TJA: Em vê biryarê wekî destwerdanek li dijî têkoşîna azadiya jinan dibînin
TJA’yê li Wanê bertek nîşanî cezayê li berdevka berê ya TJA’yê Ayşe Gokkan hatiye birîn da û da zanîn ku: "Em vê biryarê wekî destwerdanek li dijî têkoşîna me ya azadiya jinan dibînin û em vê yekê qebûl nakin.”
Navenda Nûçeyan – Li Wanê, Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî cezayê 19 sal û 6 meh zîndanîkirinê yê ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê ve li Ayşe Gokkan, Berdevka berê ya TJAyê hatibû birîn, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê, li dijî cezayê girtîgehê yê 19 sal û 6 meh ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 9an a Amedê ve li Berdevka Berê ya TJAyê Ayşe Gokkan hatiye birîn, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ayşe Gokkan vîna me ye, nayê darizandin” hat vekirin û dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Meclîsa Dayikên Aşitiyê, saziyên jinan û saziyên sivîl ên demokratîk tevlî daxuyaniyê bun.
Metna daxuyaniyê aktivîsta TJAyê Eylem Oklû xwend.
‘Êrîşek neqanûnî li ser îradeya jinan’
Eylem Oklû diyar kir ku ev biryar ne tenê li dijî kesekê, lê belê êrîşeke li dijî vîna jinan û berxwedana wan a rêxistinî ye. Eylem Oklû da zanîn ku ew vê biryarê wekî destwerdaneke li dijî têkoşîna azadiya jinê dibînin û qebûl nakin û got: “Sûcên ku ji bo darizandina Gokkanê dikin hincet, li dijî parastina mafên jinan, pêşengtiya çalakiyên aştiyane û bilindkirina dengê li dijî pergala mêrperest e. Ayşe Gokkan zêdetirî 6 salan e girtî ye û destûr nedanê ku tev li cinazeyê dayika xwe bibe.” ‘Avakirina civateke demokratîk tenê bi azadbûna tevahî ya jinan mimkun e’
‘Rêça dîrokê dê bi berxwedana jinan biguhere’
Eylem Oklû, tekez kir ku tiştê ku di şexsê Ayşe Gökkan de tê nirxandin îradeya jinan û dengê gerdûnî yê felsefeya "Jin Jiyan Azadî" ye û got: "Avakirina civateke demokratîk tenê bi azadbûna tevahî ya jinan mimkun e. Ji ber vê yekê, îro eksena sereke ya hemî nîqaşên pêvajoya demokratîk têkoşîna jinan e. Mekanîzmayên dadwerî yên pergalê ku jinan di malê de asê dike, îstismara zarokan rewa dike û serdestiya mêran pîroz dike li pêşberî têkoşîna me pûç û vala ne. Ne girtîgeh, ne biryarên neqanûnî yên li dadgehên neqanûnî, ne jî polîtîkayên zextê dê têrê nekin ku meşa jinan a ji bo azadiyê rawestînin. Biryara bêdawî ya Ayşe Gokkan, ku wê di dadgehê de wek nîşanek rûmetê hilgirt, xeta têkoşîna me ye jî. em jî bi heman baweriyê têkoşîna xwe ya rizgariya jinan di her warî de diparêzin, bilind dikin û berfireh dikin. Bi vê boneyê, em bang li hemû raya giştî ya demokratîk, rêxistinên jinan, parêzvanên mafên mirovan û her kesê xwedî wijdan dikin ku li dijî vê tacîz û neheqiya dadwerî derkevin; hevgirtina bi Ayşe Gokkan û zemîna hevpar a têkoşînê re xurt bikin. Em di şexsê Ayşe Gokkan de hemû jinên ku serî natewînin silav dikin; em careke din diyar dikin ku têkoşîna rizgariya jinan nayê şermezarkirin û rêça dîrokê dê bi berxwedana jinan biguhere.”
Daxuyanî bi sloganan bi dawî bû.