Tirkiye di Endeksa Azadiya Akademîk de di rêza 166’an de ye

Puana Endeksa Azadiya Akademîk ya Tirkiye di navbera sala 2012-2022’an de ji 0,43’ê daket 0,80’ê. Tirkiye di nava 179 welatan de di rêza 166’an de cihê xwe girt.

Navenda Nûçeyan-  Ensîtutiya Demokrasiya cûr be cûr a zanîngeha Goteborg a li Îsveç (V-Dem) û Endeksa Azadiya Akademîk a Erlangen-Nurnberg (AFI) a zanîngeha Friedrich Alexander a li Almanya rapora 2023’an eşkere kir. Rapora Endeksa Azadiya Akademîk rewşa Kanûna 2022’an diteyîsîne. Li gor vê puanê Tirkiye a 2022’an 0,084. Tirkiye bi vê puanê di nava 179 welatan de di rêza 166’an de cihê xwe girt.

Tirkiye di koma ‘herî xirab a sedan 10’ de ye

Li gor nûçeya ku di endeksa mijarê gotinê di Euronewsê de cihî girtî; Tirkiye di koma ‘A herî xirab’ li gel Bakûrê Kore, Belerus û Tirkmenistanê, Tirkiye di koma ‘herî xirab ji sedan 10’an de cih girt. Ev kom welatên ku herî zêde azadiya wan a akademik hatî sînordarkirin nîşan dide. Tirkiye, ji aliyê saziyên navnetewî ve rastî sûcên binpêkirinên giran ên mafê mirovan û sînordarkirina azadiyan tên Bakurê Kore, Belarus û Tirkmenistan jî di heman komê de cih girt. Di vê komê de li gor rêza puanan ev welat cih digrin: “Kuba, Ruanda, Misir, Tirkiye, İran, Nikaragua, Çîn, Suudî Erabistan, Bakurê Sudan, Gineya Ekvator, Bahreyn, Suriye, Belarus, Tirkmenistan, Eritre, Burma/Myanmar, Bakûrê Kore.”

 Welatên ku azadiyê akademîk lê heye

Welatên ku azadiya akademik lê herî bilind wihaye: “Çekya, Estonya, Belçîka, İtalya, Almanya, Honduras, Luksemburg, Letonya, Finlandiya, Arjantîn, Slovakya, İsveç, Şili, Jamaika, Peru, Spanya, İsrail, Nijerya, Slovenya.” Bi temamî ev welat di kom ‘rêjaya herî baş a 10’an’ de cih girt.

Li Tirkiye di 2016’an de daxistinek tund

Dema ku li daneyên endeksa azadiya Akademik di navbera salên 2016-2022’an de meyze bikin Tirkiye di sala 2016’an de daxistinek tund jiyan dike û ew rewş berdewam dike. 2002’an de puanê Tirkiye 0,55 bû, di sala 2004’an de bi 0,56 giha asta zêde. Endeksa ku heta sala 2010’an rêjeya di hema astê de 2010’an daket 0,47. Piştî vê dîrokê daketinek dihat dîtin heta sala 2015’an 0,30 paşket. Li Tirkiye di dema 15’ê Tîrmehê de di hewldana darbeyê de di sala 2016’an de karneya Tirkiye a azadiya akademik bi awayek tund ket û bi 0,08 an paşket. Di salên pişt de endeksa ku 0,06 paşketî, di 2022’a de cardin asta 0,08 dît.

Bilançoya 2016’an

Di sala kararnameya hukma qanûnê (KK) 15 zanîngehên weqfan girtin, bi hezaran akademîsyen ji erk hatine dûrxistin. Li gor rapora şopandina medyaya Tirkiyeyê a xwedîbûnê; di sala 2020’an de 6 hezar û 81 akademîsyen û ji kadroyên îdareya zanîngehê 427 pesonel hatin dûrxistin. Di nava van kesan de ên ku di 11’ê Çileya 2016’an de xwe weke akademisyenên ji bo aştiyê bi  nav dikin dibin daxwazanmeya ku ‘em nabin hevkarî vî sûcî’ beşek ê akdemîsyenên ku imzakirine cih girtin.