer ne tenê mirovan, lê belê xwezayê jî dikuje; daristanan, çeman, çûkan, bereketa axê tune dike. Qirkirina ekolojîk jî şêweyekî din ê tundiya mêran e. 
Em bawer dikin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, a ku bi têkoşîna gelê Kurd a bi dayîna bedelên mezin heta îro şîn bûye, dê bi pêşengiya jinan bigihîje serkeftinê. Ji ber ku aştî, bi dengê, keda û lêgerîna edaletê ya jinan mimkun e.
Em dizanin ku pêvajoya aştiyê dê bi xweber an yekalî nemeşe, lewma em li her deverê xwe rêxistin dikin, aştiyê civakî dikin. Em dizanin ku dema jin bibin kirde yên pêvajoyên aştiyê, ne tenê şer, lê belê hemû şêweyên tundiyê jî bi dawî dibin. Ji ber vê yekê em careke din diqîrin; Ji Şer re Na, Aştî hema niha!
Hevîrê van axan bi rêxistinbûna komunê û felsefeya jiyana azadîxwaz girtiye. Civakê bi vê hişmendiyê xwe ava kir, pîvanên jiyaneke wekhev û azad afirand. Em dizanin ku îro li hemberî hemû êrişên li ser van nirxan, riya xweparastinê û azadkirinê dîsa rêxistinbûna komunê ye. Bi wê hişmendiyê ku bi nirxên azadiyê yên komunal mimkun e hemû xerakirinên ji aliyê zayendperestî, olperestî, neteweperestî û zanistperestiyê ve hatune afirandin bên derbaskirin, em ê zêdetir xwe rêxistin bikin, parastina xwe û mafê xwe yê jiyanê li dora komunê ava bikin. Riya aştiyê jî û tovê jiyana azad jî dê di nav vê yekîtiya nirxan de hebin.
Em vê 25'ê Mijdarê ne tenê wekî helwestek li dijî tundiyê, lê belê bi ruh û bandora şoreşa me ya Jin Jiyan Azadî pêşwazî dikin. Ev şoreş dînamîka avakirina hemû qadên jiyanê bi rengê jinê pêk tîne. Bi wê hişmendiyê ku çalakiya herî bi bandor rêxistinbûn e, em dibêjin riya parastina jiyanê têkoşîna hevpar a jinê ye.
‘Li dijî xizaniyê têkoşîn’
Têkoşîna me ya azadiya jinê ya ku ji nîv sedsalê zêdetir e dewam dike, bi dayîna bedelên mezin gihîştiye van rojan. Lê belê me dev jê berneda, me paşde gav neavêt. Ji ber ku em jin herî baş dizanin ku bi têkoşînê çi tişt dikarin bên bidestxistin. Em li hemberî polîtîkayên sîstema serweriya mêr ên ku dixwestin me tune bikin, bi hezaran salan bi klaman, lorîkan, hêrsê, hêviyê, baweriyê li ber xwe didin û gihîştin îro.
Îro xizaniya jinê yek ji wan qadan e ku mêtingeriya kapîtalîst bi awayê xwe yê herî tazî tê dîtin. Jin barê xizaniyê hildigirin, lê belê ji ber ku nikarin zarokên xwe têr bikin tên sûcdarkirin; dema ji hilberînê tên dûrxistin, bi torên piştevaniyê jiyanê ji nû ve ava dikin. Ji ber vê yekê têkoşîna jinê, ne tenê li dijî tundiyê, di heman demê de li dijî xizaniyê, birçîbûnê, bêewlehiyê û xerakirina xwezayê jî berxwedanek e.
Qirkirina ekolojîk, parçeyek bingehîn ê xizaniya jinê û şer e: Dema ku av diçikin, ax bi madenan tê kolandin, daristan tên bombekirin, herî zêde ked, debara û qada jiyanê ya jinan tê tunekirin. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiyê di heman demê de parastina axê, avê û jiyanê ye.
Dengê me, gotina me li dijî xizaniyê, tacîzê, destdirejî, tundiyê, komkujiyan mezin bû û gihîşt îro. Em bi hilgirtina nirxên xwe yên civakî di dilê xwe de meşiyan. Îro em ji her demê zêdetir bi Prensîba Hêviyê ve girêdayî ne û biryara xwe ya jiyana azad mezin dikin. Ev nirx îro li bendê ne ku ji nû ve bibin komun, bibin yekîtiya civakî, bi hev re hilberînin û zêde bibin. Ji bo pêkanîna ronesansa jinê, hincetên me zêdetir in, derfetên me yên têkoşînê û serpêhatiyên me hene ku me ji dîrokeke kevnar wergirtune.
‘Ji bo jiyaneke bê tundî’
Ji bo jiyaneke bê tundî, ji her demê zêdetir pêwîst e ku em li dora nirxên demokratîk ji nû ve bibin yek, nirxên komunal ên civakî derxin holê, bibin xwedî gotin û îradeya xwe.
Em vê 25'ê Mijdarê jî ji aliyekî ve bi hêrsa jinên hatune qetilkirin, ji aliyê din ve bi hêviya avakirina aştiyê ya ku li erdnîgariya me serwer e, pêşwazî dikin.
Rêya me ya meşê, têkoşîna me ya dayînê heye! Em bang li hemû jinan dikin ku ber bi azadiyê ve bimeşin, gotinê mezin bikin û ronesansa jinê di jiyanê de pêk bînin. Bijî têkoşîna jinê. Jin, jiyan, azadî.”