TJA: Dev ji lîstikên qirêj ên li Rojava berdin

TJA’yê li Amedê li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek girseyî da û banga piştgiriya berxwedana Rojava kir û got: “Dê paradîgmaya ‘jin, jiyan, azadî’, vê zîhniyetê têk bibe.”

Amed- Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê li dijî êrişên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn û dirûşma "Jin jiyan azadî', “Bijî berxwedana Rojava” û “Bi berxwedanê dê bi ser kevin" hate berzkirin. 

‘Em bang li her kesî dikin ku beşdarî mitînga ku dê di 25'ê Çilê de bê lidarxistin bibin’

Wekîla DEM Partiyê Ceylan Akça, di daxuyaniyê de axivî û got: “Li Rojava gel li ber xwe dide. Dê felsefeya 'Jin, jiyan, azadî’ bi ser keve. Azadiya birêz Ocalan azadiya Rojava ye. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî mitînga ku dê di 25'ê Çilê de bê lidarxistin bibin."

‘Piştgiriya berxwedana Rojava tê wateya piştgiriya pêşerojê’

Seroka Komeleya Jinan a Rosa Zeynep Sîpçîk jî bal kişand ser êrişên li hemberî Rojava û got: “Li Rojava berxwedaneke mezin heye. Li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê mirov ji bo Rojava li ber xwe didin. Piştgiriya berxwedana Rojava tê wateya piştgiriya pêşerojê. Jinan li ber xwe dan û ew ê li ber xwe bidin."

‘Dev ji lîstikên qirêj ên li Rojava berdin’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî diyar kir ku divê xwedî li destkeftiyên Rojava bê derketin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em çareseriyek demokratîk û aştiyane dixwazin. Em ê li kêleka jinên ku li ber xwe didin bisekinin. Em bangî wan kesên ku bi Birêz Ocalan re danûstandinan dikin dikin: Dev ji lîstikên qirêj ên li Rojava berdin. Lîstikên ku hûn dilîzin dê we ber bi tariyê ve bibin."

Li ser navê hunermendên Kurd Saliha Ayata axivî û wiha got: "Jiyana hevbeş li Rojava tê hedefgirtin. Jiyaneke pirçandî û pirzimanî hatiye avakirin. Jiyaneke ku cîhan wekî mînak digire, niha ji aliyê zîhniyeta dewleta înkarker û baviksalar ve tê hedefgirtin. Kurd û gelên din têgihîştina yekreng a ferzkirî qebûl nakin."

‘Armanc tunekirina azadiya jinan e’

Hevseroka OHD'ê ya Amedê Zeynep Karayilan jî di daxuyaniyê de wiha axivî: "Li Rojava hewldanek dagirkirina Kurdistanê hatiye destpêkirin. Destkeftiyên jinan ên li dijî DAIŞ'ê li ber xwe didin di bin êrişê de ne. Armanc tunekirina azadiya jinan e. Ev êriş qanûnên navneteweyî binpê dikin. Pêwîst e ku hiqûqa navneteweyî tevdîran bigire."

Seroka Komeleya Lêkolîna Îslamî ya Mezopotamyayê Perva Onal jî diyar kir ku tiştên ku li Rojava diqewimin li dijî mirovatiyeyê. 

‘Paradîgmaya Jin Jiyan Azadî dê vê zîhniyetê têk bibe’

Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata jî ev tişt anî ziman: “Ev koma barbar ku ji qîrîna jinên Kurd ditirse, ji aliyê serdestan ve hatiye berdan. Ew kesên ku cenazeyê Deniz Çiya ji avahiyan avêtine, dê bi berxwedana jinên Kurd re rû bi rû bimînin. Bersiva me ji êrişkaran re ew tifa ku Sakîne avêtiye rûyê Esat Oktay e. Paradîgmaya Jin Jiyan Azadî dê vê zîhniyetê têk bibe."

Daxuyanî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.