TJA: Li Gemlîkê tevlî me bibin

Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Îzmîrê ya DEM Partiyê derbarê Meşa Gemlîkê de, ku dê di 19'ê Nîsanê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Navenda Nûçeyan – Wê di meşê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama, "Niha dema azadiyê ye" bê dayin. Aktivîsta TJA'yê Leyla Kaygisiz ku daxuyanî da, da zanîn dem dema jinan e û wiha got: "Li dijî vê pergala îstîsmarkar a ku ji hêla mêran ve serdest e û laş û keda jinan dike bazirganî; em dizanin ku jiyanek ku azadiya jinan di navendê de ye mimkun e û em ji bo wê têdikoşin.”

‘Ji bo jiyanek wekhev û azad’

Leya Kaygisiz qala azadiya fizîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Têkoşîna azadiyê, ku ji Amara heta Îmraliyê bi hesreta gel ji bo civatek demokratîk dirêj dibe, îro bûye bingeha herî bingehîn a ji bo aştî û avakirina civatek demokratîk. Ji ber vê yekê, daxwaza azadiyê ji bo Rêberê Gel, Birêz Abdullah Ocalan, ne tenê ji bo yek kesî ye; ew ji bo pêşeroja hevpar a gelan, ji bo jiyanek wekhev û azad pêwîstiyek e.”

Leyla Kaygisiz her wiha bal kîşand li ser paradîgmaya azadîxwaziya jinê û wiha got: “Paradîgmaya rizgariya jinan a ku ji hêla Birêz Abdullah Ocalan ve hatî pêşkêşkirin ne tenê çareseriyek e; ew di heman demê de perspektîfek e ku nîşan dide ka meriv çawa di vê rêyê de dimeşe. Em careke din tekez dikin ku tu veguherînek civakî ya ku azadiya jinan nexe pêşiyê nikare azadiya rastîn biafirîne. Em jin dibêjin ku aştiya mayînde bêyî misogerkirina azadiya Birêz Abdullah Ocalan ne pêkan e."

‘Aştî di bin pêşengiya jinan de pêkan e’

Leyla Kaygisiz Banga beşdarbûnê ya ji bo Gemlîkê kir û wiha domand: "Di vê serdema dîrokî ya Rojhilata Navîn de, ku êş, berxwedan û ji nû ve zayînên mezin lê çêdibin; em dizanin ku aştî di bin pêşengiya jinan de pêkan e. Azadiya Birêz Abdullah Ocalan ji bo avakirina wekhevî, azadî û jiyaneke demokratîk asteke girîng e.

Bêyî misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan, ne pirsgirêka Kurd çareser dibe û ne jî aştiyeke mayînde li herêmê ava dibe. Wekî jin, em bi biryar in ku bi hev re rêya aştî û azadiyê ava bikin. Em ê di 19'ê Nîsanê de li Gemlîkê bin. Em bang li hemû jinan dikin ku li Gemlîkê tevlî me bibin, da ku daxwaza me ya azadiyê zêde bikin û bi hev re aştiyê ava bikin. Niha dema jinan e! Niha dema azadiyê ye ! Werin em bi hev re aştî û azadiyê ava bikin."