TJA: Ji bo bidestxistina aştiyê têkoşînê xurt bikin

Tevgeran Jinên Azad (TJA) bang li jinan kir ku beşdarî meşa Gimlîkê bibin û wiha got: “Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo roja 19’ê Nîsanê li Gemlikê bin. Werin em li Gemlîkê bicivin.”

Navenda Nûçeyan – Tevgeran Jinên Azad (TJA) derbarê meşa xwe ya dê di 19’ê Nîsanê de li Navçeyê Gemlîka Bursayê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar bixe, li avahiya HDK’ê ya Beyogluyê daxuyanî da.

Li avahiyê pankarta “Niha dema azadiya Rêber Apo ye, niha dema jinan e” hate vekirin. Aktivîstên TJA’yê, nûnerên DEM Partî û DBP’ê, saziyên jinan û gelek jin tevli daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê aktivîsta TJA’yê Ayşe Aksoy ve hate xwendin.

‘Azadiya Rêbertî dê rêya aştî û demokrasiyê jî veke’

Ayşe Aksoy diyar kir ku îro li dijî modernîteya kapîtalîst bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” têkoşîna jinan li her deverê belav bûye û wiha got: “Li Rojhilata Navîn şer berdewam dike, gel bênasname tên hiştin. Li dijî vana, em jin rêya çareseriyê pradîgmaya modernîteya demokratîk dibînin. Ev jî ancax bi civakbûyînê dê pêk were. Pratîzekirina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ancax bi azadbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan mimkûn e. Em jin bawer in ku bi pêkahatina azadiya Rêbertî dê rêya aştî û demokrasiyê jî veke.’’

‘Civak aşîtiyê dixwaze’

Ayşe Aksoy bal kişand ser girîngiya Paradîgmeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Ji kargehên Marmarayê û heta axa Mezopotamyayê tevahî civak ji aştiyê re tî bûye. Rêya aştiyê li Îmraliyê ye, di azadiya birêz Abdullah Ocalan de derbas dibe. Azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo me ne daxwaz e, mecbûriyeta avakirina jiyanek demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan e.”

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’

Ayşe Aksoy destnîşan kir ku TJA, meşa azadiyê ya ku 4’ê Nîsanê hate destpêkirin silav dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiyê jinan û azadiya Rêber Apo ye’ di 19’ê Nîsanê de li navçeya Gemlîka Bursayê bin. Dema jinan dema hatina cem Rêbertî ye. Çareserkirina pirsgirêka Kurd bi perçekirina diwarên Îmraliyê dê pêk were. Em jinên ku li herêma Marmarayê dijîn, heval, sosyalîst, Dayîkên Aştiyê û tevgerên jinan ji bo dengderxistina aştiyê vedixwînin têkoşînê. Ji bo xwedî li vîna xwe derkevin û azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan qîr bikin, em ê di 19’ê Nîsanê saet 13:00’an de li Gemlîkê werin cem hev. Dê azadî û jin biser bikevin. Jin Jiyan Azadî.”