Tirkiye dixwaze çalakvana Azerbaycanî dersînor bike

Çalakvana Azerbeycanî Nana ku ferzkirina sîxuriyê qebûl nekir, li Navenda Vegarandinê ya li Stembolê tê girtin. Tundî dît û mafê wê yê perwerdê hat desteserkirin. Daxwaza wê ya berdana bi kelepçeya elektronîk jî hat redkirin.

Navenda Nûçeyan – Nanaxanim Babzade, ji bo perwerdeyê hatiye Tirkiyeyê û wek çalakvan têdikoşe. Ji ber xebata wê ya li Meclîsa Ciwanan a HDK’ê, Navenda Vegerandinê ya Çatalcaya Stembolê gazî wê kir. Li wê derê sixurî lê hat ferzkirin, lê ji ber ku sixuriyê qebûl nekir, ev du meh in bi sûcdariya “kesa ku gef li ewlehiya giştî dixwe” zextê dibîne. Parêzerê wê diyar kir ku sûcên li ser wê bêbingeh in û got ku hemû mafên wê tên desteserkirin û ji bo rewşa wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane.

Biryara dersînorkirina wê heye

Parêzvana mafên jinan a Azerbeycanî Nanaxanim Babzade bi navê Nana tê zanîn, ji roja ku ji bo perwerdeya lîsansê hat Tirkiyeyê ve, hem di qada akademîk hem jî polîtîk de têkoşînê dimeşîne. Nana ku cihê xwe di tevgera femînîst û parêzvaniya mafên ajalan de digre, tevî avaniyên wekî Meclîsa Ciwanan a HDK’ê re tevlî çalakiyên demokratîk ên cuda bû. Ev xebatên wê wekî li dijî polîtîkayên koçberiyê yên li Tirkiyeyê hat dîtin û rastî cezayên hiqûqî û îdarî hat.

Nana sewqî Navenda Vegerandinê ya Çatalça (GGM) ya Stembolê hat kirin. Derbarê wê de hem biryara dersînorkirinê hem jî biryara çavderiya îdarî heye.